Bi Navê Xwedê
Bê Ellah
Kêm e wellah
Xam e bîllah…
Bi her aza û awaza xwe,
Bi her hal û pala xwe
Em berê xwe didine Rebbê jorîn…
Em xwe dispêrine ﷲ
Bi ﷲ emê bimeşin
ne bê ﷲ
Bi ﷲ emê mitala bikin
Bi ﷲ emê bifikirin
emê kar û ’emel bikin
ne bê ﷲ
…
Lewra;
Hebûn bi ﷲ bû
Û her bi ﷲ e
Lewra;
Aramî bi ﷲ e
Azadî bi ﷲ e
…
Sernameyê name; namê Ellah
Bê namê wî natemam e Wellah
Şêx Ehmedê Xanî
Ellah sehergaha ezel yelmûmê ‘işqê şu’le da
Nûra cemala lem yezel zatê tecellaya xwe da
Melayê Cizîrî
Ellah çi zatek ehsen e
Zêde letif û qadir î
Mexlûq hemî nexşê te ne
Vêk ra li hemyan fekirî
Hemd û sena layiq te ne
Yê ‘erşê ezim çêkirî
Feqîyê Teyran
Îlahî biçim cem kê biçim cem kê
Ez ku bê dest û pa me biçim cem kê
Hemû min biqewrînin tême cem te
Ku ji te biqewirim biçim cem kê
Baba Tahîrê Hemedanî
Serlewhê dîwana ezel Ewwel çi ye? İsmê Xuda
Ferz e ku em her sefhekî Navê Xwedê kin îbtida
Pertew Begê Hekarî
Hemdê bê hed bo Xudayê ‘alemîn
Ew Xudayê da ye me dînê mubîn
Melayê Bateyî
Xelkno werin bibînin,
Çi hûsneke bi kemal e
Heyran ji dil bibînin
Ji sene’ zewal celal e.
Eliyê Herîrî
Tacî Bismîllahî Rehmanî Rehîm
Name ser bo def’î şeytanî recîm
Hacî Qadirê Koyî
Ez bi bismillahî ibtida kena.
Raziqê ‘aman û xasan pîya kena.
Ehmedê Xasî
Eya Rebbî rîcakar im
Li dergahê te zarzar im
Ji mîlakê birîndar im
Birîna min tu dermankî
Seyîd Elîyê Findikî
Ji lew
em jî bi navê ﷲ destpê dikin
em jî ﷲ dihebînin
razîbûna ﷲ didine pêşiya hertiştî
Xwedê bigerîne ji bo xwe.
Xwedê pergîn bike ji bo xwe.
Xwedê me fedîkar nekê
Xwedê xêr ke…