Yekşem , 24 Gulan 2020

Malpereke Nû: perwerdia.wordpress.com

Bi deh pêlan, ev malper dixwaze li ser perwerdehiya zarok, malbat û mamosteyan çi belav bike:

Pêla 1.  Ev malper dixwaze platformekî pêk bîne ku tê de bo perwerdehiya zarok û xwendekaran rê û rêbazên maqûl tên diyarkirin.

Pêla 2. Em dixwazim, malbatên me bi taybetî dêûbav li ser werara zarokên xwe xwedî tecrûbe bin û herwiha tecrûbeyên xwe yên bimifa yên derbarê xwedîkirina zarokan de bi me re parve bikin.

Pêla 3. Em ê wergerên nivîsên bi îngilîzî û tirkî yên derbarê perwerdehiyê de bikin û derfetê dibin eleqedar û mamosteyan ku fikra xwe ya di vê meseleyê de bi me re parve bikin.

Pêla 4. Wekî ku tê zanîn, bi rêya dersên hilbijare bi rêjeyek kêm be jî mamosteyên kurd dersên kurdî li dibistanên fermî didin. Û herwiha, van salên dawî hejmara dibistanên kurdî yên taybet jî zêde dibin. Bi alikariya mamosteyan, em dixwazin li vir platformeke hevpar dirist bikin û serpêhatiyên xwe yên hînkeriyê bi hevre parve bikin, bi vî rengî, dahatûyeke ronîtir boneta zarok û xwendevanan ava bikin.

Pêla 5. Rê û rêbazên perwerdehiyê yên derbarê kontrolkirina polê, fêrkirina dersan bi metod û lîstikan, dersên ziman û bidestxistina dorhêleke aram û hwd. çawa tên sepandin û awayê pêkhatina mînakên baş yên tecrûbekirî li cihanê bi çi rengî li cihanê li kar in? Em dixwazin bi lêkolînan ve bersivên pirsên navhatî bo xwîner û şopînerên xwe, bi taybetî jî bo mamoste û dêûbavan destnîşan bikin.

Pêla 6. Dinya û bi taybetî gelên bindest, zimanê xwe yê dayîkê bi çi rengî fêrî zarokên xwe dikin? Bona me kurdan, bi taybetî jî di nava malê de fêrkirina kurdî (kurmancî û zazakî) divê bi çi rengî bê kirin? Bersivên ku wê li bejna van pirsan bên, wê bêne lêkolînkirin. 

Pêla 7. Rê û rêbazên sêwirandina materyalên dersê û awayê bikaranîna wan di polê de çi ne? Bo derseke biber mamoste dikare çi guherînan di rewşa fîzîkî ya polê de pêk bîne? Bi nêrîn û tecrûbeyên alternatîf û nûjen em dixwazin bikevin pey van pirsan.

Pela 8. Çawaniya têkiliya mamoste û xwendevanan û rola muhim ya danûstandina navbera xwendevan û mamosteyan de wê bibe babetên nîqaşê.

Pêla 9. Awayê bikaranîna çîrok û lîstikên kurdî  di perwerdehiyê û di geşedana karakterê xwendekar de wê bête vekolîn.

Pêla 10. Bi kurt û kurmancî, bo pêkanîna van pêlên borî, em bang li hemû mamosteyên kurdî dikin ku di avakirina vê platformê de alîkariya me bikin. Bo dahatûya xwe, wekî mamoste divê em li berpirsiyariya xwe rabin û erka xwe ya meslekî û netewî pêk bînin. Ji bo alîkarî, hevkarî, fikr û ramanên xwe hûn dikarin bi rêya e-maila li jêrê bi me re bikevin têkiliyê. Bi taybetî, kesên ku dixwazin bi rizadil bo me ji tirkî û îngilîzî wergeran bikin bila kerem bikin.

[Desteya Weşanê ya Perwerdia]

e-mail: perwerdia@gmail.com

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Ji Bo Kovarhezan kurtcekitap.com ê 2 Kampanya Dan Destpêkirin

Malpera kurtcekitap.com ê ji bo kovarhezên 2 kampanya dan destpêkirin. Malper, di kampanyaya pêşî de …

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *