Mamosteyeke Bêhiş

Mamosteyeke tirk li Wanê mamostetiya zarokên pola yekem dikir( zarokên şeş û heft salî). Rojekê piştî wane(ders) yê di bêhnvedan(tenefûs)ê de li odeya mamosteyan pir bihêrs got:

-Ev zarok hemû bêhiş (kêmaqil) in, ji tu tiştî fêhm nakin!

Min bersiva wê da :

-Xêr e, çi bû?

-Xwendekarên min tev bêhiş in, tirkî nizanin.

-Tu çima wisa dibêjî, ev neheqiyekî mezin e, tu nikarî ji zarokan re wisa bibêjî!

-Çima nebêjim, wele hê jî tirkî nizanin…

-Nexwe bibêje, te çend salan bi zimanê îngîlîzî perwerde dît?

-Deh salan.

– Tu niha dikarî bi zimanê îngîlîzî bipeyîvî?

-Na, ez nikarim…

-Ma tu ehmeq î, bêhiş î, te salan bi zimanê îngîlîzî perwerde dîtiye çima nikarî îngîlizî bipeyîvî? Van zarokan tu carî bi zimanê tirkî perwerde nedîtine, dê çawa tirkî bizanin…

Tu neheqiyê dikî û ev ne mafê te ye ku tu ji zarokên me re bibêjî “ehmeq û kêmhiş” Ka bibêje tu çima kurdî nizanî? Ev zarokên kurdan in û li mala xwe her bi zimanê kurdî dipeyîvin.

Kurdî zimanê wan ê zikmakî ye. Çawa ku tu kurdî nizanî, ew jî tirkî nizanin.

Û tene bêdengî…

Aro ZARGO

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply