Mamosteyê Xwe Me

 

di konçalên mêjiyê min de

bi hezaran bersiva pirsên nependî

diçeliqin

aqil û wijdan

li nav nakokiya hestên tevlihev

radiperin

li biharên kesk

berfa kul û kederan li ser şadiyên min

dibarin

çûkên şeveder

di dewsa min de îlahiya miriyan

dilorînin

roj

di dîmenên çavsoran de

reştarî dibin

şev

li nav mija xewên sergêj

dibiriqin

ez

şervanê westiyayî yê çaxa xwe me

li pola jiyanê

mamosteyê felsefeya xwe me

hêviyên pûç

li morîstanan bi xwedî dikim

ji xeyalên tevizî

difilitim

di riya asê de ber bi rastiya bêdawî ve

dipekim

kenê rindika nazik

li ser xewnên xwe direşînim

ji lêvên yara sipehî

dermanê jana şîrîn vedixwim

ez

ne li havînan germ dibim

ne jî li zivistanan dicemidim

di nalîna têlên tembûra xwe de

dihelim

ez

ne ji xwe dûr dikevim

ne jî nêzikî xwe dibim

di valahiya giyanê fetisî de

çerx dibim

ez

birîna êş û lerza bedena xwe

di tenêtiya şevên nazelîn de

dipêçim

 

 

Xizan Şîlan

2012-04-04

Stockholm

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply