Mehmet Dicle: Min kurdî hilnebijart, belkî kurdî ez hilbijartim

Asûs ne tenê xeyalek e, rastiyek e jî. Bajarek e ku bi hezar salan wek xwe maye û heta bi nifûsa wê neguheriye, gundek e ku “qodên kulturî” ên kurdbûnê tê de her zindî ne. Mehmet Dicle nêzîkî bîst salan e çîrokên ku li vî warê şên, dûr û kevn bihîstine yan şahidî li wan kirine dinivîse û di çil saliya xwe de êdî pirr nêzîk e ku Asûsê bi şax û berên gurrtir vebêje di romaneke ku ji zû de ye çavê me li hatina wê ye.Me bi Dicle re li taxeke kevn a Stenbolê suhbeteke xweş û dirêj kir li ser edebiyatê, nivîskariyê, kurdî û kurdbûnê, paşeroj û pêşerojê, heş û hafizeyê. Fermon hin beşên sereke ên ji vê hevpeyvînê…

*Tu van rojan çi dixwînî?

Van rojan ez kitêbekê carê duduyan dixwînim.

*Kîjan e?

Evîn di Demên Xezebê de(El amor en los tiempos del Cólera) a Márquez, bi zimanê tirkî.

*Kitêbek heye ku tu dilê xwe dibijîniyê û carina ji xwe re dibêjî “xwezka min ev nivîsandibûya?”

Miheqqeq hene, lê ez bi vê “xwezî”yê nabêjim, belkî bibe bêhurmetî ji nivîskarê wê re. Lê gava ez pirtûkên Márquez dixwînim, di nav hevokên wî re diçim, carina dibêjim xwezî ez jî yekî wiha bûma.

*Tê bîra te te cara pêşî çi nivîsî?

Min cara pêşî helbest nivîsîn. Di dema zanîngehê de bû. Min got ez ê helbestan binivîsim. Beriya wê min tiştek nenivîsîbû, xeyn ji tiştên pirr pirr amator ên di dema lîseyê de, lê ew jî helbest bûn. Cara pêşî min bi helbestê dest pê kir ku biceribînim ka gelo tiştek di min de heye yan na, ez ê karibim tiştekî binivîsim yan na. Helbest tiştekî wiha ye: Dema yekî ecemî lê dinere jê re wek tiştekî pirr hêsan xuya dike. Wa ye hest hene, pênûs heye, kaxed heye, evîn heye, atmosfer musaît e, de rûnê binivîse. Dema tu du sê rêzikan dinivîsî, tu dibêjî qey te tiştên pirr xweş nivîsandine. Lê paşê hêdî hêdî, dema helbestê dixwînî, helbesta dinyayê nas dikî, tu dibêjî tiştê ku te nivîsiye nebûye, tenê kel hatiye te û bi kel de çûyî; ne tiştekî din e.

*Te kengî qerar da ku tu ê bibî nivîskar?      

Ji nivîsandinê bêtir bi xwendinê min ev biryar da. Ez gelek caran dibêjim, potansiyel yan jî ruhê nivîskariya min ji dema min a zanîngehê tê. Grûbeke me ya edebiyatê hebû wê çaxê. Çar pênc salan em bi hev re man. Di wê grûbê de bi salan me edebiyata Amerîkaya latînî xwend. Ji ên Brezîlyayê bigire heta bi ên Arjantînê, Meksîkayê û Kolombiyayê, me gelek nivîskar xwendin. Dema min ev xwendin, weku di wê derê de rastî ‘eynikekê, rastî xwe, rastî binê heşê xwe hatim, rastî wan çîrokên ku min nizanibû, rastî wan çîrokên ku min bihîstibûn hatim. Di wê derê de hewesek bimin re çêbû: Gelo ez ê jî karibim tiştekî bikim? Piştî ku ew pirs hat heşê te û pê ve, êdî tu aciz dibî. Ewê pirsa “gelo” êdî dû te bernade, timî li dû te tê. Paşê çîrok çêdibin di serê te de, çîrokên ku tu dibêjî gelo ew ê ji bo edebiyata min bibin malzeme, ew ê bibin çi. Tu li wan digerî, bi dûr de diçî, bi kûr de diçî. Tu dibêjî wan ev kirine edebiyat, ez dikarim çi bikim edebiyat. Hêdî hêdî dest bi nivîsandinê dikî. Li wê derê qerîneyek heye di destê nivîskar de, di destê hunermend de. Ew qerîne çi ye? Dema mirov xwendevanekî baş be, helbet mirov dikare edebiyata xwe jî binirxîne. Belkî objektif nebe jî, lê ez bawer im ku mirov dikare edebiyata xwe binirxîne. Ji ber ku te asta xwendina xwe bilind kiriye û edebiyata dinyayê nas kiriye tu êdî dizanî romana baş, helbesta baş, çîroka baş çi ye û tu êdî dikarî wî tiştê ku te nivîsandiye bidî ber wan, bipirsî “min çi kir, min çi nivîsand?” Wexta zewqa te ya xwendinê çêbû, di nivîsandinê de jî êdî wê ferq dikî; dema tiştê ku te nivîsandî zewq da te biryar didî û dibêjî “haa, nexwe ez jî…”

*Tiştên pêşî ku te nivîsandin bi kurdî bûn?              

Erê, bi kurdî bûn. Min qet bi tirkî nenivîsî. Belkî dema zanîngehê min helbestek du helbest bi tirkî nivîsîbin, lê wekî din temamî min bi kurdî nivîsî. Wê demê jixwe di kovara Rewşenê de dixebitîm û çîroka min a pêşî Meqesa Zêrîn jî di wir de derket. Min hêdî hêdî dest pê kir hinek çîrokên tirkî wergerandin kurdî. Min çîrokek Yaşar Kemal, Xençer, wergerandibû, ew jî di wir de çap bû. Rojekê tesadûfî li kitêbfiroşê Yapı Krediyê rastî wî hatim û min xwe pê da naskirin. Min jê re got ku min çîrokeke wî wergerandiye kurmancî. Pirr kêfa wî hat, keniya û got, “Te kîjan wergerandiye?” Min got, “Xençer.” Got, “Xwezila te tiştekî xweştir wergerandaya.”

*Di şertên wê demê de wekî dî çi motîvasyonên ji derve de hebûn ku tu binivîsî?

Bi rastî nivîsîn ji bo min pêvajoyeke hundirîn bû. Tiştekî ji derve de ku min motîve bikira tine bû. Ji destpêka nivîskariya min heta niha tiştekî ji derve de ku min motîve bike tine, xeyn ji baweriya min a bi edebiyatê û estetîka edebiyatê, û ne baweriya min lê pêwîstiya min a bi nivîsînê.

*Lê te zimanek bo nivîsînê hilbijart ku ji zimanên ku te pê edebiyat xwend û nas kir cuda bû û zehmettir bû…

Min kurmancî hilnebijart, belkî kurmancî ez hilbijartim. Ji ber ku demareke min a xurt a kurmancî hebû. Heta bîst saliya xwe ez li Hezroyê jiyabûm. Li Hezroyê gava yek bi tirkî bipeyive, ew dibe ‘qeşmerê gund’. Tirkî qet di jiyanê de tine bû. Ji dibistanê bigire heta mezinbûna min, têkiliyên bi malbatê re; ji derveyî her tiştê polîtîk… Birayê min jî zanîngeh qedandiye, lê heta îro di nava kîjan civatê de dibe bila bibe, em nikarin, weku dibêjin “gulê jî bikî serê wî”, peyveke tirkî bi hevdu re bikin. Erê çavkaniyên xwendinên min bi tirkî bûn û nivîsîna min bi kurdî bû, lê dema tu wusa dikî tiştekî wekî otomatîk çêdibû, belkî ez qet nedifikirîm ku bi tirkî dixwînim. Dibe ku ez hay jî jê tine bûm ku dinya jixwe bi wî awayî afiriye.

*Çavkaniyên nivîsandina te çi ne?

Em bi tiştekî mezin bûne bi rastî. Tiştê ku em mezin kirine çi ye? Li ser meselê, em dibêjin kurdbûn, fransizbûn, tirkbûn… Li gorî min ew ruhek e û qodên wî hene. Tiştên ku rûsbûnê, tiştên ku tirkbûnê pêk anîne hene. Dîrok e, çand e, ziman e, herwiha edebiyat e. Edebiyata gelêrî ye, stran in, rabûn û rûniştin e, û çanda xwarinê ye, têkiliyên bi dê û bavê re ne û hwd. Xeyn ji vana jî, di vê sedsala dawîn de berhemên nivîskî hene. Di tirkbûnê de, em bibêjin, para edebiyata nivîskî, edebiyata modern jî heye; para romanê, para çîrokê… Gava em li kurdbûna xwe dinerin, tiştên ku me dikin kurd çi ne, qodên me çi ne; tiştên ku em li ber dikevin, tiştên  ku em pê kêfxweş dibin, tiştên ku em xeyal dikin; ew çi ne û ji ku derê hatine? Li derveyî temamên xwendinan û pêvajoyên siyasî, rayên wê ên di nava civakê de hene: Gund û qesebeyên ku em jê hatine, ew dengbêjên ku me guhdarî kirine, ew çîrokên ku em îro jê re dibêjin “çîrok” lê di jiyana xwe de em bûne şahidên wê… Em her roj dibûn şahidên çîrokan, çîrokên jinrevandinê, ên mêrkuştinê, ên tolhildanê, ên heyfstandinê ku di nava eşîran de bi salan dewam dikirin. Evana qodên me afirandine, û bi rengekî wusa afirandine ku êdî birêveçûna me jî diyar kirine. Yekcaran dema em di rê de dimeşin xanima min ji min re dibêje, “Tu wek diyarbekiriyan dimeşî… hûn diyarbekirî çima wusa dimeşin?”

*Lê ew insanên ku ew qod di wan de hene û tu “gulê jî bikî sere wan” bi merivekî xwe re lefzekê bi tirkî naaxivin, vê carê tu “cercûrekê jî  vala bikî” nikarin teksteke kurt a peyama telefonê bi kurdî binivîsin, tenê bi tirkî dinivîsin ji nas û dostên xwe re. Ev ji bo kurdî xerabûna wan qodan e?

Li gorî min xerabûn e. Ji ber ku kurdî bi awayekî civakî serdema nivîskî nejiya. Mebesta min ji serdema nivîskî ew e ku serdema kaxed û xwendin û nivîsandin û dibistan û rojname û kitêb û kovaran nejiya. Rasterast ji serdema devkî derbasî serdema dijîtal bû. Ji ber wê, kesên ku çûne zanîngehan jî nikarin, yan wek rêyeke hêsan hildibijêrin ku tirkî kar bînin di nivîsandinê de. Qeyrana me ya îro jî ji wir tê jixwe, ji ber ku me serdemeke nivîskî nejiya.

*Digel wê jî, di vê serdemê de kesên ku di her warî de bi kurdî tiştan diafirînin jî dertên…    

Kurdîtî tiştekî du alî ye. Meseleya avantaj û dezavantajê yekcaran tevlihev dibe. Yek jê ew avantaj e ku hemî qad vala ne. Te dî li bal me dibêjin “kaxedê saya”, vala ye yanî, ji qada sînemayê bigire heta qada şanoyê, edebiyatê û nizanim çi û çi, tu dikarî heta bi qadên aboriyê dirêj bikî. Hin kes bi çavên bazareke vala li vêya mêze dikin, dibêjin “ku ez bikevim vê bazarê, ez çi bikim wê bibe huner.” Weke di salên 90î de, dema siyaset jî gurr bû, kê çi binivîsanda, helbestek yan çîrokek, dibû nivîskar. Kê stranek bigota derî li ber vedibûn; di destpêka salên 2000î de bi alîkariya tevgera siyasî derdiket televizyonan û hember girseyên bi sed hezaran. Îcar dema mirov li nifşê nû dinere, dibîne ku hin mirov bi vî çavî jî li kurdîtiyê dinerin û difikirin ku çi bikin wê bibe huner. Herçî meseleya edebiyatê ye, ê min, ez li ser navê xwe bibêjim, ev ji bo min ne meseleya hilbijartinê ye.Ez bi tirkî baştir zanibim jî, ez nikarim bibim nivîskarekî zimanê tirkî. Ji ber ku ew nebûye parçeyekî ruhê min. Û yek li nav civakeke tirkî mezin bûbe û biyaniyê çanda xwe, wan qodên ku me behs kir, be jixwe ew bixwaze bi kurdî binivîse jî tiştên ku ew dinivîse wê li hewa bimînin.

*Xewna te ya mezin çi ye, wek nivîskarekî?

Tiştên ku ez dixwazim pirr in. Yek jê, min dixwest ku min li ser kelepûrekê dewam bikira. Yanî, paşerojeke (rabirdûyeke) vê edebiyatê hebûya. Paşeroja wê ya romanê, çîrokê… Ez tinebûna wê hîs dikim, ji ber ku li ser çandekê hêşîn nebûme. Ev belkî xeyaleke pûç e, ji ber ku paşeroj çû… A duyem jî ew e ku girseyeke mezin a xwendevanan hebûya, edebiyateke pirr gurr hebûya û min jî xwe di nav wê edebiyatê de bidîtaya. Xeyaleke min î din jî ew e ku ez bi rastî bibûma nivîskar. Yanî çi? Yanî ku min karekî din nekira û pêdiviya min pê tine bûya, fikarên aborî û meşandina jiyanê tine bûna, û min binivîsandaya… Belkî ez vêya ji xwe re dikim behane û dema dipirsin “Tu çima hindik dinivîsî”, dibêjim “ez mamoste me, ez bav im, li malbatekê dinerim.” Min karibûya bi nivîskariyê debara xwe bikira, wê demê ez ê pirr pirr bextewar bûma.

*Lê di vê rewşa kambax de jî tu dinivîsî û diafirînî. A niha çi heye di nav destê te de?

Ez a niha romanekê dinivîsim. Lê ew jî, ji qewla bavê min, bû “çîroka çêleka hezretê Mûsa.” Her cara ku meseleyek pirr dirêj dibû bavê min wiha digot. A min jî pirr dirêj bû. Her carê meseleyek dertê û nahêle ez wê bi dawî bikim. Pirrê wê temam bûye bi rastî. Di serê min de qediyaye jixwe, tenê maye li ser kaxedê binivîsim. Ev roman bêtir di salên 1915-20an de derbas dibe û tê de çîroka Asûsê şax vedide,  kûrtir û berfirehtir dibe piştî xwendin û tecrûbeyên min ên bi salan.

 Bas News

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply