MALBAT Û PERWERDEYA TAYBET

Perwerdeya taybet; ew kesên hewcedarê perwerdeyeke ji rêzê cuda, li gor kanîn û kêrdariyê ji bo têrkirina pêşveçûneke kesayetî û civakî, perwerdeya stendina bi personelên taybet e. Di vê perwerdeyê de barê giran dikeve ser milên malbatê jî. Di perwerdeya zarokên nekanyar de tevlêbûna malbatê gelek girîng e. Ji ber ku malbat ji mamosteyan bêtir rûbirû dimînin ligel nekanyariyên zarokan. Û di pêşveçûna hinek şarezayan de malbat xala girîng a yekem e. Wekî mînak di reftara şetkirinê ya zarokên nekanyar de alîkariya malbatê gelek girîng e. Mamoste heta ji dest bê, dê li dibistanê ev reftarê neyênî bi hişyarkirinê, vîdeo û wêneyên vê babetê de tune yan kêm bike. Lê belê heger ev reftar di malbatê de ji teref xwişk û birayên zarokên nekêrhatî were kirin û heger ji teref dê û bav û mezinan were hêzdarkirin, ti wateya perwerdeyê namîne. Û mamoste çi perwerdeyê bide zarok bila bidê, li bal zarokê nekanyar ti wateyê li xwe nagire. Ji ber vê hawê divê malbat di hemî astên perwerdeyê de ligel mamosteyan bi hevkariyeke rijd, bitevgire. Û perwerdeya zarokê nekanyar li malê jî domdar bike. Malbat divê ji bo domdariya vê perwerdeyê, derdor û pêvajoyê, serkeftiyane ava bike.

Dê û bav, di derbarê zarokan de her cûre agahiyan didin. Pêvajoya nasîna zarok, asta pêşveçûnê, hêlên lawaz û xurt, tiştên hez dike yan nake û hwd. Ji ber vê hawê di plan û bernameyan de alîkarên mezin û sereke, dê û bav in. Dê û bav di beşdarbûna çalakiyên fêrbûnî yên malê de zarok zûtir û leztir hîn dibe. Agahîyên ji malbatê dihên stendin, rê li ber xebatên perwerdeyê vedike. Perwerdeya mal û dibistanê hînkirina zarokên nekanyar zexmtir dike. Û ji ber ku zarokê nekanyar rûbirûyê van agahiyan dibe, jibîrkirin van agahiyan ji holê radibe. Û perwerdeyeke qewî û zexm derdikeve holê.

Him ji aliyê aborî û him qezenckirina dem û wext ve malbat pir girîng in. Ji bo çalakiyên bernameyên rojane de, dê û bav dikarin alav û pêlîstokan bidest bixin. Her wuha hin malbatên jîr, dikarin bi destê xwe alavan hilberînin. Ev yek jî ji du aliyan de dê malbatê şad bike. Malbat ku li ber reng û rewşa zarokê xwe yê nekanyar destgirêdayî maye, bi çêkirina hin alavên asan, dê şad bibe û şadbûna malbatê jî di heman demê de dibe pêşketina zarokên nekanyar.Mamoste jî di perwerdeya zarokan de dikarin ji kêrhatin û kanyariyên malbatê, ji xwestek û daxwazên malbatê kelk werbigirin. Divê  ji rewşên werê sûdê werbigirin û heya ji destê wan dihê, divê vaya bikar bînin. Di her ast û serkeftinê de malbatan agahdar bikin ku malbat di pêwistiya ramana alîkarî ya zarokên xwe de bin.

Wekî ku tê xuyakirin malbat ji bo mamoste û pisporan, kaniya zanîn û alîkariyê ne. Gelek malbat di perwerdeya zarokan de amadene ku bibin alîkar. Lê belê gelek malbat jî bi têra xwe balê nakişînin ser vê rewşê. Û xwe û zarokên xwe ji perwerdeyê dûr dixin. Lê belê divê neye jibîrkirin ku gelemperê malbatandixwazin tiştekî hînî zarokên xwe bikin û perwerdeya zarokan de kêm-hindik beşdarî çalakiyan bibin.

 

BERTEKÊN MALBATÊ

Her malbat bi xewn û xeyaleke mezin li hêviya hatina pitikên xwe ne. Lê belê bi xeyalşikestineke mezin rûbirûyê nekanyariyê dimînin. Helbet li hember van şikestiyên xeyalan, bertekên wan dê ne asan bin. Û pejirandina vê nekanyariyê helbet dê zehmet be. Prof. Dr. Tali Heiman di lêkolîneke xwe ya di sala 2002an de li Îsraîlê li ser bertekên malbatên xwedî zarokên  nekanyar ên fîzîkî û sextkêşê fêrbûnê dikêşin, rawestiyaye. Prof. Dr. Tali Heiman di vê lêkolînê de daye destnîşan; şêweya lihevî, hêvî û metirsiyên dahatûyê, li gor zanîn, civak, aborî û ceribandinên jiyanê, beretekên malbatê jî diguhere. Di vê xebatê de gelemperên malbatan li ber bi hêla bertekên neyênî ve ne. Ev yek jî heger malbat li rewşeke wusa rûbirû bimîne, dê serişteyan derbarê bertekên wan de bide. Xwedîkirina zarokên nekanyar de digel hemî sextiyên aborî, civakî, hestiyarî û pevçûnên malbatî; li hember pirsgirikan hêza malbatî herî girîng e. Di vê warê de, li ser bertekên malbatê gelek lêkolîn hatine kirin. Ev lêkolîn, bertekên malbatan bi pêvajoyeke sê astan nîşan didin.

 

 

  1. Mandela û Jan

Her malbat, berî hatina zarokan di xeyaleke rengîn a dê û baviyê de  ne. Û li hêviya bextewariyeke bêhempa de ne. Teqez hatina zarokan, ruhê her dê û bavê ji rêzê şad dike. Lê belê ev xeyal werin xwarê û ji dêleva şadiyê rûbirûyê şînê dimînin. Dê û bav, bi hatina zarokên wan ênnekanyar,dikevin reftareke bêçarebûn û giriyê. Hinek dê û bav, didin mandelayê û naxwazin ku bibêjin zarokên wan ji nekanînê bandoryar e. Û vê rewşê qebûl nakin. Dê û bav, xemgîn in û ji wundabûna xeyalên xwe dikevin şîn û depresyonê. Hinek malbat ji vê êş û janê qet xelas nabin. Jan, ji bo ku malbat hînî vê pêvajoyê bibe dewreke borîn e. Lê belê şîn û depresyon, encama pêvajoyeke janê ye. Her malbatê ji rêzê bi çi hawî be jî, dê di vê pêvajoyê derbas  bibe û rûbirûyê mandelakirina vê rewşê bimîne û helbet dê ji ber vê rewşê, dê êş û azarê bixwe. Li gor lêkolînan têkiliyên xurt ên malbatî û nêrîna civakê ya li ser nekanînê bandorê li ser vê rewşê dike. Heger derdor derbarê nekanyariyê de agahdar be û bi şêweyeke neyênî li nekanayariyê nenihêre, helbet dê malbat zû bi zû ji vê pêvajoyê rizgar bibin. Ji ber ku têkiliya malbat û mamosteyan heye ku yeqîn divê hebe jî, divê mamoste li ber hin bertekên malbatê serê xwe bitewîne û bêtir najo ser wan. Ji demeke wusa malbat xwe sûncdar dihesin û berteka wan a li hember hin gotinan tûjtir dibe. Mînak; dema min tiştek ji malbateke xwendevanekî xwe dikir, te digot qeyn tu xebera ji wan re dide, malbat bi dengê bilind bersiva min dida. Ji ber wê divê ev yek li pêş çav bi baldarî were ramandin.

  1. Hêrsbûn, Sûncdarî û Şerm

Li dû bertekên şok, mandela, jan û depresyonê, malbat derbasî bertekên hêrsbûn, suncdarî û şermê dibe. Helbet her malbat vê pêvajoyê li gor kesayetiya xwe kin û dirêj diajo. Lê belê di encamê de heman pêvajoyê dişopînin. Ev pêvajo bi hêrsbûnê dest pê dike. Hêrsbûn bi du hawan derdikeve holê. A yekem; Çima ez? A duyem jî berî xwe dide aliyekî din. Dê û bav, hêrsbûna xwe didin ser diktorên ku nasîneke wusa daniye ser zarokên wan. Hêrsbûna wan dibe sedema suncdarkirina kesên din. Dibe ku xwe, mezinên xwe, derdorên xwe suncdar bikin.Wekî mînak; diktorên ev nasîn li pitika wan danîne, rûbirûyê suncdariyê dibin. Dê û bavên ku xwedî zarokên nekanyar in, di hesta sûncdariyê de gelek sextiyê dikêşin. Ji ber xeletiyên di rabirdûyê de kirine, evê li serê wan sizadana Xwedayî dibînin an jî di ducaniyê de ji ber bikaranîna wan î alkol, cixare û madeyên hişber dihên sizadan. Ev sizadan derî li şermê vedike. Û hinek malbat, ji ber vê rewşa han zarokên xwe yênnekanyar, ji malê dernaxin û tevî xwe, li malê girtî dimînin. Û zarokên nekanyar ji perwerdeya taybet ku pêwistiya wan jê heye, dûr dikevin. Lê belê zarokê hewcedarê perwerdeya taybet, di dema xwe ya niqrîzî de dûrî perwerdeyê dimîne. Jixwe di perwerdeya taybet de destpêkeke zû, gelek girîn e. Û ew qas bandoriyeke erênî li ser pêşveçûnê dike. Li mixabin malbat bi destê xwe jana xwe diafirîne û zarokên xwe yên nekanyar ji lêkolîn, perwerde û çalakiyan dûr dihêlin. Di vê astê de jî nêrîn civak girîng e. Gelo civak çi wateyê dide vê nekanyariyê. Heger civak vê nekanyariyê, weke asteng nebîne. Û alîkariya malbatê bike, dê malbat bi asantir vê pêvajoyê derbas bike. Her wuha têkiliya xurt a malbatî jî ji bo derbasbûna vê pêvajoyê bi şêweyeke sivik, gelek girîng e.

 

  1. Pejirandin

Malbat bi çi hawî be xwe digihîne asta dawîn û rastiya bûyerê. Di vê asta dawî de, ji dê û bavan tê hêvîkirin ji bo zarokên xwe tiştekî bikin û jiyana xwe sererast bikin. Belê hemû hestên neyênî bi temamî wunda nabin, lê belê malbat, tenê hînî serî liberderxistina van hestan dibin. Pejirandin, ji aliyê din naskirina zarokên nekanyar e.  Malbat çawa ku li hember sextiyê derdikevin, ew qas hêzdar dibin. Û him xwe him jî zarokên  xwe wekî heyî qebûl dikin û dipejirînin. Ev pêvajoyaserîrakirinê ya li hember sextiyê, li gor malbatan diguhere. Hinek malbat, vê pêvajoyê çend rojan de derbas dikin. Hinek malbat jî di geremola vê pêvajoyê de zehmetiya salane dikêşin. Û her demê êş û birînekî kûr dikêşin.

Bertekên dê û bavê ku dibihîzin zarokên wan î nekanyar çê bûye, bi heman rengê bertekên wan ên derbarê mamoste û pisporan de jî agahiyan dide. Di vê pêvajoyê de mamoste û pispor, divê hestên malbatê fêm bikin û birêziyê li wan bigirin.

Bi çi hawî be jî malbat her du astên pêş derbas dikin û digihêjin vê astê. Lê heger derdor, civak, malbat û mamoste alikariya wan bikin, dê hêsantir derbasî vir bivin. Û malbat bi pejirandina vê rewşê, rastiya vê rewşa neyênî dinêre. Êdî ji vê rewşa han rev tune ye. Û divê ji xwe û bi taybet ji bo zarokên xwe yên nekanyar tiştekî bike. Malbat, çavê xwe li malbatên wusa, li mamoste û dibistanên wan digerîne. Bi her agahiyeke dibihîzin, pejirandina wan jî xurttir dibe. Û dest bi erkên xwe yên malbatî ji bo pêşveçûna zarokên xwe yên nekanyar dikin.

 

HEVKARIYA MALBATÊ

 

Hevkarî, pêvajoya ji bo pêkanîna armanceke hevpar, hilberîna çareseriyeke hevpar û tevlîkirina jiyana rojane ye. Di taybetmendiyên hevkariyê de dilsozî, hevparî, wekhevî û di encamê de parvekirina berpirsiyariyê ye. Û bi vê berpirsiyariya hevpar, gîhaştina armancên kin û dirêj asantir dibe. Hevkarî, xebata li derdora armanc û berjewendiyên hevpar pêk ve dihîne.

Di hevkariyê de bêyî ti zordariyê, divê her berpirsiyar tevlî van çalakiyan bibe. Ji bo ku meriv bi hev re bixebite divê biryara kesekê were pejirandin û li dora vê biryarê bi armanceke hevpar hiş û hest bibin yek.  Di biryarên girîng de parvekirina berpirsiyariyê him dê hevkariyê li dora armancekehevpar bipêçe û him jî di navbera endamên tîmê de wekheviyê derdixe holê. Bi dane û agahiyên hevkariyê armanc diyar dibe. Heger armanc diyar be, gihaştina wê hêsantir e û meriv pêşiya xwe dibîne. Di encamê de parvekirina berpirsiyariya hemî encamên erênî û neyênî ji teref tîmê ve pejirandin, dê bibe asteng li ber hemî ketina berpirsiyariyê ya stûyê kesekî. Ji ber vî hawî di hevkariya malbat û mamosteyan de parvekirina berpirsiyariyê ya hemî encaman dê her du hêl jî ji bo encameke hevpar,  wekhev bixebitîne û encameke serkeftî nîşan bide.

Perwerdeya zarokên nekanyar jî ji bo malbat û mamosteyan divê armanc be. Û divê li gor berjewendiyên zarokên nekanyar bi heman fikr û ramanê tavbigerin û hevkariyeke rijd, ligel hev bikin. Dema ku armanc, xizmetguzariya zarokên hewcedar be, ji bo pêkanîna hemî xizmeta rind a xwendevanên hewcedar, hevkariyeke berpirsiyar û têkiliyeke xurt a her hêlan pêwist e. Ji van hêlên berpirsiyaran malbat û mamoste,  her demê hewcedarê, dane û agahiyên hev in. Ango divê her dane û agahiyan bi hev re parve bikin. Wê demê gihaştina armancên kin û paşê armancên dirêj dê hêsantir bibe. Û zarokên nekanyar jî bi dilsoziya her hêlên berpirsiyar, dê xweştir tevlî perwerdeyê bibin û ji vê perwerdeyê dê sûdê werbigirin. Lê belê heger têkiliya navbera malbat û mamoste lawaz be, dê hevkariyeke rijd jî dernekeve holê. Ev yek jî dê bandoriyeke neyênî li perwerdeya zarokên nekanyar bike. Her wuha di vê têkiliyê de çend sedemên cuda hene. Sedemên nirx, nêrîn û polîtîk ên malbat û mamosteyê li ser vê têkiliyê bandoryar in. Heger malbat  ne fikra xwendina zarokên xwe yên nekanyar de be, teqez dê ev têkîlî lawaz be. Her wuha heger mamoste jî tenê ji bo mûçe û diravan, vî karî bike û nirxên wan aborî be, dê ji aliyê têkiliyê û di encamê de ji aliyê perwerdeyê tişteke erênî dernekeve holê. Digel vana heger malbat zimanê fermî yê perwerdeyê nizanibe, dê nikaribe têkiliyê bi mamosteyan re deyne ji bilî ku mamoste ji heman herêmê be û zimanê malbatê zanibe. Bi taybet li herêma me, ne tenê di perwerdeya taybet de, herwuha di perwerdeya normal de jî rewşa nezanîna zimên bandoryar bû. Û malbatan têkiliyeke lawaz bi mamosteyan re datînin. Lê niha pir kêm ev pisrgirêk rû dide. Ji dûrî vê mijarê,ji ber ku malbat, ji çand, ziman û kevneşopiyên xwe dûr ketin û hînî zimanê fermî bûne. Helbet fêrbûna zimanê fermî ne pirsgirêk e, lê heger derkeve pêşiya zimanê zikmakî, ev dem pirsgirêk e.

Hevkariyeke xurt bi dem û zamanê pêk dihê. Heger dema her du hêlî yên malbat û mamosteyan tune be ku têkiliyeke xurt deynin, dê ti encamên erênî jî ji vê hevkariyê bi dest nexin. Ji ber sextiya vî karî û waneyên zêde, mamoste zêde diwestin û her wuha malbat jî ji ber kar û barên rojane, nikarin têkiliyê bi hev re deynin. Û hevkariyeke rast li gel hev bikin.

Hin malbat ji ber şerm, fedî û nêrînên din naxwazin werin dibistanê û tevlî civakê bibin an ji perwerdeya dibistanê kelk wergirin. Hin malbat jî, ji ber reftarên neyênî yên rêveberên dibistanê xwe ji çalakiyên hevkariyê dûr dixin. Di vê warê de rêveberên dibistanê bi çalakiyên taybet ên ji bo tevlêkirina malbatan li pevajoya hevkariya perwerdeyê divê bernameyên perwerdeya malbatê plan bikin. Rêveberên dikarin plan û bernameyên hevdîtina malbatê serast bikin. An jî bi çalakiyên cuda  û xwe dûr nehesînê, dikarin dilê malbatan li dibistanê germ bikin.

Di jiyana serdema bîst û yekemîn a me de, her tişt bi pûl, pere û aboriyê digere. Ango çerxa jiyanê bi pergala aboriyê digere. Ji ber vê hawê di têkiliyeke xurt a malbat û mamosteyan de jî  aborî gelek girîng e. Ji bo hevkariyeke xurt divê aboriya malbatê jî ne asta jariyê be. Helbet malbatên jar jî dihên serdankirin, lê belê malbatên jar, bi wê rewaş xwe gelek carî naxwazin tevlî vê pêvajoyê bibin. Tenê ne malbat, divê aborî ya mamoste jî baş be, yan were baştirkirin. Heger her serdanê de mamoste bi piçek mûçeya zêde were xelatkirin, teqez dê bandoriyeke gelek baş li vê pêvajoyê bike. Ji ber wê hawê aborî jî bandoriyê li hevkariyê dike.Mînak ji bo ku mamoste ji dibistanê rabe û here gundê zarokê nekanyar, divê bi maşinekî suwar bibe û here, an telefon bike. Belê ev yek ji bo mamosteyan ne zehmet e. Lê belê hinek malbat hene ku ji vê yekê bêpar in. Û aboriya wan rê nade. An ji bo pêwistiyên nekanyaran divê malbat, pêdiviyan bicî bîne û ji bo vê yekê jî aborî pêwist e. An ji bo parvekirina dane û agahiyan carde aborî pêwist e.

Heger mamoste, malbatê tevlî bernameya hevkariyê nekin yan nizanibin malbatê teşwîqî bernameya hevkariyê bikin, dê ev rewş, têkiliyeke lawaz derxe holê û li ber hevkariyê de bibe asteng. Her wuha ev nezabûn dê bibe nêrîna mamosteyan a li hember hevkariyê jî. Û nêrîna mamosteyan a li hember hevkariyê jî bandoriyeke neyênî li ser hevkariyê dê bike. Bi gelemper nêrîna mamosteyan ev e ku plankirina çalakiyên hevkariyê dirêj dajo. Û li ber perwerdeyê wundakirina dem û wext e.  Ji ber vê hawê plankirina çalakiyên hevkariyê yên ligel malbatan bênirx dibînin û ligel malbatan pir kêm dikevin hevkariyê.

Yek ji astengên li hember hevkariyê jî tirsa dê malbat ji hedê xwe derbas bibin e.  Rêveberên dibistanê û mamoste ditirsin ku malbat ji hedê xwe derbas bibin. Û tevlî karên mamosteyan bibin. Ji ber vê hawê hevkariya ligel malbatan napejirînin. Digel vaya li gor nêrîna rêveberên dibistanê, malbat li ser hevkariyê kêmbaldar in. Û zarokên xwe tenê dişînin dibistanê û  tevlî pêvajoya perwerdeyê nabin. Heger rêveberên dibistanê di vê warê de malbatan bi sêmîner, civat û panelan agahdar bikin, dê malbat  hedê xwe zanibe û tenê li barê ser milê xwe mijûl bibe. Lê helbet perwerdehî divê ceribandinan dûr be, ji ber ceribandin wundakirina nifşekê ye. Ji ber vê hawê ev tirsa ku malbat dê ji hedê xwe derê, wan ji teref rêveberên dibistanê ji hevkariyê dûr dixe.

 

 

 

Nêrînên Kêrhatî yên Hevkariyê

Her çiqasî hevkariya malbat û mamosteyan girîng be, ew qas nêrînên malbatê yên li ser nekanyaran jî girîng e. Heger malbat ne di nêrîna baweriya hevkariyê de be, teqez di vê hevkariyê de encameke erênî naye bidestxistin.  Ji ber vê hawê digel hevkariya malbatê, nêrîna erênî ya malbatê di hevkariyeke xurt de gelekî pêwist e. Di vê warê de nêrînên malbatê gelekî cuda ne.Ev cudabûn bi bertekên malbatê ya hatina zarokên nekanyar re destpê dike. Û bandoriyê li ser hevkariyeke xurt û di encamê de li ser perwerdeya zarokên nekanyar dike. Helbet guherîna van nêrînan dijwar e, lê belê pêkan e. Bi bername û çalakiyên taybet ên malbatê ev nêrîn dihên guherîn. Ji ber vê hawê divê bi perwerdeya malbatê hevkarî û têkiliyeke xurt were sazkirin. Helbet nêrînên malbatan tev de ne xirab in. Ji wan ên erênî jî hene.

Nêrînên kêrhatî bi zanîna berpirsiyariya malbat û mamosteyan hevkariyeke bi têkiliya xurt û ligel hev di çarçoveya birêziyê de dihê kirin.Malbat û mamoste sînorê xwe dizanin. Û li ser vaya, berpirsiyariya xwe bicî dihînin. Her wuha malbat û perwerdekar bi her hêlên xwe yên xurt û lawaz dizanin û di vê zanînê de tevdigerin û hevkariyê dikin. Digel vaya malbat û mamoste bi her hêlen xurt û lawaz ên zarokên nekanyar dizanin. Û di vê mijarê de hevûdû agahdar dikin. Di encamê de bandoriyeke gelek baş digihînin perwerdeyê.

 

Nêrînên Nekêrhatî yên Hevkariyê

1.Nêrîna Spasdar a Pejirîner: Malbat, her gotina mamosteyan dipejirîne. Ango erênî û neyênî ji bo wan ferq nake. Mamoste bibêje çi, dipejirînin. Ji ber vê hawê mamoste jî ji zarokên nekanyar baş nayên agahdarkirin. Û ev yek di perwerdeyê wundakirina dem û perwerdeyeke ne bandoryar li zarokên nekanyar dikesibîne. Sedema vê jî malbat ji rewşa pirsgirêkê xwe suncdar dihesîne. Ji ber vê hawê naxwaze têkiliyê pêvajoya perwerdeyê bibe. Tenê gotinên mamosteyan dipejirînin. Ev jî mamosteyan ji taybetmendiyên kesên nekanyar bêagah dihêle.  Di encamê de bandoriyeke neyênî û perwerdeyeke nelicî ji bo zarokên nekanyar dikesibîne.

2.Nêrîna Hêrsdar û Parêzerî: Di ev nêrînê de wekî ku mamoste suncdar be ditevgirin.Malbatên ku zêde zarokên xwe diparêzin, naxwazin zarokên wan ti tiştekî bikin. Bi hatina nekanyariyê gelek bihêrs in û ji ber vê hawê dixwazin zarokên xwe ji her tiştî biparêzin. Di rastiyê de derd û êşê xwe davêjin stûyekî din. Û di vê warê de gelek astengiyan ji mamosteyan re derdixin. Min bixwe hinek malbatên xwendevanên min hene, meriv ji tirsa wan nikare tiştekî bike, da ku tiştek neye serê zarokên wanên nekanyar. Sînore xwe dizanin û tevlî karê mamosteyan dibin. Ev yek jî bandoriya mamosteyan ji holê radike û di  encamê de astengiyeke mezin li hember perwerdeyê derdixin.

3.Nêrîna Şermende: Bi hatina nekanyariyê re bertekek jî şermendebûn e. Dê û bav ji ber ku zarokên wan nekanyar in, ji ber tirsa gelo dê kesek derbarê nekanyariyê de wan şermezar bike, an tinaz û henekê xwe bi wan bike, nawzaên herin dibistanê û tevlî perwerdeya zarokên xwe yên nekanyar bibin. Û her wuha malbat dibe ku ji ber rabirdûya xwe ya dibistanê newiribe here dibistanê û tevlî perwerdehiyê bibe. Ev jî astengiyeke mezin li pêşiya perwerdeyê derdixe. Û mamoste ji taybetmendiyên kesên nekanyar bêagah dimînin.

4.Nêrîna Nuwazebûnê:Her malbat dixwaze zarokên wan nuwaze bin. Ev yek tenê ne ji bo malbatên bi nekanyariyê re rûbirû mane, malbatên zarokên normal jî heman tiştê dixwazin. Û malbat ji xwe kêmaniyê naxwazin, dê çawa nekanîn  û nekanyariyê bipejirînin. Hinek malbat di bîra vê rastiyê de ne û vê rewşê dpijirînin. Lê belê hinek malbat jî vê nekanyariyê qebûl nakin û napejirînin. Û dixwazin zarokan wan jî wekî zarokên asan û kanyar perwerdeyê bistîne. Û daw û doza şarezayên girtî û tevlihev dikin, da ku zarokên wan jî hîn bibin. Ji ber vê hawê lihevkirina wan û mamosteyan gelek zehmet e. Lewra mamoste li gor kanîn û nekanyariyên wan divê perwerdeyê amade bike. Lê belê malbat dixwaze her tiştî fêrî zarokên xwe bikin.Ev nêrîn, nedîtina qusûr û kêmaniyan e. Malbat sextiyê di pejirandina xetayên xwe de dikêşin. Û ev astengiyeke mezin li hember perwerdeya zarokên nekanyar derdixe.

5.Nêrîna Ez Zanim: Di xebata betalkirin a agahiyên mamoste dide, de ne. Çavê wan li şaş û xeletiyên mamosteyan e. Bi nêrîna wan, ji biçûhaya zarok de ew tevlî rewşê de ne. Û ji ber vê hawê her tiştî dizanin. Ne hewce ye ku kesekî din ders û şîretan bide wan. Ji ber van nêrînên çewt ên malbatê, têkiliya navbera malbat û mamaoste dihê qutkirin. Her wuha ev jî astengeke mezin li hember perwerdehiyê derdixe. Ji ber vê hawê malbat ji rastiyê dûr dikevin. Û nahêlin mamoste, sereke vala û aram, zarokên wan ên nekanyar perwerde bike.

6.Nêrîna Malbatên Stresa Stûr: Malbatên bi xwe, şer û pevçûn niqaşê dikin. Ti carî qanix nabin. Her demê çavê wan li şer û pevçûnê ye. Her tu singekî bikute dê tûrekê pêvekin. Ev jî bertekek ji nêrîna kesên bi hatina zarokê nekanyar de asê mane ye. Ev malbat, hîn negîhaştiye asta pejirandinê. Û bi çaveke zelal ji bo zarokê xwe yê nekanyar biramîne. Û ji bo perwerdeya zarokê xwe yê nekanyar, çi bikeve ser milên wan bikin. Hîn ji vê rastiyê dûr in. Û bi nezanî be jî, li hember nekanîna zarokên xwe astengan derdixin. Û di rastiyê de astengdar ew in.

Her malbat bi hatina nekanyariyê helbet li ber dikeve. Ji ber ku hêviyên ku ji bo zarokên xwe dikirin, nîvco yan şikestî man e. Lê belê bi xebat û tecrûbeyên kebanîtiyê, bi têkiliyeke xurt a malbatî û bi kontroliya hestan ji vê stres û nêrînên neyênî  dê dûr bikevin. Û ji rewşa heyî wateyê dê derxin. Li gor rewşa nû, dê xwe  amade bikin. Di vê warê de, li ser hestên erênî û neyênî yên malbatan, taybet hin lêkolîn hatine kirin. Lêkolîn, li ser têkiliyên navbera dê û bav û endamên din ên malbatên xwedî zarokên nekanyar de, hatine kirin. Di wan lêkolînan de jî diyar dibe ku digel stres û nêrînên neyênî; tecrûbeya kebanîtiyê, têkiliyên germ ên malbatî li ser nêrînên erênî bandoryar e. Li gor vê lêkolînê ev meddeyên jêrîn bandoriyê li nêrînên erênî dike. Û malbat di perwerdeya zarokên xwe yên nekanyar de çalak û berpirsiyarên xurt in. Di têkilî, parvekirina dane û agahiyên li gel mamosteyan de hevkarên xurt in.

Li gor vê lêkolînê heger malbat kêf û şahiyê ji nêrîna zarokên xwe yên nekanyar bihesin, dê di beşên din ên pêdiviyên zarokên wan de berpirsiyarên xurt û çalak bin. Heger şahiya serkeftinê ya ji bo zarokên xwe yên nekanyar kirine bihesin, têkiliyên xurt û germ ên malbatî, armanceke nû yan jidandî li jiyînê, rêberîkirina pêşveçûna şareza, kanyarî û firsendan, ji aliyê derûnî ve başbûn, mîna miroveke mihreban, xweşbîn û xwedanyar, zêdebûna hêza kesayetî û ewlebûn, guherîn a nêrîna jiyanê, ji her rojê bêtir mifabûn û jiyîneke nerm û nelezgîn, bandoriyeke erênî li ser pêvajoya perwerdeya zarokên nekanyar dike.

Di encamê de  piraniya malbatan xwe ewle û bihêztir, di nêrîn û ramandina zarokên xwe de, xwe şad hesandine. Û di ramana, bûna malbateke taybet ango xwedan zarokên nekanyar, têkiliyên wan ên malbatî xurt kirine de ne. Di heman lêkolînê de bandoriyên neyênî, pirkêm hatine nîşankirin. Ev tecrûbe û nêrînên neyênî jî bi hewcedariya pêkanînên wekhevî yên din, watederxistina ji rewşê û pêşveçûna kontroliya hestan, dê kêmtir bibin.

 

Astengên Li Hember Hevkariyê

Li gor lêkolîneke li Kenyayê, berpirsiyariya malbatan a li ser zarokên nekanyar û hevkariya ligel mamosteyan gelek lawaz e(Njeru, 2005). Li gor heman nêrîn, lêkolîn û raportan li malbatên çolwariyê bêtir ev rewş xuya dibe. Li gor felsefeya Kenyayê, bêyî ku li asteng an  nekanyariya kesan were nêrîn, mafê xwendinê ya ti kesan nayê pişguhkirin û ji bo potansiyela xwe bîne cî, bergirî dihê kirin(Çarçoveya Netewî ya Hewcehiyên Perwerdeya Taybet: Komara Kenyayê, 2009, r.5.). Perwerdeya taybet ji bo kesên nekanyar, firsendeke mezin e û ji bo pêkanîneke wekhevî ya vê firsendê divê kesên nekanyar tevlî civakê bibin û debara xwe bikin(Komara Kenyayê, 2010), Wezareta perwerdeyê, zagona perwerdeya bingeh pêşverû kir(Komara Kenyayê, 2013). Li madeyên 30 û 31ê ji malbata kesên nekanyar, kesek weke parêzvanê nekanyar dihate nasîn û bi vê hawê her malbat divê nekanyar tevlî jiyana civakê û perwerdeyê bike. Her wuha Kenya, pejîrênerê peymanên navtewî û xemalî ye.

Li çolwariya Komara Kenyayê hevkariya malbatan a perwerdeyê  pirsgirêkeke mezin e(Abilla, 1988). Ji ber morkirin, etîketkirin, jarî û hestên sûnc û şermezariyê, ev kesên nekanyar nagihêjin perwerdeyê. Wekî her welatên di geşedanê de ne Kenya jî xwedan gelheyeke zêde ya  zarok û ciwanan e. Ji ber vê hawê, him ji aliyê welêt ve cibcîkirina xizmetguzariyan wekî, perwerdehî, tendirûstî û kargirtin,  him ji aliyê malbatan ve nêrîna zarokan gelekî zahmet e.  gelek malbat bi dawîtirîn çareyê, alîkariyê dixwaze. Nekanyar rûbirûyê çend astengan dimîne. Boçûn, îstîsmar, tundûtûjî û cihêtiya li kar, Civak û dibistanê, malbatan li ber şerm û sûndariyê dixwe û malbat, ji perwerdeyê dûr dikevin(Yekîtiya Nebînayana Efrîkî, 2007).Di heman lêkolînêde sedemên li hember hevkariya malbatê wusa hatiye rêzkirin;

1.Tûnebûna Zagonên Hêzdar ên Derbarê Perwerdeya Taybet; her çi qas zagon wekî li Komara Kenyayê hebin jî, heger ev zagon neyêm zexmkirin û di binpêrikirina wan de ti sizadan neyên sepandin, ti wateya zagonê namîne. Ji ber vê hawê divê bi rê û rêbaz û rêznameyan, ev zagon bi awayeke fireh û vekirî were şîrovekirin û cîbicîkirin.

  1. Boçûn û Baweriyên Neyênî yên li Hember Nekanyaran; boçûn û baweriyên neyênî yên mamoste û civakê bandoriyê li ser hevkariya malbatê ya perwerdeya nekanyaran dike. Heger bawerî û boçûnên mamoste û civakê neyênî yan nizm be, teqez dê hevkariya malbatê nizmenirx be û di encamê de kesên nekanyar dê ji perwerdeya taybet werin dûrxistin.

3.Cihêkarî; di bingeha nekanyariyê de cihêkarî di Peymana Mafê Mirovan de hatiye nasandin. Cihêkarî, ji ber pêşdarazaên çandî, civak-aborî hin çalakî û sepanên rêveberiyê pêk dihên. Cihêkarî dibe ku ji ber etîketkirin an navkirinê jî pê bê. Binavkirina xirab û cihêkarî, dibe sedema ku malbata nekanyar  û bi taybet nekanyar ji civakê û perwerdeya taybet dûr bixe.

  1. Ramana Neyênî ya Civakê li Hember Nekanyariyê; ramana civakê, çand, kultûr, bawerî û her wekî din li ser neknayariyê bandoryar in. Gelek reftarên me mirovên normal jî dibin bandora van sedeman de ne. Heger malbat, nekanyariyê wekî lanetê yan sizaya reftaran bibîne, helbet dê di dana perwerdeyê de nedilxwaz be. Heya dibe ku xwe ji civaka xwe ya werê jî veşêre. Ji ber vê hawê divê gel, derbarê nekanyariyê de were asta haylêbûnê û rewşa nekanyarn ferq bike.

5.Asta Jariyê; jarî him sedem û him jî encam e. Di herêmên di  bin rêjeya asta jariyê de jarî, jariyê dihîne. Lê heger bixwînin û bibin xwedî kar û barên rêzdar, dê rewşa xwe biguherin. Lê ji ber jariyê nayê xwendin û ji ber nexwendinê jarî mbêtir di,be. Di perwerdeya nekanyaran de jarî, faktoreke gelek girîng e. Heger derfeta  malbatê ya şandina nekanyaran li dibistanê  tune be, teqez dê ji perwerdeyê dûr bimîne. Ev mijar tenê ji bo nekanyaran, her wuha ji bo kanyaran jî heman e. Ji ber ku ev kulfeteke din a li ser milê malbatê ye. Ji xwe divê xwendin bêpere b. Lê heger mal û dibistan ji hev gelek dûr bin, divê malbat serwîsê bigire û mehane bide serwîsê. Helbet li hin welatan serwîs bêpere ye. Lê hin welat beramberiya vaya li ser xwe nagirin û ev yek di stûyê malbatê de dimînine. An kirîna  pirtûk, lênûsk, jêbir û her wekî din pertalên dibistanê barê milê malbatê ye. Di encamê de jarî rê li ber kirîna van pêdiviyan digire û deriyê perwerdeyê dihê girtin.

  1. Derbarê Mijara Xizmetguzariyê de Sînordarî; bi gelemper ji ber rewşa xwe malbatên nekayaran, ji xizmetguzariya dihê dayîn bê agah in û ji bo zarokên xwe dê ji kuderê alîkariyê bistînin, nizanin. Hinek malbat ji teref sîstema dibistanê dihên tirsandin û qet naxwazişn tevlî perwerdeyê bibin. Malbatên çolwariyê, him ji aliyê teknolojî û him jî ji aliyê dibistanên cûrbecûr ne dewlemend in. Gelek zarokên nekanyar li çolwariyê dûrî xizmetguzariyê ne. Hinek welat, bi erka civakdewletî vaya digirin ser milên xwe. Lê li gelek welatan ev bar ser milên malbatan e û heger malbat rûbirûyê jariyê be, gîhaştina perwerdeya nekanyaran lawaz dimîne.
  2. Derbarê Cûreyên Nekanyariyê de Agahiyên Sînordar; hatiye peyitandin ku hinek malbat derbarê perwerdeya malbatî bêagah in. Zarokên xwe ji nirxandinê nabin navendên lêkolînê û yan jî nizanin dê bi kuderê ve bibin û zarokan bi wê rewşê dihêlin. Li civaka me jî carina dibên “ew hênik e” û her wekî din wan binav dikin. Lê ji cûreya nekanîna nekanyar bê agah in. Ji ber ku taybetmendî û cûreya nekanînê nizanin, her wuha ji perwerdeyê dûr dimîne. An diçe dibistanê lê ji ber ku bê raporta nekanyariyê ye, salek du di polê de dimîne. Û dev ji dibistanê berdide. Gelek cûre nekanîn hene û ji van nekanînan jî gelek ast hene. Hinek astên nekanînê hene mirov pir kêm bi wan dihese. Ji ber wê hawê divê ji aliyê sazî û dibistanan malbat werin perwerdekirin.

Pêşniyarên Çareseriya Astengên Li Hember Hevkariya Malbatê

1.Komên Piştgiriyê; bi daxilbûna komên olî, civaka sivîl û rêxistinên civakê yên din, dê ramana neyênî ya nekanyariyê  ji holê rabe. Divê her komên berpirsiyar barê ser milê xwe ragire û piştgiriyê bide van malbatan. Ev têkoşîn dê ramana neyênî ya li hember nekanyaran rake û rê li ber pêşveçûna perwerdeya taybet a bergehî(inclusive) veke. Perwerdeya bergehî, bi pêwistî perwerdeya civakê û ferqkirinê ye. Heger civak ji vê perwerdeyê bê agah be, teqez dê li ber perwerdeya taybet a bergehî bibe asteng. Ji ber vê hawê, divê her saziyên berpirsiyar di guhertina ramanên neyenî de perwirdar bibe û piştgiriyê bide vê pêvajoyê.

  1. Kampanyayên Ferqkirin û Hesandinê; ji bo bilindkirina hişmendiya nekanyariyê divê malbat tevlî perwerdeya nekanyaran bibin. Mijarên nakanyarî û daxilbûnê bi polîtîka û kampanyayên netewî yan navnetewî bi ser dikevin. Ji bo rakirina ramanên neyênî û pêkhatina ferqkirinê, divê alavên têkiliyê wekî radiyo, televîzyon û medyaya civakî, baştirîn werin bikaranîn. Malbatên li çolwariyê ku ji bajaran dûr û bê dibistan in, divê ji firsendên perwerdeya zorakî werin sûdemendkirin. Di warê nekanyariyê de divê malbat, werin agahdarkirin û perwerdekirin. Encax wusa dê li nekanyariyê hay werin û li hember wan bi hestiyar tevbigerin.
  2. Piştgiriya li Malbatên Nekanyaran; divê hukûmet bar û berpirsiyariya ser milê xwe baş pêk bîne da ku zarokên nekanyar bi ewle xwe bigihînin perwerdeya taybet. Divê di rewşa pêşveçûna zarokên nekanyar de, malbat demildest werşin agahdarkirin.Bi mamoste, terapîstên zarok û pisporên xizmetguzariya civakî, alîkarî li van malbatan dibe were kirin.Hin malbatên ji aliyê aboriyê ve lawaz bin, dewlet divê piştgiriya wan bike. Divê pêşane li zarokên nekanyar ên civakê were dayîn. Divê bi saziyên sivîl, saziyên fermî û ji teref pisporan malbat were agahdarkirin da ku zarokên xwe ji perwerdeyê dûr nehêlin. Divê malbat, di derbarê mafên zarokan de werin agahdarkirin daku zarok ji wekheviya firsendê mifadar bibe.
  3. Rêxistinên Pêkve bînin û Hêzdar Bikin; Ji bo ku malbat li hember hestên neyênî yên nekanyariyê derkeve, ji bo bizane dê çawa bigihêje alîkariyan û ji bo ku ji heq etîketkirinê derkeve, divê komên di her cûre pirsgirêkê de serwext ava bibin. Malbat, bi saya van koman dibe ku boçûnên xwe yên neyênî yên derbarê zarokên nekanyar de biguherin ji ber vê hawê divê ev kom werin hêzdarkirin. Herwuha komîteyên dibistanê, komeleyên mamosteyan û saziyên pêwendar, da ku encamên erênî ji perwerdeya taybet were girtin.
  4. Polîtîkaya Perwerdeya Taybet; di warê perwerdeya taybet de divê polîtîkaya hukûmetê bi awayeke zelal be. Di vê mijarê de divê her zagon û rêzname werin derxistin. Helbet tenê bi derxistina van zagonan, divê dewlet bikaranîna van zagonan bişopîne û di binpêkirina van zagonan de sepandinên zexm bigire.
  5. Hêzdarkirina Bernameyên Bingeha Malbat û Civakê; di civakê de astengên li hember nekanyariyê divê bi plan û bernameyên rêkûpêk were rakirin. Heger nêrîn û boçûnên malbatê yên li hember nekanyariyê neguhere, mixabin dê malbat û nekanyar tevlî perwerdeyê nebin. Heger civak, piştgiriyê bide xwendina van zarokan, bêgûman dê encam gelekî nuwaze be. Bi bernameyên bingeha civakê, kesên nekanyar, endamên malbatê, komeleyên xêrxwaz, rêveberên xwemalî û hemî pêywirdar dê bigihêjin hev. Û ev yek dê nêrîna li hember nekanyariyê ro bi ro bi şêweyeke baştir, biguherîne.
  6. Zêdekirina Kapasîteya Navendên Çavkanî, Têkilî û Nirxandinê; malbat, mamoste û hemî kesên peywirdar ên derbarê vê mijarê de, ji perwerdeyeke serkeftî divê bi awayeke hêsan xwe bigihînin her cûre çavkaniyê. Û her wuha divê têkiliyeke xurt a navbera mamoste û malbat, û gîhaştina dane û agahiyên derbarê nekanyariyê de, hebe. Divê dewlet hemî bergiriyan li hember astengan bigire û kesên li çolwariyê bi awayekê agahdar bike û ji bo wan perwerdeya taybet bibe ber deriyê nekanyar.

 

Mustafa RÊZAN

Şemrex – MÊRDÎN-ÇANDNAME

 

Derbar ziman

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply