Sêşem , 20 Cotmeh 2020

Malpera “Hertişt.com” Bersiva Hemû Pirsan Bi Kurdî Dide

Malpereke nû, pergaleka torê ya nû ji aliyê Kurdhoting ve hate vekirin. Malpera bi nave “Her Tişt” sîstem û pergala pirs û bersiva ye.

Di vê pergalê de, bi hemî rengî her endam dikare pirsên xwe bike û herkes dikare bersivan binivîse. Pirs di nav pirsan de, bersiv di nav bersivan de û şirove li ser herdukan jî dikare bête kirin.

Di malpera “Her tişt” de pirsên li ser hertiştî dikare bête kirin û bersiv jî bo van pirsan dikare bête dayîn. Di heman demê de şirove jî li ser bersivan û pirsan dikare bête kirin.

Mebesta malperê ewe ku derfetekî zanist û zanebûnê ji bo Kurdên bi Kurdî dixwînin bide çêkirin. Him di warê dewlemendiya zimanê Kurdî de, him jî ji bo pêşxistina zanabûna jiyanê, cîhanê, zanistê, felsefê û hemî tiştê heyî derfeteke mezin dide.

Gelik caran di warê teknîkî de em rastî astengiya tên. Em nizanin bê em dê arîşeya xwe bi çi rengî çareser bikin. Wê demê di malpera “Her Tişt” de hûn dê karibin li çareyan bigerin. Eger na hûn dê karibin arîşeya xwe wekî pirs bipirsin û dê endamên “Her tişt” ji bo we bersiv bidin û çareyekê bibînin.

Wekî dîtir jî zanebûna cîhanê, jiyanê, hizir, mirov û hemî tiştên heyî hûn dê karibin di “Her tişt” de bibînin. An jî zanebûna xwe bidin mirovên dîtir jî.

Her tişt ew malpera ya mamoste û şagirtan di yek cihî de kom bike, zanebûna mirovan herkêlî zêde bike.

Hûn dê di “Her tişt” de, her tiştî bibînin û bizanin.

Ji bo pirsîn û bersivan, şirove û parvekirinan divê hûn bibin endam. Endamtiya “Her tişt” gelek hêsan e.

www.hertist.com – fb.com/malpera.hertist

Derbar baweri

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Navdarên Kurd Bi Zarokan Dide Nasîn

Nivîskar Yasemîn Elban ji bo zarokan seta ku ji 5 pirtûkan pêk tê amade kir …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.