Meala Amener-Resûlû

Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn. (Dest bi xwendina xwe dikim.)

Meala Amener-Resûlû

Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn. (Dest bi xwendina xwe dikim.)

285 – Pêxember bawerî pê anî, bo ew daxistinên ji aliyê Xweda ve hatî. Bawermendan jî (bawerî pê anîne). Bi tevahî, bi Xweda û bi melayîketên (Firîşte) Wî û bi Pirtûkên Wî û bi pêxemberên Wî, bawerî pê anîne. (Gotin), Em tu pêxemberekî ji yê dî cuda nakin (Ku em baweriyê bi hinekan bînin û hinekan jî înkar bikin). Mûmînan got: “(Xwedayê me!) Me fermana te bihîst û em ji te re berdest bûn. Xwedayê me! Em lêborîna gunehên xwe ji te dixwazin, vegera me jî tenê bal te ve ye.”

286 – Xweda her kesî ancax bi gorî hêza wî/wê, wî/wê binbar dike, xêra ku bi dest xistiye her ji bo wî/wê ye û gunehên ku bi destê xwe ve aniye jî her di stûyê wî/wê de ye. Rebbê me! Eger em (fermanên te) ji bîr bikin an jî em (qedexeyên te) bêhemdê xwe bikar bînin, li me negire. Rebbê me! Her wekî te barê giran yên pêşiyên me kirî, wisa li me bar neke. Rebbê me! Barê ku em neşên hilgirin jî li me bar neke. Kêmasiyên me biborîne, me ji gunehan paqij bike û dilovaniya xwe li me bike. Xwediyê me her tu yî, Li dijî gelê kafiran jî alikariyê bide me û me serdest bike.

Sedeqel-lahûl’ezîm

Necmettîiê Kewê-Kurtdiliedebiyati.com

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply