Mehmed Uzun; Nûserê jiyana mişext û mirina lezgîn

Li gel rexnekirina romannûsiya wî jî tu kes tune ye ku sûda keda wî li pirtûkxaneya kurdî nebîne û navê wî wek îmzeya herî xurt û navdar a wêjeya kurd nehesibîne; Lewre ew nûserê romana nûjen a kurdî ye û bi berhemên xwe rêyeke qerase li pêş romana kurdî vekirî ye. Bê guman em qala honannûsê bîra qedera jîndarê kurmancî Mir Celadet Bedirxan, Mehmet Ûzûn dikin. Di 8. salyada Ûzûn de me ew ji hevalê wî nivîskar Şehmûs Dîken pirsî û Dîken jî meselokên Ûzûn ji me re vegotin.

‘Ji nûciwanî ve rewşenbîriya wî diyar bû’

Her çiqas di nav bizav û tevgerên siyasî de cih bigire jî, hê ji nûciwaniya xwe hewla xwe ya rewşenbîrî diyar dike. Nivîskar Şehmûs Dîken ku di salên 80’yan de li Enqere’yê hevaltiya Mehmet Ûzûn dike qala wan salên Ûzûn kir û got ku Mehmed Uzun, li Enqere’yê di nav bizava ku li derdora Govara Rizgarî û dû re jî li dora Ala Rizgarî birêxistinbûye cih girtiye û hê ji dema lîseyê ve nasnameya xwe ya rewşenbîrî afirandiye û xwediyê pênûseke serkeftî bûye.

Diken got: “Uzun, hê di dema lîseyê de digel pêşeng û rêberên siyaseta kurd ku pir jê mezintir bûn, li girtîgeha Amedê maye û wan nas kiriye û bi vî awayî jî nasnameya xwe ya rewşenbîrî geş kiriye. Beriya Cuntaya 12’ê Îlonê ku êdî rewşeke tarî hêdî hêdî xwe dida der Uzun jî dizanibû wê bikeve hepsê û ji ber vê yekê bi ser Sûriye’yê ve diçe Ewropayê. Jixwe di romana “Tu”yê de qala van tiştan kiriye.” Diken anî ziman ku wan wek Komeleya Rojamevanên Başûrê Rojhilatê (Güneydoğu Gazeteciler Cemiyeti) di sala 1997’an de ew vexwendine Amedê ku 20 sal piştî sirgûniyê Uzun  cara pêşî dihate Amedê, wan çaxan li binê sûran lokala komeleyê hebûye û wan jî li wê derê hevpeyvînek pêk anîne bes ji ber ku polêsan bi hejmara ji beşdarvanan gelekî zêdetir dora lokalê dorpêç kirine û ji ber tirsê tenê 37-38 kesên ‘wêrek’ hatibûne  hevpeyvîne, ji vê bonê Uzun gelekî xemgîn bûye.
‘Divê ez herikandina çemê Dîcleyê bibînim!’

Diken, serpêhatiyeke balkêş parve kir û got ku di sala 2007’an de Uzun, lê geriyaye gotiye ez romana ‘Hawara Dîcleyê’ dinivîsim, ji ber vê jî divê ez herikîna Dîcleyê bibînim û ew çûne cem Pira Deh Çavî; Lê wê demê Çemê Dîcle’yê pir lawaz bûye, jiber vê yekê gotiye; ‘Roman bi vê avê nayê nivîsandin; Lewre di têgihîştina lehengên romanê de Dîcle har e û ji ber vê yekê divê ez biçim Cizîrê. Diken got: “Lê wê demê Cizîr ne ewle bû û di çapemeniyê de navê Mehmed Uzun li gel navê Yaşar Kemal, Orhan Pamuk û Zülfü Livaneli bi gefan dihat nivîsandin û ji ber vê yekê ew jî hate taloqkirin. Piştî 8 mehan, Mehmed dîsa li min geriya û got: ‘Teqez divê ez biçim Cizîrê.’ Ez li nasekî geriyam û wî got; ‘Rewş aramtir e, werin.’ Em li qeymeqam geriyan. Me Mehmed wek akademîsyenekî ji Zanîngeha Stenbolê Beşa Ziman û Çanda Tirkî da nasîn, me xwe kamûfle kir û em çûn serlêdana qeymeqam. Qeymeqam em birin Birca Belek, em çûn heta jûra Mîr Celadet Bedirxan û zindana Mem. Dûre Ûzûn roman nivîsand.”

Romaneke nenivîsî: Meşa Mele Mistefa û Pêşmerge

Dîken bi bîr xist ku Mehmet Ûzûn, demekê li ser vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çûye Başûr û ji Mesûd Barzanî re gotiye; “Ez dixwazim romana meşa dirêj û destanî ya Mele Mistefa Barzanî û Pêşmerge ya Sowyetê ya piştî rûxana Komara Mahabadê û 12 salên wî yên mişextiyê binivîsim” Dîken da zanîn ku Ûzûn pir grîngî daye vê romanê, ji bo vê yekê xwe gihandiye 5-6 pêşmergeyên di meşê de cih girtine û bi wan re hevpeyvînên dûvedirêj kiriye. Diken got: “Lê belê piştî vegerînê êşikên nexweşiya wî destpê kirine û dûre li Swêdê aşkere bûye ku tûşî pençeşêrê bûye û ji ber vê yekê ev xebata wî encam nedaye.”
‘Hezkirina gel temenê wî dirêj kir’

Diken got ku bijîjkên Swêdê jê re gotine tenê heftiyek deh roj emrê te maye bes Mehmed, piştî ku hat Amedê bi hezkirin û mijûlbûna gelê kurd 15 meh jiya û beyî ku bangewaziyê bikin ji hezarî zêdetir kes hatibûn balafirgehê. Diken anî ziman ku Mihmed Uzun, di wan 15 mehan de şahidê gelek tiştan bûye ku hêjayî emrekê bûn û wisa domand: “Mehmed bû şahidê xwedîderketina gel ku ev yek bo wî gelekî girîng bû. bû şahidê xwedîderketina sazî û dezgehên kurdan. Bo nimûne li Qada Şêx Seîd, dîwana dengbêjan hatibû lidarxistin, ew jî ji paca Nexweşxaneya Veni Vidiyê vê dîwanê temaşe kir. Ev yek tiştekî bêhempa bû, her wiha nivîskarên kurd bi dorê pirtûkên wî îmze dikirin. Gelek mirov dihatin serdana wî û da ku jê re bibe şîfa, gelek tişt dianîn. Ev hezkirin jiyana wî dirêjtir kir

Wesîyetnameya yekîtiyê

Diken, qala wesiyetname û merasîma cenazeyê wî kir û got ku berê wî xwestiye li Siwwêreka bajarê xwe, li tenişta Necmettin Büyükkaya û Ferit Uzunê pismamê xwe bê veşartin lê piştre bi peşniyara Şehmus Dikenî, ev wesiyeta xwe guhertiye û bi vî awayî li amedê hatiye veşartin. Her wiha di wesiyetnama xwe de gotiye ku bila Ahmet Türk, Şerfettin Elçi û Yaşar Kemal, di rêûresma wî de biaxivin û Şivan Perwer û Ciwan Haco jî sitranan bêjin. Diken got ku wî bi zanebûnî ev kesayet hilbijartiye, lewre Ahmet Türk, di nav bizava Bakur de kesayetekî girîng e û wê çaxê Şerafettin Elçî jî bi BDP’yê re tifaq nekiribû, Yaşar Kemal jî bavê edebiyatê bû û ev yek peyama yekîtiya gelê kurd di xwe de dihewand.

‘Di xewn de bi lehengan re dipeyivim’

Diken, anektodên balkêş derbarê nivîskariya wî de parve kir û got ku Uzun dizanibû ku bi zimanê taxê meriv nikare romanê binivîse, ji bo vê jî diket pey kîtekîtên zimanê kurdî, diket pey peyv û gotinan, bo nimûne digot ez ji Mûsa Anterî hînî kurdî bûme ku ev naye vê wateya ku berê kurdî nedizanî lewre Anter, hostayê îroniyê bû. Diken bale kişand ku Uzun xwe tenê wek nivîskarê kurdî nedida nasîn lewre ew bi sê zimanan, kurdî, tirkî û swêdî berhem dinivisand lê li ser kurdî îsrareke wî hebû. Diken got ku piriya ku Uzun girîngiyê dida kurdî, nedihişt romanên wî yên wekî Bîra Qederê, Siya Evînê, Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê salek du sal piştî çapa kurdî bo tirkî bên wergerandin, digel vê jî wî pir girîngî dida wergera pirtûkên xwe û digot wergerên berhemên min tama xwe ya edebî nade û ew xwe wek nivîskarekî bêsiûd dihesibsand, ji ber ku kes tune bû ku berhemên wî bi kurdî wergerîne îngîlîzî. Diken da zanîn ku demekê çûye Stockholmê û Uzun ew li cihekî bi navê Gamla Stan gerandiye ku bi taxên xwe yên tenik pir dişibiya kuçeyên Amedê û wisa domand: “Uzun digot min li vir ji xwe re Amedeke xwe ya piçûk afirandiye. Li wir rûniştiye û romana ‘Tu’yê nivîsandiye. Uzun di vê baweriyê de bû ku nivîskarî pîşeyekê ye û yên dixwazin bibin nivîskarekî baş divê hemû wextên xwe jê re veqetînin. Digot ez carinan di xewna xwe de bi lehengên xwe re şer dikim, bi wan re dipeyivim, nîvê şevê ji cihê xwe dipengizim û dinivîsim.”

Çavkanî: basnews.com

Lîsa Deysem

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply