Cih û Bandora Melayê Cizirî Di Wêjeya Kurdî De

Kêm an jî zêde di nav her qewman de kesên zana û xurt derdikevin. Ev kes di qadên dîrok, wêje û ilmê de milletên xwe temsîl dikin û ew millet jî bi wan kesan tên zanîn. Di qada wêjeyê de Îngilîza Sheakspear, Rûsa Dostoyevskî, Fransiza Vîctor Hugo, Ereban Îbnul Farid, Farisan Hafizê Şîrazi, Azeriyan Fizûlî (Hin çavkanî Fizûlî Kurd dihesibînin) û Kurdan jî Melayê Cizîrî temsîl dike. Bi awayek din Melayê Cizîrî opûs magnumê (Kesayetê herî naskirî) wêjeya kurdî tê hesibandin û di qada wêjeyê de milletê Kurd temsîl dike.

Di wêjeya kurdî de cara pêşî bi awayekî rêk û pêk Dîwan ji aliyê Mela  ve tê nivîsandin û bi vê Dîwana xwe Mela dikeve nav helbestvanên herî xurt yên rojhilata navîn. Mela ji helbestvanên kurdan re rê qada helbestê vedike û gellek kes li pey şopa wî çûna û bi saya wî asta helbasta kurdî hildana jor.

Mela di wêjeya kurdî de bi hin navên cuda cuda tê zanîn û pesnê wî bi van navan tê dayîn. Ev nav ne ku wî li xwe danîne ji aliyê civakê ve ev nav li Mela hatine kirin û wek lîbasekî li ser wî mane. Ev nav: Pîrê Işqê û Reys El Şûara ne.

Di wêjeyê de kesê ku herî xweş evînê tînê ziman Mela bi xwe ye. Pîrê Işqê di beytek xwe de wiha pisporiya xwe ya evîndariyê tîne ziman: Yê ku noqî evînê bûyî û bi hemû esrarê evînê dizane ez im ez. Kesek nikara di warê evînê de bi min re avjeniyê bike. Hemû qulf û esrarên evînê min yek bi yek vekirine û ez pê dizanim. Vê yekê ne sed heb mela (molla) û ne jî alîgirên wan (musteîd) dizanin, tenê ez dizanim ez. Orjînala beytê wiha ye:

Tu ji Melayê Botî bipirs esrarê işqê hel dikit
Çi zanîn vê sirrê sed mela û muste‘îd

Di nav nivîskar û helbestvanên kurdî û yên rojhilata navîn de Mela bi navê Reys El Şûara (Serokê Helbestvanan) tê zanîn û pesin û xurtbûna wî bi navî tê dayîn. Bêgûman ev nav belesebep li Mela nehatiye kirin. Ji dewra Mela heta niha hemû helbestvan û nivîskarên kurdan kêm an jî zêde di bin têsîra mela de mane. Di nav van kesan yên herî navdar: Feqiyê Teyran, Şêx Ehmedê Xanî û Cegerxwîn in.

  1. Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran

Cizîr bajarekî wisa ye ku navenda hertişti ye û rêya gellek kesan dikeve ser vî bajarê qedîm û kevnare. Yek ji van kesan Feqiyê Teyran bi xwe ye. Ta ji bajarê Wanê lê dixe tê Cizîra Botan û qesta hevalê xwe Melayê Cizîrî dike. Hevaltiyek xurt û jidil di navbera van hevalên qedîm de hebû.

Gava Mela û Feqî dighîjin heval bi gotinên xweş û helbestî dilê hev xweş û geş dikin. Çawa dighîjin hev di navbera Mela û Feqî de gotûbêj çêdibe. Herdu kes jî di vê gotûbêjê de hem hostatiya xwe bi peyvan anînê wicûdê û hem jî  bi gotinên nazenîn û xweş pesnê hevdu dane. Ev gotûbêj hem di Dîwana Mela de û hem jî di Dîwana Feqî de cî girtiye. Di vê gotûbêjê de Mela 25 malikan, Feqî jî 25 malikan dibêjin.

Destpêka Gotûbêjê
Feqî Mela
Sela ma min heqîrî Selamên Milyaketan
Sedefek divê têkin Bê Hed û bê Hesab in
Îro li Cizîrê Şibhetê ava şetan
Heqe li Melê kin Li Mela li Mîm û Hê bin

 

Dawiya Gotûbêjê
Feqî Mela
Birîndarê işqê me Hindî ku digazehim
Dûrim ji siha bihan Dikêşim sebr û xîrê
Dizanim meddahê kê me Şubhetê çeng û zeh im
D’hezar û yek û sehan Hîlak in j’derba tîrê
Senaxwanê Melê me Senaxwanê Feqeh im
Li hemû erd û cihan Îroke di Cizîrê

Meriv ji pesindayîn û gotinan wan baş fam dike ku wek Mem û Tajdînî hevaltiyek wan a mûazzam heye. Feqiye Teyran piştî mirina Melayê Cizîrî, li ser wî helbesta bi navê “Qewî Îro Girya Me Tê” dinivîse. Detpêka vê helbestê wiha ye:

Qewî îro ze’îf im ez
Dinalim ez li wî tayê
Di burhanan dihat fal im
Tilisma wesletan nayê

  1. Melayê Cizîrî û Şêx Ehmedê Xanî

Melayê Cizîrî di sala 1640’î de diçe ser dilovaniya xwe, piştî mirina Cizîrî 11 sal şûn de Şêx Ehmedê Xanî tê dinê. Ev her du kesên zana û xurt negihiştine hev du û hev du nedîtine. Lê dîsa jî ji bo tesîrê hewcedarî bi zindîbûnê nîn e.

Xanî piştî xwendina xwe diqedîne û tam kamil dibe, ew jî wek Feqî lê dixe û tê Cizîra Botan. Bêgûman Xanî methê Cizîrî bihîstiye û xwestiye were ziyareta wî; ji bilî vê yekê jî kesên ku di medreseyên Kurdistanê de dixwînin helbestên Mela rewa û jiberdikin. Xanî jî yek ji wan kesan bû ku hîn di medreseyê de bi helbestên Mela mezin bûye û têsîrek mezin lê kiriye.

Xanî gava tê Cizîrê, li vir  di bin tesîra dîrok, çand û helbestên vî bajarî de dimîne. Xanî li vî bajarî, ji kalekî rûsipî çîroka Memê Alan guhdarî dike û gava vedigere welatê xwe biryar dide ku vê çîrokê bi awayê menzûm binivîse. Meriv dikare bêje ku Mem û Zîn bingeha xwe ji Memê Alan digire.

Xanî ewçend di bin tesîra Mela de dimîne ku, di Mem û Zîna xwe de wiha pesnê wî dide:

Bi navê rûhê Melayê Cizîrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Dê keyfek bida Feqiyê Teyran
Heta Ebed bimaye Heyran

  1. Melayê Cizîrî û Cegerxwîn

Cegerxwîn hem bi helbestên xwe yên serbest û hem jî bi yên erûzê hatine nivîsandin ve tesîra xwe li gelê xwe kiriye. Helbet ev xûrtbûn û tesîr bi saya nivîskarên kevin e. Herçiqas di bin bandora Şêx Ehmedê Xanî de mabe jî, tesîra herî mezin Melayê Cizîrî lê kiriye.

Meriv dikare bêje ku navbavê Cegerxwînî Melayê Cizîrî bi xwe ye. Navê Cegerxwîn yê esil Şêxmûs e; di nav gel de bi navê Şêxmûsê Hesarî jî tê naskirin. Cegerxwîn bi saya medreseyên Kurdistanê Melayî naskiriye û gellek helbestên wî jiberkirine. Cegerxwîn gellekî di bin bandora helbesta bi navê “Xelqno Li Min Kin Şîretê” de dimîne û di beytek vê helbestê de leqayî navekî dibe û ev nav jiyana Şêxmûse Hesarî bi temamî diguherîne. Ji beytê navê “Cegerxwîn” digire û vî navî li xwe dike.

Hat der ji burc û penceran dil girt û da ber xenceran
Ev reng e halê dilberan lew aşiqan “xwîn bû ceger”

Mela Mihyedîn

Çavkanî

  • Adak, Doç. Dr. Abdurrahman, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Stenbol: Nûbihar, 2013.
  • Cizîrî, Melayê, (Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Zivingî, Mela Ehmedê), Stenbol: Nûbihar, 2013.
  • Cizîrî, Melayê, (Melayê Cizîrî Dîwan, Dilovan, Selman), Stenbol: Nûbihar, 2013.
  • Doru, M.Nesîm, Melayê Cizîrî Felsefes ve Tasavvufi Görüşleri, Stenbol: Nûbihar, 2016.
  • Kurdo, Qanatê, Tarîxa Edebiyata Kurdî, Ankara: Özge, 1992.
  • Sağniç, Feqî Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, Stenbol: Enstîtûya Kurdî Ya Stenbol 2002.

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply