MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 4 kesan
*Masiyên çeman: 4 heb
*Pîvaz: Seriyek
*Rûnê nivîşk: Kevçiyekî xwarinê
*Besîre (cur): Kevçiyekî xwarinê
*Av: 2 qedehên avê
*Xwê: Têra xwarinê
ÇÊKIRINA MESIYÊN TIRŞ
Masiyên xwe paqij bikin, bişon û xwê li wan bikin. Pîvaza xwe tenik û xelekî hûr bikin.Cûrê xwe di du qedeh av de bikelînin û paşê ava wê bisefînin. Dîzika xwe (derdana ji qafik) deynin ber xwe, masî û pîvazan têde bi rêz bikin, ava xwe ya cûr û rûnê xwe yê nivîşk bixin serê, devika dîzikê bidin ser, bila hewayê nestîne. Ji bo vê derdora wê yan bi hevîr biseyînin an jî bi folyo bipêçin. Di firin, tenûr an jî li ser argûnê 30, 35 deqîqeyan bipêjin û bi germî deynin ser sifreyê.
Noşî can be