Med û zimanê wan

Serboriya dîrokî

Navê Medan di çavkaniyên Aşûrî, Farisiya Kevnare û Yûnanî de hatiye û vedigere sedsala 9em a beriya zayînê (B.Z.). Ji destpêka derdora sedsala 8em (B.Z.) ve Med carinan ser bi paşayên Aşûrî bûn lê piştre derdora 715 (B.Z.), Dayaûkkû/Diyako ku Herodot, dîroknivîsê yûnanî wekî Deoces bi nav dike, rêzeşoreşên dijî Sargonê Duyem (ji 722 heya 705 BZ desthilatdar bû), paşayê Aşûran, dest pê kir.

Kûaksarês/Kiyaksar (625-585 B.Z.)  bajarê Êkbatana (Hemedana îro) wekî paytextê xwe hilbijart. Di sala 625 (B.Z.) de, wî desthilata xwe ser Parsan/Farsan sepand. Piştre êrişî Aşûriyan kir û li sala 614 (B.Z.) bajarê Aşûrê girt. Di sala 612 (B.Z.) jî bi hevpeymaniya paşatiya nû-serbixwe ya Babilê bajarê Nêynewayê girt û qiraliyeta Aşûriyan hilweşand.

Piştre, Kiyaksar erdê paşatiya xwe berfireh kir û hemû rojhilatê Anatoliyê jî girt. Piştî wî kurê wî Astiyagês (584- 550 B.Z.) hat. Parisan bi rêbertiya Kûroş dijî wî şoriş kirin. Wan bi hevkariya beşek ji artêşa Medan bi serokatiya kesekî bi navê Harpagûs Ekbatana girtin û paşatiya Medan hilweşandin. Ji wê demê ve Med ji hêla siyasî ve ser bi Parsan bûn, elbete Parsan bi çavekî wekhev li Medan dinêrî û lewma her du gel wekî gelekî dihatin dîtin.

Ziman

Mixabin tu belgeyên nivîskî bi zimanê Medan nemane. Em ji Parsiya Kevnare û çavkaniyên Aşûrî dikarin tenê çende peyvên Medî binînin ku piranî jî navên kesan in. Van çavkaniyan derfet dan zimannasan taybetmendiyên taybet ên dengnasî û morfolojiya zimên jev derxînin.

Enktîl Dupron Zend wekî zimanê Medan dibîne û Klokêr, Hêrdêr, Îsk, Tîçsên û Hîrên jî vêya erê dikin. Corc Rawslînson wêya wekî zimanê devera Baktêriya û bakûrê rojhilatê Îranê dizane. Ew dibêje bêguman li bal Medan nivîsîn hebûye, herî kêm ji dema ku wan Aşûr têk birin û desthilat afirandin. Wek mînak, Harpagusê Med nameyek ser postê kêvrûşkê nivîsiye û ji Kûroşî re şandiye. Hêrodot jî vêya erê dike. Herwiha, Nîkolas Demêşq dibêje paşayê Med ê bi navê Arsêûs ser posê xezalekê nameyek nivîsiye û ji Nanarûsê, hakimekî xwecihî, re şandiye. Ev nivîskarê Amerîkî dibêje li serdema Hexamenişiyan de du alfabê dihatin bikaranîn, yek li Medyayê û ya din jî li welatê Parisan.

Jûl Opêrê fransî jî di pirûka xwe ya bi navê Gel û Zimanê Medan de ser vê bawerê ye ku kevirnivîsên sê-zimanî yên ji serdema Hexamenişiyan ve mane, yek ji wan bi zimanê Medan e. Mêhrdad Melikzade, kevnarenasê îranî, jî dibêje îro êdî kevnarenasî nikare tiştekî li agahiyên heyî li bara ziman û çanda Medan zêde bike, tenê divê zimannasî were meydanê û arîkariya kevnarenasiyê bike. Ew di gotareke xwe de qala vêya dike ku li serdema desthilata Riza Şahê Pehlevî de ku ser Îrana kevnare gelek lêkolîn hatin kirin, Riza Şah ne tenê ji lêkolînên kevnarenasiya serdema Medan piştevanî nekir, lê li bajarê Hemedana îro, paytextê berê yê Medan rê da li hemû şûnwarên bermayî ji serdema Medan avahî û xaniyan çêbikin û bi vî awayî ew cih têk birin.

Jixwe dema mirov dinêre, wî saljimêra xwe ya şahtiyê ji 2500 salî beriya niha ve diyar kiriye lê hemû dîrokzan hetanî yên faris jî dibêjin yekemîn hikûmeta ku li Îranê çêbû ya Medan/Kurdan bû. Riza Şah zanezane/bi qestî 200 salî ber çav nagire bo ku navê kurdan neyê gotin. Li serdema Riza Şah de zimanê kurdî wekî ‘’devokeke farisiyê’’ dihat binavkirin, wî bi şopandina rêya Mistefa Atatirk ji kurdan re digot ‘’îraniyên çiyayî’’, herwiha piştî serhildana Agiriyê, çend hezar malbatên kurdên Celalî ji Makûyê bi darê zorê sirgûnî gund û bajarên cûrbecûr ên navenda Îranê kir ku heya çend nifşan bihelin û kurdbûna xwe ji dest bidin.

Encam

Herwiha ku gelek lêkolîner jî dibêjin mirov nikare qebûl bike Med xwedan desthilat bûn lê bê ziman û nivîsîn bûbin. Eger îro zimanê kurdî maye, ev yanê zimanê Medan jî pêvajoya xwe ya dîrokî domaniye. Bo zelalbûna mijarê pêwîst e kesên kurd-ziman, şareza ser mijarên dîrokî, kevnarenasî, pispor ser zimanên kevnare yên îranî lêkolînên berfireh ser mijarê bikin û bêguman ew ê bigihîjin encameke diyar.

Elî Paksirêşt

ev nivîs 28/08/2019an de di Basnews.comê de hatiye weşandin.

Çavkanî:

1- مادها؛ نوشته ی جرج راولینسون؛ ترجمه هاشم کرمی؛ نشر پانیذ/رونیکا؛ چاپ دوم، 1396.

2- تاریخ ماد؛ ایگور میخائیلوویچ دیاکنف؛ ترجمه ی خشایار بهاری؛ نشر فرزان روز، 1393.

3-  یادداشتهایی واژگون درباره تاریخ و باستان شناسی دوره ماد؛ مهرداد ملک زاده؛ باستان پژوهی ۱۳۸۱ زمستان شماره 10.

4- Le peuple et la langue des Mèdes;  Jules Oppert ; Maisonneuve et cie ; 1879.

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply