Tiştek heye: Sê ling, sê dar
çar ling pê da
duling hat û himik lê da.
Ew çi ye?(1)
Tiştek heye: Hilindir milindir,
law ji bavê bilindtir.
Ew çi ye?(2)
Tiştek heye: Fetlek gîya,
li pişta çîya.
Ew çi ye?(3)
Tiştek heye: Şeş ben û benik,
du nan û kûtlik.
Ew çi ye?(4)
Tiştek heye: Reş e, reş e wek qîr
sipî ye wek şîr,
çê dike kûtlikê jina mîr.
Ew çi ye?(5)
Tiştek heye: çûm û çûm du rêz mirarî,
çûm û çûm du qulê tarî,
çûm ûçûm du çirayên geş,
çûm û çûm meydanek xweş
çûm û çûm du marrê reş,
çûm û çûm çiyakî reş.
Ew çi ye?(6)
Tiştek heye: Kofiya jinxalê,
gêr bû newalê.
Ew çi ye?(7)
Tiştek heye: Hespê qer,
berx li ber.
Ew çi ye?(8)
Tiştek heye: Şikeftek tarî,
têde tijî mirarî.
Ew çi ye?(9)
Tiştek heye: Şîva ter e,
li giwar e.
Ew çi ye?(10)
Bersiv:
1- meşk û çatme
2- agir û dû
3- por
4- mêzîn
5- kêzik
6- serê mirov
7- pişkul
8- petêx
9- dev
10- marr
Seîd Veroj – kovarabir.com