Sêşem , 22 Îlon. 2020

Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake

Serhatî û serborîyên miletê kurd ligel bûyerên tehl û şîrîn pir in. Miletê kurd bi welatê xwe Kurdistanê ve rastî gelek neheqîyên mêjûyî hatîye. Ya ji bo miletê kurd giring ew e ko dê çawa dersan ji mêjûya xwe û serhatîyên xwe bigire; ne ew e ko xwe ji rastî û serhatîyên xwe veşîre.

Milet bi naskirina rastîyên xwe, bi ketin û rabûn, xweşî û nexweşîyên xwe ve digihîje bextewarîya xwe ya netewî. Qenc û xirab, qencî û xirabî, xeletî û rastî di nêv hev de dijîn. Ji bona mirov bikare evan pirsan ji hevdu vavêr bike, divê mirov wan pirsan bi tev de nas bike, wekî heyî bibîne û rêyekê ji wan rêyan ji bo xwe bibijîre. Pêdivî bi evê çendê heye; miletê kurd bêtirs xeletî û rastîyên xwe yên mêjûyî bibîne û dersan ji serhatîyên xwe bigire.

Em wekî milet nikarîn ji nexêrxwazên xwe re bêjîn dijminatîya me nekin; lê em dikarîn pirsê ji xwe û sîyasetên xwe yên netewî bikîn û bêjîn ji bo çi ye em bi berdewamî xeletî li ser xeletîyan dikîn, yekîtîya xwe ya netewî ava nakîn û dersan ji xeletîyên mêjûya xwe nagirîn.

Ji bo me dîyar bû ko quwetên ko vê cîhanê rêve dibin, di nêva xwe de li ser ker-kerkirina welatê me li hev kirîbûn û di sedsala borî de nedixwestin ew merzên wan danîn bi wê sedsala borî de bêne guhortin

Tevlî wê jî miletê kurd di sedsala borî de, hertim nerezîbûna xwe bi kiryar û dozdarîya xwe ya netewî ve, di miqabilê ewan neheqîyan de li ber xwe da û nerazîbûna xwe ya ji rewşê da nîşan dan. Miletê kurd û xebatkarên wî yên netewî, bi berxwedanên xwe ve, bi dayîna bedelên giran ve nehêliştin asîmilasîyon cihê xwe li Kurdistanê bigire. Miletê kurd tevlî hemî mercên giran jî karî bi xwîna şehîdên xwe û bi nanê şikeva destpehtîyên dayîkên kurdan; nehêle ko xêrnexwazên Kurdistanê bigihîn hedefên xwe yên jihalêrakirina pirsa kurd û Kurdistanê.

Bi teybetî Şoreşa Îlona pîroz bi quweta miletê xwe û bi xurtbûna îradeya pêşkêşîya serokê şoreşê, karî dijminên xwe bîne li ser kovişkan li miqabilê serokê şoreşa miletê kurd bide rûniştandin. Ewê şoreşê ne bi quweta heyîbûna çekan û pere û piştgirîya cîhana wê demê dijminên xwe mecbûrê mifawazatan kirîbû; wê şoreşê bi quweta yekdengîya netewî serketin bi dest xwe ve anî. Belê di ewê sedsala borî de quwetên wê cîhanê ne amade bûnko wan merzên wan di wê demê de danîn bên guhortin. Plana karesata Cezayîrê destpê kir şoreşa miletê kurd bû qurbana mesleheta cîhana wê demê. Piştî danîna çekên şoreşê ya salekê; miletê kurd careka dî jî bi quweta miletê kurd û nanê şikeva dayîkên kurdan ve şoreşa xwe rakire ser pêyan û hita gihand vê serdema guhertinên evê cîhana nû ya em di tê de dijîn.

Piştî sedsala bîstê ber bi sedsala bîst û yekê ve diçû, li seranserê cîhanê, guhortinên nû çêbûn û sîstem û dewletên nû ava bûn. Dora guhertinan hate li herêma me û Rojhilata-nêvê de jî dest pê kirin; derfeteka nû ji bo me miletê kurd jî hate pêş. Bi wê derfetê re, şansa ko em bikarîn dengê xwe bilind bikin, doza serrastkirina neheqîyên di mêjûyê de li me hatîn kirin bikîn; lê belê ema dibînîn ko bela me ya ji ber derîyê mala me derdikeve pêş.

Piştî evan guhortinan, hatina emerîkî û hevpeymanên wê ve ya giheştî herêma me, dîyar bû ko dagirkerên welatê me dê nekarin bi tanq û firokên xwe ve hêrişî me bikin. Belê ji wê demê û pê ve pir aşkere ye bi rêya sîyaseteka şaş û zerarê dide miletê me û bi destên gencên me, rê ji planên dagirkerên Kurdistanê re têne xweş kirin. Gorayî min; hegî em miletê kurd û bi hemû sîyasîyên xwe ve bi zûga evê plana li ser navê me tê meşandin, lê ne di mesleheta miletê me de ye nasnekîn; dikare, ev serdema ko ji bo miletê kurd keysdar e jî ji destên me derbikeve.

Ev rewşa têgiheştina xelet û bi navhildana pirsa kurd û Kurdistanê ya ji bo armancên cida di nêva hêza me kurdan de ya birî têgiheştineka xurt û civata kurd ya di bin bandora têgiheştineka li dijî mesleheta xwe ya netewî de rêve diçe. Ev têgihiştina henê rê ji dagirkeran re xweş dike ko ew destên xwe bi rêya nêvxweyî re dirêjî nêva xûna gencên kurdan û ji halê rakirina pirsa Kurdistanê bikin. Ew têgihiştin çewa zerarê dide destketîyên miletê kurd yên bi xûna şehîdan ve hatîn dest xistin, li berçavan dîyar e.

Du dîtinên di nêva civat û sîyaseta miletê kurd de yên derdikevin pêş. Hita miletê kurd evan herdu têgihiştinan ji hevdu vavêr nekin, dê ti rêyên dilbişkîv ji bo miletê kurd re çênebin. Ev herdu têgihiştinên henê jî bi navê çareserîya doza kurd derdikevin meydana xebatê; lê du têgihiştinên pir û pir ji hev cida ne. Ji bo wê jî qet û qet ne mimkin e, ev herdu têgihiştinên li hev bikin û bi hev re destên xwe bavêjin çareserkirina doza kurd û Kurdistanê.

Têgihiştina ji bo entegrekirina kurd û Kurdistanê re dixebite, bi hemî quweta xwe ve lê digere Kurdistanê ji bîra miletê kurd bibe û miletê kurd entegreyî civata dagirkerên Kurdistanê bike. Ev têgihiştin bi navê kurdan e, lê bi redkirina nirx û daxwazên netewî yên kurd û Kurdistanê siyasetê dimeşîne ko di bin serokatîya Evdila Ocalanî ve rêve diçe. Ev têgihiştin li ser navê kurdan e, lê di vê dema ji bo miletê kurd birîye demeka keysdarîyê, aşkere ye ko bi vê têgihiştinê dê ev keysdarî ji destê me biçe. Hita miletê kurd û hêza xwe ya sîyasî ve wekî heyîbûna evê têgihiştinê navê wê lê neke her yê wenda dike dê miletê kurd be. Û gelek carên dî Kurdistan û ala Kurdistanê dê bêne şewitandin; mejîyê Kurdistanî jî dê bê texrîb kirin.

Ev têgihiştina yekem bi navê “biratîya gelan” û bi navê “cimhûrîyeta demokratîk”, bi gotinên “dema dewleta netewî nemayîye” heykelê bîr û doza dewletabûna Kurdistanê lawaz û seqet dike.

Têgihiştina duyem jî ew e ko dused sal e ji bo azadkirina kurd û Kurdistanê, ji bo mafê çarenûsîya xwe, bi xûna şehîdên xwe ve li berxwe dide û dibêje an Kurdistan, an jî neman.

Gelo çawe ev herdu têgihiştinên henê dê li hev bikin; ma ne aşkere ye? Ez di wê bawerîyê de me, hita tevayîya hêzên miletê kurd yên sîyasî bi mêrane li himberî vê têgihîştinê bi bîr û rayên xwe yên Kurdistanî raneweste, dê bi ser nekeve, dê ti carî şer, kuştin û malwêranî ji nêva civata kurd de kuta nebe; bi talîyê de jî ev keysa mêjûyî ya dest bi miletê kurd ve hatî dê ji halê bête rakirin.

Em divê bawerîya xwe bi rastîya projeya xwe ya sîyasî û quweta civata miletê kurd û Kurdistanîyan bînin û destê xwe ji pêşnîyarîyên hevkarîyên netewî sist nekin. Dûmayî roj dê ji bo evê têgihiştina me ya netewî, azadîxwaz, demokrat ya Kurdistanî be.

Bi teybetî gazîyeke min ji serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî heye: Cenabê Barzanî, ji kerema xwe bi gorayî îmkanên di destên xwe de, bi amadekarîyeka rêk û pêk, destê xwe sivik bike û vê hêza netewî bi serhev de bîne û serxwebûna başûrê Kurdistanê ragihîne, hêj nebûyî direng.

EVDIREHMANÊ GUNDIKΠ– nefel.com

 

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Wîjdan

Li eyaleta ku nivîskar lê dimîne dîsa fuarek heye, fuara kîtaban. Digel ku nivîskar îro …

Şiroveyek

  1. Avatar

    Weşîner hinek şaşnivîsên we hene di vê nivîsê da.

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.