Mela Îbrahîmê Mixakomê û Waliyê Mûşê

Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn

Hemd ji Xweda ra û selat û selam li ser Resûlê Wî be!

Walî; got: “Mela şertên îmanê çend in?” Mela got: “Sisê ne! 1- Sewqe bide serê xwe, 2 – Nasnama Tirkiyê di cêba wî da be, 3- Eskeriyê kiribe”

 

Min xwe negîhandê lê, rûsipiyên me gelek behsa Mela Îbrahimê Mixakomê dikirin. Mixakom gundek li deşta Mûşê ye. Mela Îbrahîm jî melayê gund e. Dem dema medresa ye. Li her gundî mizgeftek, li her mizgeftî hucrek ji bo feqiyan heye. Hucra feqiyan bo mela jî, bo feqiyan jî, bo gundiyan jî pirr girîng bû. Ciyê tehsîla ilmê û zanînê bû. Heya carnan dengbêj û sitranbêjan li ser hucran stran jî digotin.

 

Dema ez zarok bûm tê bîra min di govendan da kilama feqiyan digotin: “Can canê can, can canê can hucra feqiya mezin e……” Wiha dewam dikir diçû.

Dewletê dixwest ku Kurda bi awahê olî jî asîmîle bike. Boy vê medrese qedexe bûn. Di dema min dest bi xwendina medresê kir jî, ev qedexeya didomand. Dema cendirme bihatina gund, me ji tirsa pirtûkên xwe jî û xwe jî vedişart. Belê nav û dengê Mela Îbrahîm li her derî belav bûbû. Fetwayên herî giran wî dida xelkê. Bo vê jî hurmet û rûmeta wî li cem herkesî hebû. Jixwe hurmeta ehlê ilmê li cem me pirr bû ta ku va sî salên dawîn wek afat bi ser me da hat û gelek rêxistinan dijminiya ol û oldaran kirin. Her çiqas îro ew jî poşman bûne jî, mixabin gelek texrîbat di dînê me da çêbû.

Walîyekî nû hatibû Mûşê û pirr mereqa Mela Îbrahîm dikir. Rojekê di trampêla xwe da diçû daîra xwe, ajotvanê wî got: “ Walî Beg ev a mirovê di sûkê da diçe Mela Îbrahîmê Mixakomê ye!”

Walî mat bû. Lewra wî Mela yekê pirr modern, bi taxima cilan bi qerawêt û bi fotêr xeyal kiribû. Ma wê mirovek wek gundiya girêdayî çawa ewqas nav û deng bida!

Jixwe mirovên aqilê wan di çavên wan da ye (wek walî) ilm û mirûwetê di cilan da dibînin.

Walî pirr ecêbmayê ma. Ji ajotvan ra got bêje polêsa bila evî derhal bînin daîra min.

Polês çûn ku Mela Îbrahîm bînin, walî telefonê muftî kir anî cem xwe. Dema muftî ket oda walî dît ku Seydayê Mela Îbrahîm li piya sekiniye. Muftî destê Seyda girt û maç kir.

Walî ji muftî ra got  “Ka vê melayê Kurda îmtihan bike?”

Muftî, Mela Îbrahîm baş nasdikir, pirr caran wî jî, ji Mela Îbrahîm fetwa sitendibû.

Muftî got: “Walî Beg, min efûke, ez nikarim ji vî alimî tiştan pirskim û wî îmtihan bikim.

Wali got: “Heyra tu muftiyî ew mela ye lo çima nikari?”

Mufti got:  “Wali beg, ew alim e, ez muftiyê Diyanetê me, bi awahê ilmî ne heddê min e ez wî îmtihan bikim.”

Walî pirr aciz bû li hember melayekî Kurd. Di dilê xwe da got  “Va çi mela ye kes nikare ku wî imtihan bike.”

Paşê ji mela pirsî:

– Mela şertên Îslamê çend in? Mela got:

– Şertên Îslamê yek e.

Walî şaş ma, got; “Çawa dibe? Tu hêj şertên Îslamê nizanî. Şertên Îslamê pênc in.”

Mela got: “Na walî beg tu şaş î. Em herduk jî dibên em musliman in, lê yê te sewm û selat tune, ez jî feqîr im hec û zekata min tune. Çi ma? Ma kelimeyê şehadet, yani yek!

Mufti got; “Walî beg bihêle bila Mela Îbrahîm biçe, an ew ê me herduyan jî rezîl bike.”

Wali tiştek fêm nekir. Got; “Mela şertên îmanê çend in?

Mela got; “Sisê ne. 1- Türk olmak (mirov tirk be) 2- Askerlik yapmak (biçe leşkeriyê bike), 3- Şapka giymek (Şewqe bide serê xwe)

Walî dîsa tiştek fêm nekir.

Muftî got: “Walî beg bihêle bila mela biçe. Walî got: “Baş e, fermo mela.”

Mela derket çû. Wali ji muftî ra got ka bêje vî çû got. Eva çi mela bû, yekê dînik bû? Ka çi mana gotinên wî hene?

Muftî got; na Walî beg. Wî ji me ra got ku: “Hun bi dev musliman in lê tenê kelimeyê şehadet tînin , wek din eleqea we Îslamê tune. İmana we jî tenê Tirkîtî, kemalîzm û leşkeriya wan e. Hun ne musliman in, ne jî mumin in, ka ezê çi bersiva we bidim, him van pirsana ne yên aliman e, vana zarok jî dizanin.”

Wali got; Xwedêkiri me ew zû şand û êdî pirs nekir, an wê ji me ra gelek bida xebera.

Xwedê hezar rehma xwe li Seydayê Mela îbrahim bike.

Amîn.

M.Nureddîn Yekta

02.02.2010

 

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply