Şemî , 5 Hezîran 2020

Manîfestoya Çardehxalî

1- Bila rehmetî Mehmed Uzun êdî wek afrînerê zimanê Kurdî neyê qebûl kirin. Zimanê ku qaşo Mehmed Uzun çêkiriye jixwe Mela, Feqî, Xanî û pakrewan û stêrkên Kurmancî çêkiribûn. Yek ji wan stêrkan jî Erebê Şemo ye û yekemin romana Kurmancî bi awayekî serkeftî û bi zimanekî romannûsî pêncî sal beriya Mehmed Uzun nivîsandiye. Heçî tenê Mehmed Uzun wek romannûs nas dikin bila haya wan jî ji vê hebe.

2- Dibe ku her Tirk wek Esker tê dinyayê lê mixabin her Kurd wek helbestkar nayê vî welatî. Yên ku ji vê îdiaya xwe ya helbestkariyê nayên xwarê çend dîwanên klasik wek reçete em pêşniyarê wan dikin. Bila bizanibin ku peyvên mîna şev, xem, jan, evîn nebin jî helbesteke xurt, kûr û watedar bi hezar peyvên din tên nivîsandin.

Heger te nexwendibe ji Mela ristek
Ez qurban tu nenivîsî qet helbestek 

3- Ji bo nivîsandina her cureyê edebiyatê bi qasê ku zimanekî rewan, honandin û sêwirandineke estetîk, xwendineke berfireh divê nivîskar teoriya edebiyatê jî bizanibe. ( Tenê bi çîrokên ji xal û xaltîkan, apo û metikan hatine bîhistin romaneke cîhanî nayê nivîsandin. Werga zor dijwar e kaka!)

4- Bila hemû lehengên roman û çîrokên Kurmancî ne rewşenbîr û ronakbîr û mîr bin. Ji bo Xwedê li Kurdistanê, ger têrê nekir li cîhanê çend belengazên mîna me nezan û xizan û nej’malmezinan nayê peyda kirin? 

5- Bila nivîskar nivîskariya xwe, leheng jî lehengiya xwe bizane. Carna em ji hev dernaxin kî nivîskar e kî leheng e. Gelo edebiyat fêrgeh, nivîs çêregeh, nivîskar şivan e? Leheng li ku ma, qey ew jî qurban e?

6- Çima di berhemên me de Xaltîka Fatê weke ku kursa TZP-Kurdî bi awayekî serkeftî qedandiye diaxive? Eger Xaltîka Fatê ji dêvla ku bêje ‘’ kirîvo ez ne bi destê xwe me’’ bibêje ‘’ez nikarim biryara xwe bi xwe bidim heval’’ ev yek dibe kuştina Xaltîkê û fenanî xas baxçekî rût î bê gul Fatê dimîne li ser çîkê…

7- Berî ku Firat Cewerî yekî bikuje bila hemû lehengên roman û çîrok û helbestan li hev bicivin û ji mirina lehengan re bêjin ÊDÎ BES E! Hevalê Omer ê ku gotî ‘’heval ez romanekê dinivîsinim, romana min ber bi qedandinê û lehengê min jî ber bi mirinê ve diçe’’ bila ji kerema xwe û lehengê xwe ji hozanê yar û neyaran Hozan Diyar ‘’Gulê Neçe’’ guhdar bike û bi lez li me bigere. 

8- Nivîskar, berhemên nivîskaran naxwînin lê dixwazin Xwendevan berhemên wan bixwînin. Ku hevdu naxwînin çima bi me didin xwendin? Ku hevdu dixwînin çima heman tiştî dinivîsînin? Ku heman tiştî dinivîsînin çima hevdû naxwînin?

9- Li ser edebiyata Kurdan nîqaşek hebû, tevlihev bû, me her sêyan li hev kir û tevlihevtir kir. Mesele ev e kaka: dibêjin ku ji ber ku çima ku Yaşar Kemal ku Kurdî nenivîsandiye ne nivîskarê Kurdan e ku… Bêguman Yaşar Kemal ji Edebiyata Kurdan e lê ne ji edebiyata Kurdî ye, ji ber ku edebiyata Kurdan ne tenê bi Kurdî ye.

10- Beyanî bi xêr Selîm Temo. Em û tu bi çivîkfirê sê hezar kîlometre ji hevdu dûr, lê bi tirkî ji canê hev ji hev re nêzîktir in. Xwezî te dev ji nivîsandina helbestên tirkî bernedaya. Uğultular iyiydi de baba, şimdi Kürtçe şiirden vazgeçip İngilizce yazmaya başlarsan, xwelî li serê ma!

11- Ecêbeta ezamet e ku nivîskarên me yên jin, xwe her li helbestê kirine yar û destgirtî. De were hesûdiya helbestê neke! Belam xwezî çendek ji wan bibûna yar û dosta roman û çîrokê jî. Wê gavê me yê jî heyf li mêraniya xwe bianiya û fenanî Bateyî bigota;

Subh û êvarî şeva tarî romannûsa kê yî tu
Tu bi Xwedê kî bêje min çîroknûsa kê yî tu.

12- Nivîskarên me di hemû hevpeyvînên xwe de behsa kêmasiya rexneyan dikin. Jehrtêketiya rexneyê jî ji me nayê Janya, ji me nayê porrkurê, em di tirbên rexneyê de hilnayên ha! Heger nivîskar nebe rexnegir ma wê kî rexneyan bike? Tê bêjî qey xwendevanên wek me sê çar kitêb xwendine dikarin li ser teknîk û ziman û teoriya berhemê rexneyan binivîsînin. Tewwwwww, mala minê!

13- Ev manîfestoya sêkesî ji 52 xalan pêk tê. Xalên mayî jî wekî yên li jor pesndayîn in û her yek ji wan jî keyfxweşiya me ya ji bo xwendevaniya kurmancî rave dike. Ji yên mayî 5 xal li ser kovarên me, 2 xal li ser me her sêyan tenê, 8 xal li ser weşanger û edîtorên me, xalek li ser Çiya Mazî û Leylan Caféya li Mêrdînê, 16 xal li ser nivîskarên facebookê –ku nivîs û helbestên xwe tenê li wir diweşînin-, xal û nîvek li ser Miradê Gundikî, 2 xal li ser tolaziyê, 4 xal li ser beredayîzmê, 3 xal û nîv li ser erotizm û Zalar Mîr Qasimlo ne. Xalek jî helbesta me ya avangard e. Lêbelê ji bo saxî û silametiya edebiyata me, em nikarin xalên mayî niha eşkere bikin.

14 – HELBESTATUKO

Welatê min Kurdistan e 
……….………….. di nav rez
……….…………..da ber gez
……….……….….. sor gevez
……….……….çiyayê Elegez
……….…………..keriyek pez

……….………..……….. kir hez
……….…………………ez ez ez!
fermo Bênavya
tu dikarî xwe bikujî!

Erol Şaybak
Kenanê Nado
Ömer Faruk Baran 

Çavkanî: http://perxudres.blogspot.com.tr/

About Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Check Also

Di Nav Kurdên Qafqasê De Perwerdeya Kurdî

Xwedê Teala mirov afirandiye û di mirov de aqil, ziman û gelek hest tê de …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.