Mantiq Al Tayr

Rewşa Teyr û Tilûran

Li cîhanê çiqas teyr û tilûr hebin hemû li hev kom bûbûn.

Hemûyan jî digot: Tu welat bê mîr nîn e, ji bilî welatê me.

Çawa dibe ku welatê me bê mîr maye. Êdî ji vir û pê de em nikarin bê mîr bijîn.

Em alîkariyê bidin hev ku em ji xwe re mîrekî peyda bikin.

Ji ber ku mîr tune be, pergal jî namîne û aramî jî.

Hemû hatin ba hev û ji xwe re li mîrekî zana geriyan.

 

Gotina Hudhudî

Di nav komê de Hudhudekî dilî jar hebû. Sekinî, sekinî lê seknandina wî rehet neda canê wî.

Li pişta wî kincekî terîqatê hebû. Taca heqîqetê dabû serê xwe.

Pir fehmker bû. Ji ya baş û paqij jî fam dikir ji axirab û êş jî.

Got: Ey teyr û tilûrên vê kâinatê; ez serokê rêya Heq im û yê ku ji xeybê jî agah jî tîne ez im.

Ji rêya Yezdan agahdar im û hemû razên xuliqandinê jî dizanim.

Ê ku di ber nikilê xwe de besmele veşêre ji gelek razan agahdar e û ev tiştekî sosret nîn e.

Bi derd û kulên xwe emrê xwe diborînim. Ne kesek têkilî min dibe û ne ez têkilî kesekî dibim.

Min destên xwe ji gel kişandiye. Ne ez bi wan re mijûl dibim û ne ew bi min re.

Tenê bi derdê mîrê xwe daketime.

Bi zanabûna xwe li kû av hebe ez dizanim û ciyê wê eşkere dikim. Ji bilî vana hîn pir tiştên din jî dizanim.

Bi Hz. Suleyman re gelekî axivîme û min bi wî re heval û hogirtî kiriye.

Di hizûra wî de kî heye kî tune pirs nedikir lê çi sosret e ku,

Gava kêlîkekê ez ne di hizûra wî de bûma, zilamên xwe dişandin pey min.

Bê min kêlîkekê nedisekinî. Ji xwe ev şeref heya qiyametê besî min e!

Min nameya wî ji Belqisê re bir û vegeriyam. Li paş perdê bûm hemrazê wî.

Heger pêxember li çûkekî bigere û wî bixwaze ji wî çûkî baştirîn çûk tune ye.

Heger Yezdan navê wî bîne zimên ji wî çûkî mezintirîn çûk tune ye.

Bi salan e li ser behr û erdê cîhanê digerim û min gelek rêyên dûr û dirêj qedandine.

Çiqas kaînatên dûr hebin ez çûme û min temaşa kiriye.

Bûme rêhevala Hz. Suleyman û li vê kaînatê geriyame.

Bi vî awayî min mîrê xwe yê mezin nas kiriye lê tena serê xwe qudreta min tune ye ku ez herim ba wî.

Lê heger hûn jî bi min re bibin rêheval em ê bi hev re herin ba mîrê xwe.

Heger hûn werin hûn dê ji vî halê xwe rizgar bibin.

Kî di vê rê de bi canê xwe bileyîze dê ji laşê xwe yê beşerî azad bibe û têkevê rêya yarê.

Canê xwe rizgar bikin û têkevin rêya Heq.

Bêguman çiyayek heye navê wî Qaf e. Mîrê me li paş wî çiyayî ye.

Navê wî jî Sîmûrg e (Sîmûrx). Mîrê hemû teyr û tilûrên kaînatê ye. Ew nêzî me ye lê em dûrî wî ne.

Ew li meqamê herî jor e. Her dev nikarê navê wî bîne ziman.

Li ber derê wî hem ji nûrê û hem jî ji reşiyê bi hezaran perde hene.

Di hemû kaînatan de kesek nikare bighîje meqamê wî.

Hukmê wî hertim derbasdar e. Ew hertim ketiye fikara xiyala kemala xwe.

Di meqamê herî mezin de heyranê xwe ye.

Gelek kes ketine ber derdê evîna wî û bûne evîndar di vê rê de.

Giyanê herî paqij jî nikare pesnê wî bide. Hiş bi xwe jî nikare wî xeyal bike.

Hem giyan û hem jî hiş heyîrî mane. Çavên ku hunera wî dibînin diqemişin.

Tu kesên zindî ew bi çavan nedîtiye.

Tu afirînde rê nedîtine ku herin ba wî. Zanîn heyirî maye di vê rê de.

Heger zanîna gel di der barê mîr de hebe jî ew tiştek xeyalî ye.

Ma meriv dikare bi xeyalekê bighîje dawiya rê? Ma mirovên bê mîr dibin?

Di vê rê de bi sed hezaran ser ji laşî bûne û wek gogê li erdê zîvirîne.

Rêya li ber xwe kêm nebînin, div ê rê de gelek derya û erd hene.

Ji ber ku rê dûr e, di vê rê de dilekî pilingî lazim e.

Rê ev e: Em ê ji vî halê beşerî rizgar bibin û bi keyfxweşî derkevin rê.

Heger di vê rê de em nîşaneyek wî bibinin ji bo me bextewarî ye.

Heger yar tune be can bi kêrî çi tê, canê bê yar biçilmise û pûç bibe çêtir e.

Ji bo vê rê mêranî hewce ye, di vê rê de hewceye meriv can bide.

Bêtirs divê tu canê xwe bidî ku ji te re bêjin ehlê zana.

Ger tu canekî bidî dilberê dê dilber sed hezaran can li te vegerîne.

Ger dilber tune be, can bi kêrî qeymeyek gemarî jî nake. Di vê rê de wek mêran canê xwe bide.

Ger te wek mêran canê xwe feda kir di vê rê de, dê dilber bi hezaran can îhsanî te bike.

 

Çavkanî: Mantık’ul tayr / Feridûn-i ATTÂR                                                               

WERGÊR:MELA MIHYEDÎN

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply