Mehmet Uzun | 01.01.1953-11.10.2007

Nivîskar û helbesvanê qedirbilind yê Kurd Mehmet Uzun di 11ê Cotmeha 2007an de koça xwe ya dawî kir. Îro li her aliyê dinyayê bi gelek zimanan berhemên Mehmet Uzun tên xendin.

Kurtejiyana Mehmed Uzun

Mehmed Uzun di 1ê çileya 1953an de li Sêwerega Rihayê ji dayîk bû.

Uzun li Tirkiyê mezin bû û ji ber pirsgirêkên navxweyî di havîna sala 1977an de ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.

Uzun endamê PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê bû.

Di sala 2001ê de xelata Torgny Segerstedt wergirt.

Uzun di tevahiya jiyana xwe de bi nivîskarî û romannûsiya kurdî mijûl bû.

Heft romanên sereke nivîsandin û gelek cerbibandin û helbestên wî hene.

Herwiha romanên Mehmed Uzun ji bo gelek zimanan hatine wergerandin.

Uzun di nav nivîskarên Kurd de wek serkêşê edebiyata modern tê qebûlkirin.

Uzun di sala 2005an de vegeriyabû Tirkiyeyê, lêbelê bi nexweşiya pençeşêrê ketibû.

Mehmed Uzun di 11’ê cotmeha 2007an de li Amedê ji ber nexweşiya xwe wefat kir.

Derbar Rêvebir

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply