Tiştek heye: Ne darî, ne cobarî,
hesinê hesavdarî.
Ew çi ye?(61)
Tiştek heye: Ga dadikim,
duv jêdikim.
Ew çi ye?(62)
Tiştek heye: Şev bûk e,
roj pepuk e.
Ew çi ye?(63)
Tiştek heye: Merrê mirî,
erd kûr kirî.
Ew çi ye?(64)
Tiştek heye: Av e, ne av e,
nanê mirî di nav e,
teyrê zêrîn hindav e.
Ew çi ye?(65)
Tiştek heye: Du bira hene,
her li hev dinêrin.
Ew çi ye?(66)
Tiştek heye: Ez di devkî ve diçim,
di sisiyan ve derdikevim.
Ew çi ye?(67)
Tiştek heye: Jinek heye bi du mêran e.
Ew çi ye?(68)
Tiştek heye: Ser bi jêr dibe, tijî dibe,
Ser bi jor dibe, vala dibe.
Ew çi ye?(69)
Tiştek heye: Serî di te da ,
kok di dê da.
Ew çi ye?(70)
Bersiv:
61-demjimêr
62- mewij
63- kûncî
64- dilop
65-lambe
66- kûçê tifikê
67- kiras
68- dan
69- kûm
70-guhan
Seîd Veroj – kovarabir.com