Mehmet Atli: Rewşa gelê Kurd çewa be, rewşa çand û hunera Kurdî wiha ye

Navenda Çandî û Hunerî Anka li Wanê, xebatên xwe yên hunerî didomîne. Bi pêşengiya Navenda Ankayê, Mehemt Atli, li Wanê konserek lidar xist. Atli ji bo Kurdistan24 boçûnên xwe yên li ser çand û hunera Kurdî ragihand. Beşdarên Konserê jî kêfxweşiya xwe ji lidarxistina konserê ragihandin.

Navenda Çand û Hunerî Anka, li Wanê, projeyeke bi hunermendên navdar û pispor re xebat meşandinê lidardixe û di çarçoveya wê projeyê de, di 13’ê Cotmehê de jî Mehmet Atli konserekî lidarxist.

Hunermendê Kurd Mehmet Atli, ragihand ku rewşa çand û hunera Kurdî, bi rewşa siyasî û civakî ya Kurd û Kurdistanê ve girêdayî diguhêre û diyar kir ku divê ji aliyekî ve li ser çand û hunerê lêkolîn bên kirin, ji aliyê din de jî, ji bo pêşketin û nûjeniyê jî xebat bên meşandin.

Hunermend Mehemt Atli ji K24ê re got: “Rewşa me ya aborî û siyasî çiqas xurt be û bi pêş de biçe, huner jî ew qas bipêşve diçe. Rewşa hunermandan jî ew qas baştir dibe, çêtir dibe. Li gor dîtina min rewşa gelê Kurd çi be, rewşa sînema Kurd jî ew e, rewşa gelê Kurd çi be rewşa muzîka Kurdî jî ew e. Loma ez xwe li ciyekî xirab nabînim lê dikaribû baştir jî bibûya.”

Rêvebirê Navenda Çand û Huenrî Ankayê Necdet Bayat jî diyar kir ku ew hewla ku bi hunerê bêhnekî xweşî bi gel û welatiyan bidin dayîn didin û dê hewldanên xwe berdewam bikin.

Muzîkjen û Rêvebirê Ankayê Necdet Bayat dibêje: “Îro konsera Mehmet Atli tê lidarxistin û beşdariyeke baş heye. Mehmet Atli bi xebatên xwe di muzîk û hunera Kurdî de, xwedî ciyekî taybet e. Gel jî her ku navê wî derbas dibe, bi beşdarbûnê xwedî li hunera xwe derdikeve.”

Fûat Taş ku roch muzîka Kurdî dike jî kêfxweşiya ji beşdariya konsere ragihand û got: “Mehmet Atli, hunereke gelek baş pêk aniye. Berê di Koma Dengê Aazadî de destpê kir û piştre jî bi serê xwe xebatên xwe yên hunerî yên taybet û baş meşand.”

Mehmet Atli, li gel Mamoste, bestekar û vebêjê muzîka Kurdî hemwext avahîsazekiye jî. Atli ji 2015’an ve li Beşa Avahisazî ya Zaningeha Artûkluyê wek perwerdekar kar dikir,lê ji wê peywira xwe veqetiya.

K24

Derbar ziman

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply