Maxûlê Kerê

Di pêşî de, ji bo ku kes ji xwendevanan nebêje va mirova li ser tiştên bê sinc diaxife, an jî di dilê xwe de bêje tê bê ku tewir babet li gerdûnê nemane bêyî babetên îrotîkî heyanî ku ev camêr şorên binfilitî dike. Lewra pêşda dibêjim ku mijara vê bûyerê ne li ser jiyana rêgezî ye. Wek hûn dizanin gava ku du kes bi hev dikevin, di dema pevçûna wan de, ger şer tenê bi devan be an bi destûlingan be, çi hate ber devê mirov dibêje û çi bi ber desta ket davêje. Vêca ji ber bêhîntenkbûna yekî di navbera diyalogê de, li şûna gotinên mîna şivekî an çovekî an merdûmekî vewşnîne yê hember xwe, peyva maxûlê kerê bi ber lepa ket û avête yê pêşberî xwe.

Lê ka em ji we ra zelal bikin ku ew mirov ji çi bêhnîteng bibû heyanî ku bi alavê kerê ve şand. Jixwe destpêka bûyerê di rojekê ji rojên havîna sala 2014an de bû, û çîrok girêdayî xortek ji xortên Kurdê Efrînê yê bi navê Bangîn bû. Yê ku ji ber şerê Sûriyê reviyabû, wekî bi sed hazaran kes ji welatiyên Sûriyê; di dema ku pirek ji nasên wî xortî ber ve welatê Libnanê ve çûbûn, da ku rastî piroblêmên zimên netên wek yên dev dane Ewropa an Tirkiyê, îcar ji wê giropî Bangîn vacayî wan kiribû, berê xwe dabû Tirkiyê.

Û jiber ku xort kesek li Tirkiyê nasnedikir ji bilî dostekî xwe yê bi navê Êhmo ew ê ku li Stenbolê dijiya, lewra berî ku Bangîn sînor derbas bike, çend axaftinên dirêj di rêya intirnêtê re bi hevalê xwe Êhmo re çêkirin, û li ser handana Êhmo wî berê xwe da Îstanbulê cem dostê xwe yî berî cengê.

Piştî ku gihîşte xaka Tirkiyê, yekser dev da Stenbolê, û li wê bajarî ku ji Sûriyê tev mezintir bi cî bû, di wê navberê de  heval û hogirên Êhmo karek ji Bangîn re dîtin, da ku ta demekê jiyana xwe li wir derbaske, heyanî şerê Sûriya sar dibe û ceng barê xwe datîne û hêdî hêdî aramî rû dide, û ji ber ku derûniya Bangîn pir pê biha bû, bi lez daket meydana xebatê rojane da ku nebe bar li ser milê kesekî din.  Lewra hema bi gihîştina wî ya bajarê Stenbolê re xwe berdabû qada kar wek bêtirî penaberan Sûriyê.

Tewir hîn berî ku nexwaşiya Korona li cîhanê peyda bibe, ew ketibû qarantînayê, çimkê dema ku ji kargehê vedigeriya mal bi ti alî din de nediçû, û tenê ji kergeha biçûk ya ku karmendên xwe pir hindik bûn diçû mal û ji mal vedigerî cihê kar, bi vê awayî roj û şevên wî teqle dibûn.

Jiber ku temenê cengê dirêjkir û veger zû zû çênebû, Bangîn xwest bêhnekê bi xwe de, û wek ku çawa li gundê  xwe diçû baniyan û bi şadî li ser pişta sirt û çiyan dimeşiya û rûnedinişt, heyanê ku ji hal diket û paşê dizîvirî mal. Wek çawa li herêma Efrînê dikir, xwest li rêçên biyaniyê jî carekê li bajarê nû bigere û dîmenên wê bi çavên xwe temaşeke.

Piştî bi wê hizrê rabû bi telîfonê bi dostê xwe Êhmo yê ku ji berî wî bi çend salan hatiye Tirkiyê axifî û got:

  • Birayê Êhmo daxwazeke min ji te heye, ger tu aciz nabî ji te bêjim
  • Fermo birayê Bangîn, ez amade me
  • Ger derfet li ba te heye kekê Êhmo ku tu rojekê xwe ji min re vala bikî, çimkî ez dixwazim tu min li vê bajarî bigerînê, jiber te hajê heye ku ez bi zimanê Tirkî nizanim û ne jî nexşeya vê bajarî dizanim, da ku derkevim seyranê rojên bêhînvedanê.
  • Çima na dosto, ez jî dixwazim carekê kolanên bajêr bidim bin lingên xwe.

Soz dan hev ku roja yekşemê berî hertiştî herin taştiyê li xwaringehekê li taxa Ekserayî bixwin û di dû re ê devê xwe berve Sultan Ehmed bikin û di dû ra herin Emûnnû, piştî wê jî berê xwe bidin kolana Istîklal û gera xwe li meydana twqsîmê bidawî bikn.

Dawiya heftê bi lez hat û herdu dostên hev bi kêlek hev ketin û  ji taxa Esenler birêketin û dev dan Ekserayî, piştî ku nan xwarin Êhmo bi Bangîn re got:

  • Bi ya min be ka em çayekê jî vexwin li çayxana Weten û di dû ra gera xwe dest pê bikin. Bangîn got:
  • Tu zanê hevalê delal

Jiber ku ew bidûrxistin û derengman, ne bi dilê Bangîn bû, lewra peyala çayê lê bû ziqûm, çimkê hîn firek li peyalê nexistibû dostekî Êhmo di pêşiya çayxanê re diborî, û hema bêyî ku Êhmo destûrê ji Bangîn bixwaze deng li dostê xwe yî din kir, û vexwendî masa xwe kir.

Ji aliyê xwe ve wî rêwiyî jî qe negot na û hema di cî da rêça xwe guhirî û xwe li masa wan girt û xwe li ser daniştokê pan kir. Êhmo dostê xwe û Bangîn bi hev naskirin dan, û bi Tirkî bi mêvanê xwe yî nû re axifî û vegerî bi Kurdî bi Bangîn re deng kir, ji ber ku Êhmo ji zû de di nav karîgehên Tirka de dixebitî Tirkiya wî baş bibû, lê a Bangîn tewir tune bû, lewra Êhmo di navbera wan de bû wergêrvan.

Jiber ku Bangîn dema li Sûriyê bi xwendinên derûnî re têkildar bû, bala xwe da mirovê ku bi Tirkî diaxife tevî ku Kurd ın li gorî şiroveya Êhmo, lê tenê bi Tirkî deng pê diket gava noba denkirinê digihîştê, û piştî çend pirs û bersivan Bangîn bala xwe dayê ku mîvanê masa wan bi çavekî biçûk û nizim li Bangîn mêze dike û di nav peyva ra henekan jî bi Bangîn dike, jiber ku bi Tirkî nizane biaxife. Piştî ku Bangîn hinekî bêhn teng bû, bi Êhmo re got: Dostê hêja va yê derê de me û hîn pir dever li pêşiya me hene ku em serdanê bikin.

Di dû têbîna Bangîn re hema çend kêlî qediyan, wan destûrê çûyînê xwestin û xatir û lêborînên tevlîhev ji mêvanê xwe xwestin û birêketin. Lê hîn deh gav neavêtibûn Bangîn got:

  • Kekê Êhmo destî min li ser serî te be ew kesê ku te teklifî maseya me kirî mesqeriyên* xwe bi min nedikirin çima ku ez bi Tirkî nizanim? Êhmo got:
  • Tu ê durust dixwazê dostê Qadiro bi xwe ne kesekî xirab e, lê daku derewan li te nekim, erê ew ji wê modêlê ye, ewên bi çavekî nizim li yên bi tirkî nizanin mêze dikin!

Bangîn deng bi xwe nexist,  lê di hundirê xwe de pir xeydî û lê çetîn hat, û her ku diçûne sardana cihên berê soz dabûn ku rêça xwe pêxin, sigûmê wê meyvanî û tevgera xwe dihat ber çavên Bangîn, û ji ber ku wê mijarê ew pir xemgîn kir, loma bi çêja seyranê hest nebû, tevî ku di wê rojê de sardana tevaya cihên nîşankirî kirin.

Piştî ku roj çû ava û tariya êvarê weke qirkeke reşqitranî li hafa wan nîşt, hêdî hêdî vegeriyan mal. Lê rûniştina li çayxanê û tiştên tê de diyar bûne li Bangîn bûn bar, loma di hundirê xwe de biryar da ku ji duşemê de here taxa Fatêh navendên ku korsên fêrbûna zimên tê de didin bibîne û dest bi fêrbûna zimanê Tirkî bike, û wek kurdê Efrînê dibêjin: ((lome ya mera kûr dikin ya jî mera jîr dikin)) û ji ber ku Bangîn xortekî vîndar bû, lewra henek û lomên ku di çavên Qadiro de xwendine ew jîr kirin, û bi lezgînî cihek ji navendên fêrbûna zimên li nêzîk nexwaşxaneya Hesekî veqetand û xwe li noba bi şevê tomar kir, dest bi korsên zimên kir, astên a1 û a2 qedandin, di dûv re çû qonaxa duyem û astên b1 û b2 jî bi dawî kirin. Hest bû ku aniha dikare biaxife û pirtûkan bi xwe bêyî şêwira mamosteyan bixwîne, her ku diwestiya ji ber karê wî yê rojane li cihê tê de dixebitî û di bera korsên zimên, ew bûyera ku pê re li çayxanê çêbûye hêz didayê û hîn li xwe zor dikir, û bi  xwe re, di dilê xwe de digot: Çawa ez ji gundê xwe Çolaqa yê girêdayî navçeya Cindirêsê çûme bajarê Heleb û hêdî hêdî baş fîrî zimanê Erebî bûme û tê de weke kesekî pispor hatima nasîn di nav xwendekaran de, tevî ku berî ez herim bajarê Heleb min tişt ji zimamê erebî nizanî, divê ez niha jî wisa bim û baş bi Tirkî biaxifim û bighînim radeya xwendin û nivîsandinê.

Bi wê awayî di nav keda karê rojane û korsên zimên de roj û heyv borîn, êdî Bangîn ne tenê fêrî zimên bû, na bi wê nekir û dest bi xwendina lêkolîn û roman û çîrok û helbestên tirkî jî kir, û piştî baweriya xwe baş bi xwe çêbû rojekê bi dostê xwe Êhmo re axifî û got:

  • Birayê Êhmo vaye demeke dirêj e me hevdû nedîtî û min giraniya xwe navêtî ser te, lê a niha xwestekeke min din ji te heye ger tu amadeye ez bêjim;
  • Fermo Bangîn tu kesekî pir bihaye û ji dema min tu naskirî de zanim ku tu giraniya xwe nake ser kesî, û heya tu dikare tu xwe hewcedarî kesî nake, û bi rastî xortên mîna te bi vîn û coş û qîret ez xulamê wî me, fermo tu çi divê ez amade me.

Piştî wê camêriyê ji aliyê Êhmo ve Bangîn got:

  • Tê bîra te cara yekemîn ku min û te serdana cihên balkêş li Îstanbulê kiriye,
  • Belê tê bîra min,
  • Bi rastî cîgehên em lê gerîne pir xweş bûn û bi hêvî me ku carek din em lingên xwe bi wan deran xin, lê bila ew serdana careke din be,
  • Ê tu zanî, pekê ger serdana wan cihan niha ne di bala te de ye ma tu ku da dixwazî em vê carê herin?
  • Bi hêvî me ku em herin xala yekemîn car ku em jê birêketine û çûne seyranê.
  • Li ser her du çavan.
  • Ew dostê te yê ji kurdê vê welatî ku te li çayxanê teklifî maseya me kirî tê bîra te.
  • Erê tê bîra min.
  • Tu dikarê sozekê jê bibê ku em careke din hevdu li çayxanê bibînin.
  • Çima nikarim,
  • Lê wek pirs çima tu dixwazê bi Qadiro re rûnê û ez dizanim ku meraq û kiryar û ramanên we dûrî hevin?
  • Tiştî we girîng tune ye, lê piştî ku ez fêrî zimanê Tirkî bûm dixwazim hin ji Kurdên vê xaknîgarê nasbikim, û hîn ê pir baş be ger hevalin wî jî pê re bin, daku derfet çêbibe û em di rûniştinekê de pira nasbikin.
  • Li ser çava tu û xwasteka te kekê Bangîn, lê ka ez bi Qadiro re bi telîfonê deynkim ka ew vala ye lê na, û ka dikare hinek din ji hogirên xwe bi xwe ra bîne an na, daku wek te gotî em pireka ji wan nasbikin.

Êhmo telîfon Qadiro kir û piştî silavin germ got: Birayê Qadir me ji zû de tu nedîtiye ma te jî bîriya me nekirî ku em çayekê bi hev re vexwin? û ger hevalin te jî vala hene roja yekşemê tu dikarê bi xwe re bînê, daku em hev bibînin û demeke xweş bi hev re biqedînin. Qadiro, erê kir û soz da ku hevalin xwe jî bi xwe re bîne.

Yekşem hat, herdu aliya hevdu li çayxanê dîtin, lê tewir Qadiro rûyê Bangîn jibîr kiribû, lewra gava li halûdemên hevdu pirsîn bi Êhmo re got:

  • Dostê hêja ka te em û hevalê xwe bihev naskirin nedan? Rabû li şûna Êhmo, Bangîn lê vegerand û got:
  • Ez ê niha xwe ji te re hewaldim lê ka di pêşî de em hogirên te binasin di dû re ezê jî xwe bi we binaskirin bidim. Qadiro got:
  • Ev ê li ser milê minî rastê Umer e, û yê teniştî milê minî çepê Orhan ne, û yê li rexî te Osman ne û ê li kêlek Êhmo Husên e. Piştî Qadiro gotina xwe bidawî kir, Bangîn bi zimanê tirkî got:
  • Ez jî Bangîn im, û dibê ku te ez jibîr kiribim, lê baş tê bîra min ku me berî vê bi derdora 2 salan hevdû li vê cihî dîtibû, lê bawerim ku te him rûyê min jibîrkir û him jî peyv û helwest û tevgera xwe ya wê hevdîtinê te jibîr kirin. Bangîn berdewam kir û got:
  • Tabî bi hêsanî te jibîr kir, lê min peyvên te, nirînên lomciya di çavên te de û henekên ku te bi min kirine jibîr nekirin, û jiber ku te mijara wê hevdîtinê tv jibîr kir, dixwazim çend pirsan ji te bikim, daku were bîra te.
  • Fermo ez amade me
  • Jiber ku tu li vê welatî hatî ser rûyî gerdûnê û ji zaroktiya xwe da tu bi tirkî re pêwendîdar e û bile bile tu nivîskarên bi vê zimanî nivîsîne jî zane, lewra divêm pirsina li ser çendekan ji te bikim daku sûdê ji zanebûna te werbigrim!

Di vir de Qadiro kepira xwe xurand û xwe ge bi çep da ge bi rast da xwar kir, û got:

  • Belê ez wan dinasim.
  • Te kîjan romana ji romanên Yaşar Kemal xwendî? û kîjan ji ê Ehmed Omêt xwendî û kîjan ji ê Orhan Bamok û Eslî Erdoxan û Êlîf şefeq xwendine? Daku tu şêwirê li min bike ka ze ji kîjanê de dest pê bikim!
  • Bi Xwedê sebra min li ber romana nayê lewra ez naxûnim
  • pekê te kîjan dîwana ji dîwanên van helbestvanan: Orhan Wilî Qanîq, Oktayî Rufet, Milîh Cewdet, Mîmet Salih Oxlo, Bolint Ecewîd, Omit Yaşar, Ehmed Arif, Husên Heyder xwendine daku ez xwe pê mijûl bikim?
  • Bi rastî ez pir ji xwendina helbesta hez nakin
  • Pekê te çi çîrok ji çîrokên van xwendine: Orxan Kemal, Ezîz Nîsîn, Bekir Yêldiz, Feqîr Bayqort, Tomrîs Oyar, Nazlî Îray, Orxan Diro xwendine, daku ji a herî baş da ez dest pê bikim!
  • Tu a durist dixwazê ez û xwendinê ne dostin.
  • Pekê ji nav çand û raman û edbiyat û hunera tirkî tu kîjanî baş dizanê, daku li gorî ezmûn û şarezaya te tu sûdê li min bike?
  • Ez tiştekî ji yên tu lê dipirse nizanim. Ê Qadirê kolana ma tu bi *maxûlê kerê zane heyanî ku te xwe li serê min kir fîlesof ji piş çend hevokên Tirkî yên ku bi zora pêlava Atatork te daqirtandine!!!

Qadiro sor bû, hişîn bû, govdê xwe lihêm girt jiber axaftina Bangîn ya tûj mîna singa, lê ba bi ber lêva neket, tenê wek tirşoyê êsota di hundirê xwe de digijgijî, û nema zanî bi çi awayî li Bangîn vegerîne.

Lê wek texmîn dikim ger çavên Qadiro bibiriyana ku bi kulm û qutê wê bi Bangîn karibê wî yê wê demê li şûna gotina ê bi destûolepa li Bangîn vegeranda, lê jiber ku govdê Bangîn xurt û girs bû, û Êhmo jî pêre bû, wî ew hizra ji serê xwe avêt û got:

  • Bi rastî ez şaş bûme û nizanim çi bêjim, û bi hêvî me ku ev pirsgirêka han ji navbera me rabe ger tu dixwaze em careke din hevdu bibînin.
  • Belê di dû wê xeydandinê re pir cara hevdû li çayxanê dîtin, û bi rastî piştî wê diyaloga han, bayê guhartinê keştiya wan bi cihekî din de ajot, çimkê Bangîn bi wê tenê nekir, û xwest ku Qadiro kûr birame û poşman bibe.

Jiber ku Bangîn êdî rika xwe li Qadiro nabû, Qadiro û hogirên xwe li ku derê didîtin pirs li du pirsa li ser çanda Tirkî jê dikirin, heyanî ku Qadiro rojekê vê re got:

  • Ez di bextê te da me, heyrana çavê te bim, ger tu dixwazê em hevdû bibînin, û bi dilxweşî çend katijmêran tev biqedînin, dibê tu mijara çandê bi min re veneke, û di wê warî de tu tewir jimin bigere û bicarekê pirsa neke, û li civata, li pêşiya hevalên min bi wan babetan min riswa neke.
  • Ez ê ji te bigerim lê mercekî min heye
  • Fermo bêje çiye mercê te
  • Divê te ez li kuderê dîtim tu bi tirkî li pêşiya min deyneke
  • Gelo ma ez kê bi çi zimanî biaxifim?
  • Bi çi dendike denke, lê bi wî zimanî ku te xwe pê venayî, û xwe pê wek istûnê elitrîkê li çayxanê rep kirî neaxife, daku ez jî te li civat û şevbêrka şûjin nekim! û dibê tu li xwe bigire ku te ez li kuderê dîtim, an min tu li kuderê dît tu bi carekê bi tirkî bi min re nepeyvê, û tenê tu kê bi kurdî deynkê.
  • Bi soz û peyman min tu li ku derê dît bêyî Kurdî bi ti zimanî din neaxifim bes tu jî ji min bigere.

Li dawiya vê bûyerê a herî girîng ku Bangîn bi vê awayî ne tenê fêrî zimanê Tirkî bû, ne tenê çanda Tirkî û nivîskarê herî binavûdeng naskirin û berhemên wan xwendin, lê bi ser da hêşt ku Qadiro jî ji neçarî vegere zimanê Kurdî, hêdî hêdî ne tenê bi Bangîn re bi Kurdî biaxife, lê belê bi demê re Bangînê penaber hêşt ku Qadiro bi tevaya heval û hogirên xwe re jî bi kurdî biaxife.

 

Majêd A Mihemed

 

 

————————————

*maxûl: alavekî hesinî dirêj e gundî jibo hilkirina kevir û zinaran bikar tînin, û jiber ku hawayê xwe mîna kîrê keran dirêj e lewra bi rengekî macazî di çîrokê de derbas bû.

*mesqerî: henek, laqirdî.

*hewaldan: li herêma Efrînê wek salxdan, xeberdan bikar tê.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply