Mela û Feqiyên Wî

Seydayekî  li  herêma Xerza li Gundem  melatî dike. Di waiz û  axivtinên xwe de, timî  qala xêr û sedeqan kiriye. Seyda mirovek  çend bizinê wî hebûne . Seyda di roja Ïnê de  li ser roja Qiyametê diaxive. Dibêje : “Xweda gotiye kesên  mal û halên wan xweş bin  û destên feqir û xizanan   negrin, ev yek jî  nîşanên  nêzîkbûna qiyametê ye.” Hîn feqiyên Seyda  dixwazin ku  karek ji seyda bixwazin û ser jê bikin, lê ka çawan derfetê bibînin. Bi vê awayê feqî şêwra xwe dikin ku  herin bal seyda. Feqiyekî di nav wan de mezin  û zana  dibêje : “ Hûn li hêviya min bihêlin.”

Êvara îniyê diçin bal seyda  rûdinên  seyda dibêje “ Gelî feqiyan hun dizanin êvara Îniyê ders nînin, we xêre. ”  Feqiyê mezin digrî û dibêje: “Seyda min  di xewna xwe de  Hz. Xizir dît, ji min re got ‘maye  3 roj dinya xirab be. Here ji seydayê xwe re bibêje,  bila  du heb  karikan bidin we.  Ew jî bi  we re were devê çemê avê  karên xwe serjê  bikin û bixwin.  Qur’an û mewlûdek bidin  hêj ku dinya ser û bin nebûye.’ ”

Seyda dizane ku  ji bona karikên wî ne  vê dek û dolabê li serî çê dikin. Seyda dibêje : “Rast e di derbarê  qiyametê de  delîl û ayet hene, te jî xwen dîtiye baş e. Lê  ji we dilxwaziyekî min heye. Qur’an û pirtukên xwe li mizgeftê bihêlin, çiqas cil û bergên we  yên nû  hene li xwe bikin. Yên mayîn jî bidin destê xwe em herin.  Seyda du heb karikên xwe dertîne  Feqî jî çawan ku seyda gotibû  xwe di xemilînin  û diçin devê  çemê avê. Agir dadidin  karikan serjê dikin,  bi govend û dîlan  û şahî  digrin. Feqî  têra dilê xwe goştên karikan dixwin. Seyda ji wan re dibêje : “Gelî feqiyan, goştê karikan li Noşîcan be.  We zikên xwe têrkirin  Cil û Bergên xwe  derînin  deynin bal min, herin xwe di çem de bişon  û warin. ”

Feqî hemû cil û bergên xwe dertînin û datînin  bal seyda. Feqî xwe davêjin  çemê avê kêfa goşt xwarina karikan dikin.  Seyda hemu cil û  bergên wan kom dikie û davêje agir, hemû cilên wan di şewitîne. Dema Feqî ku tên  dibînin seyda hemu cil û bergên wan avêtine agir û şewitandiye. Feqî  hewar û gazî dikin dibên : “Seyda te çima li me  a wiha kir; cilên me şewitand, ka e mê çi bikin?”  Seyda dibêje:

“We ji min re gotibû, ‘maye  sê roj  ku qiyamet radibe û dinya xerab dibe.’ Min jî  ji we re karikên xwe serjê kir, min got bila  feqiyên min goşt bixwin. Ji xwe dinya  sê roj şûn de xerab dibe, ma hûnê çi bikin bi cil û bergan?” Dema  ku Seyda vê yekê dibêje, feqî  destê seyda maç dikin û dibêjin :

«  Seyda me ji bona karikên te  vê tiyatroyê çê kir, lê te ji me baştir lîst.”

Feyzî  Mîrhesen/ Parîs

Derbar Adem Murteza

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply