Meha Remezanê Divê Bibe Meha Alîkariyê

Bêguman pir hîkmetên meha remezanê hene.Yek ji vana jî ev e, vê meha pîroz de Xwedê teala mislimanan tî û birçî dihêle ku feqîr û xizan û jar û perîşan werin bîra wan.Bi vê sedemê jî însanên ku rewşa wan a aboriyê baş e alîkariya însanên feqîr bikin.

Pêxemberê me (S.X.L) di hedîsek xwe de wisa ferman dike : “Merivê ku ew têr be, cîranê wî birçî be ew ne ji me ye.” Em bizabin ku nî’metên ku Xwedê teala daye me ne tenê yê me ye.Dinav van nî’metan de heqê feqîr û xizanan jî heye.Em tu carî heqê feqîr û xizanan ji bîr nekin.

Ne tenê di meha remezanê di hemû mehan de herdem însanên feqîr û belengaz bila werin bîra me. Bitaybetî meha remezanê de ku meha remezanê de Qur’an-a pîroz jî nazil bûye ji ber vê yekê ji xwe remezan bûye mehek pîroz em naxwerinên xwe bi cîranên xwe re parve bikin.Em heval û hogir û cîran û merivên xwe de’wetê mala xwe bikin , em wan li mala xwe bifitrînin.

Gelî birayên e’zîz ! Werin em vê meha remezanê bikin meha alîkarî û pîgarî û piştgirî û hezkirinê.

Hêvî û dia dikim ku meha remezanê ji hemû a’lema Îslamê û ji hemû însanan re xêr û bereketê bîne.Bi vê mûnasebetê meha remezanê ji hemû bawermendan re pîroz û mibarek be.

Abdullah Bozkuş
Dema weşandinê ya di Çandnameyê de: 6.06.2016

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply