Mebest Girîng e

Di stranên Kurdî de peyvên zayendî pir hatine bi kar anîn. Lê ez bawerim hemû Kurd wekî min difikirin ku zêde mirov pê aciz nabe û bala mirov jî zêde nakşîne. Hevala min a malê carekî ji min wergerên çend stranên ku ez li wan guhdarî dikim xwest. Min jî, ji sê çar stranan du sê rêzik wergerand Tirkî. Bi wergerê ez çi bala min bikşîne başe, di her çar sitranan de jî behsa sing û berên jinan dike. Ez di ciyê xwe de şemirîm. Niha Tirkî ya wan sitranan ji hevala xwe re bêjim Xwedê wekîl wê serî li min hil de. Wan roja jî strana Banû Alkan di rojevê de bû. Car caran ku hevala min lê guhdarî dikir, min tinazê xwe pê dikir. De ka ev hale, ev çi bê namûsi ye…

İnca ” Neremi neremi?” Û kilama Tarqan ku digot ”yakalarsam muç muç?” Tabî xwedê emrê dirêj bide Banû Xanim hinekî jî bi tevgerên erotîk digot. Tarkan dîsa wîsa.

Piştî demekî fikirîm şûnde min lênûska wergerê dirêjî hevala xwe kir. Hîqe hîq pê ket û got; tu careke din ji Banû ya rebena hêsîr re bibêjî beredaya pîsa heram, ez ê bi te re şer bikim. Dengbêjên we, bi piranî rûniştî û destên wan li ber goyên wan, carnan jî dikin ixte ixt û qirika xwe paqij dikin. Banû li ser pîya û xweş li hev tevdigere!

Gelo nizam ev pir bahs kirina peyvên zayendî ji xwezayî ye yan jî wekî fend û dolabên dagirkerane ku bi vî qandi erotik û dirêj hatine honandin?

Mebest, herdem bi gotinan nayên ziman, divê mirov bi têgihîn be! Ez çiqas êvaran bihatima mal, ez û Xalê Sebrî li rawestgehê leqay hev dihatin. Wî, bê awerte her car û bê silav ji min bipirsiyana: “Tu vê nivê şevê bi tena serê xwe ji ku têy?” Ez jî her gav diçûm destê wî û min jê re vedigot: Ez ji dibistanê têm!

Ev salkî salewext wisa berdewam kir. Lê ez êdî hêdî hêdî aciz bibûm ji vê pirsê? Şevekî min ji bavê xwe re got: ” Bavo, ez çiqas werim malê, halê min û Xalê sebrî ev e, lê ez êdî eciz bûm ji bersîvandina wî. Ji kerema xwe re, tu jê re bêje, ji min fahm nake belkî ji te fahm bike.”

Ez êdî tam xama bibûm. Bavê min zû bi zû min hembêz nedikir. Ku ez, ew roj kelegirî bibûm min hembêz kir û : “Tu êdî diçî zanîngehê, tu yeka zanayî. Divê tu behn fire bî û têbigêhî ku ew tenê ne pirsa çûn û hatina te dike, ew bi vê pirsa xwe; silav dide te, hal û ahwalê te dixwaze hîn bike, li te xwedî derdikeve ronahî ya çavê bavê xwe…

Herhalde vê têgihîna bavê min ne tenê ji zanistî bû, cewherek xwedamendî jî hebû di rihê wî de… İnca carcaran ez jî wekî Xalê Sebrî mebest a xwe nikarim bi peyvan ji lêvan biweşînim, divê ji bo bervêderê min jî, bavkî wekî bavê min hebe!

Nivîskar: Berfîn Dîcle

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply