Mamik- Tiştonek (9)

Tiştek heye: Heft gira derî,
li xwe vegerî.
Ew çi ye?(81)

Tiştek heye: Dest li quna wî didim,
devê wî dilibite.
Ew çi ye?(82)

Tiştek heye: Ser derzî, stun mazî,
ber çeman dike hawar û gazî.
Ew çi ye?(83)

Tiştek heye: Nerm û germ e,
doxînê veke,
li ber xwe danîke.
Ew çi ye?(84)

Tiştek heye: Ne li erd e,
ne li ezman e,
hêlîna betrewan e,
şiva destê însan e.
Ew çi ye?(85)

Tiştek heye: Qesra maliştî,
du feqe têda rûniştî.
Ew çi ye?(86)

Tiştek heye: Kaniya kevgê,
xwîna pezê,
pez tê dizê.
Ew çi ye?(87)

Tiştek heye: Ne pê heye ne pahnî,
her roj, her roj diçe kanî.
Ew çi ye?(88)

Tiştek heye: Canê wî goşt e,
kincê wî derzî ne.
Ew çi ye?(89)

Tiştek heye: Tenur axîn,
dukêşk darîn,
bobhêrk çermîn.
Ew çi ye?(90)

Tiştek heye: Helhele ba bû,
reşhêle siwar bû,
piçûk û mezinên malê
tev pê ra şa bûn.
Ew çi ye?(91)

Tiştek heye: Spî ye, ne keşk e,
gohbel e, ne mişk e,
biharan ter e,
payîzan hişk e.
Ew çi ye?(92)

Tiştek heye: Çûme bostanekî,
hemu bûkên salekî.
Ew çi ye?(93)

Bersiv:

81- dirun
82- meqes
83-kew
84-hûrê pez
85- kelek
86-guz
87- zebeş
88- cêr
89-jîjo
90-qelun
91- sîtil
92- şeytanok
93-kûlîlkên hinar

 

Seîd Veroj – kovarabir.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply