Tiştek heye: Vî milî dep,
vê milî dep,
di nava wê da zil û zep.
Ew çi ye?(41)
Tiştek heye: Hilu ye, bê mu ye,
elo baba ev çîye?
Ew çi ye?(42)
Tiştek heye: Kaniya kavzê,
av jê dizê.
Ew çi ye?(43)
Tiştek heye: Min xwehek heye,
xwelî li ser xwe da dike.
Ew çi ye?(44)
Tiştek heye: Serî di te da,
orte di kerê da,
kok di erdê da.
Ew çi ye?(45)
Tiştek heye: Devê wî sînga dêya te,
guyê wî, rî û simêlê bavê te.
Ew çi ye?(46)
Tiştek heye: Lêxist li dîyarkî,
deng çû hezarkî.
Ew çi ye?(47)
Tiştek heye: Alîkî rast e, yek xwar e,
kero bêje gopal e.
Ew çi ye?(48)
Tiştek heye: Ez diçim serê bankî,
dinêrim bostankî,
heft zincîr devê marrkî.
Ew çîye?(49)
Tiştek heye: Xir here, xir were,
heçî mamika min nizanibî ew ker e.
Ew çi ye?(50)
Bersiv:
41- Behîv
42- Kûrm
43- Poz
44- Bêjing
45- Genim
46- Meşk
47- def
48- gopal
49- mêw
50-kilît
Seîd Veroj – kovarabir.com