Mamoste Derwêş!

Gotin di dawiya şevê de digrîn..!
Bêdengiya me bi çûkên mirî yên vî heyamî re dilewite..!
Ev heyamê ku em ji bo wî distirên û
Ew, serê xwe ji bo me dihejîne..
Digirî û di ber xwe de dibêje pepûk.. Waweylê…
Mamoste! Em ê çawa wêneyê bav û kalên xwe
Winda bikin, kum û kolosê wan li ber ba bifelişînin?!!
Çendî dayikên me gazinan bikin, çendî mîr Bedirxan,
Şêx Nehrî, Şêx Seîd ji me bi lome bin;
Em, di çayxaneyên bîranînan de qerebalixê dikin,
Bi dirêjbûn li ber dergehên bajarên giryayî radiwestin,
Lêborîn û pexşanê dixwazin û ji darên xûz û tewyayî dipirsin;
Gelo, em bi derengî ketine..?!
Tu çi dixwazî mamoste Derwêş! Em çi dixwazin?!
Penaberiyê em di nav baskên xwe de hilanîne..
Rêkên çûn û nehatinê ji çûna me westiyane.
Wî li wî yê ku karibe bireve û kî berê kerwan didî kû, bela ew be..!!!
Em bi bêdengî û şerê hev de ne û bi zimanê biyaniyan dinivîsînin..!!
Çi şevek dirêj e, gelo dawî jêre nîn e?!
Kolanên rojhilata navîn ji hejariya zarokên me têr xwarin..!
Werin, em bi pêş de herin da ku nifşên li paş me bi pêş ve bilivin.
Ax, çendî ev heyam bi kul û derd e..
Werin! Bila em ardiwê ronahiyê bin ne ardiwê tirava temirandî bin.
Werin! Kelek di orta deryayê de westyayî ye li hêviya me ye.

Konê Reş
Qamişlo, 12/02/2018

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply