Malpera Felsefevan, malpereyeke felsefî, zanistî û serbixwe ye. Ji sala 2007an ve, weşana xwe berdewam dike.
Berê du caran rastê êrîşên nîjadperestên tirk bûye û malper hatiye hilweşandin. Piştre, dîsa bi rik û sebr, malper dîsa ketiye weşanê. Xwedî û edîtorê malperê, civaknasê kurd, Ali Gurdilî ye.
Di malperê de beşan wekî felsefe, civaknasî, psîkolojî, zanist, peresan, çapemenî, aforîzma, hevpeyvîn, fragment, Ferhenga felsefe, civaknasî, psîkolojî û mîtolojiyê hene. Herweha di quncikê nivîskaran de jî, 23 nivîskar û felsefevan bi berdewamî gotaran diweşînin.
Malper xwedîyê xeteke serbixwe ye, kurd û Kurdistanî ye û bi tenê kurdî weşana xwe dike. Ta niha bi qasî 3 hezar nivîs û gotar di malperê de hatine tomarkirin.
Malper li ser facebookê jî xebatên xwe diweşînî û bi qasî 20 hezar kes heman rûpelên medya sosyal dişopînin.
www.felsefevan.org