Malbat û Mamoste

Di perwerdeya zarokên taybet de girîngiya têkilî ya malbat û mamosteyan neyê jibîrkirin. Ji bo armanca perwerdeyeke serkeftî, divê têkiliya malbat û mamosteyan gelek xurt be. Ev rêzik ji bo hemû cûreya perwerdeyê sereke ye. Lê belê ji ber ku zarokên nekanyar bi taybet  nekanyarên hişmendî, zû jibîr dikin, divê her dem mamoste û malbat di têkiliyê de bin. A rast divê şarezayê têkiliya xurt bin.

Mamoste divê dê û bavan bipejirînin. Û li dîtin û ramanên malbatê rêzdariyê bigirin. Heger malbat binêrin rêz li wan dihê girtin, dê xwe nirxdar bihesînin. Û dê bi awayeke xurtir tevlî pêvajoya perwerdeyê bibin.

Divê mamoste xwedî şarezaya guhdarîkirinê be. Guhdareke hêja, guh dide naveroka axaftinê ne teşeya axaftinê. Divê di axaftinê de li rûyê mirov binêre, nîşeyan bigire, dem bi dem serê xwe bihejîne bi awayê pejirandinê û hwd. Mamoste bi dirûşmeyên ligel malbatê divê şarazeyek bandoryar û empatî ya guhdarîkirinê bikar bîne.

Divê mamoste, pirsên bandoryar bipirse. Pirsên bandoryar, nirxandin û şîrovekirin gelek girîng e. Divê pirsên vekirî û girîng li malbatan bipirse ku malbat xwe û zarokên xwe nirxdar bihesin û bersivên rind ji bo pêvajoya perwerdeyê bide.

Divê mamoste, bi axaftineke zelal biaxive ku malbatê qanix bike. Tevlîbûna dê û bavan li pêvajoya bernameya perwerdeyê de dê pêşveçûnê li performansa zarokan  derxe holê. Ev jî dê baweriya dê û bavan zêdetir bike.

Hevkariya mamoste û malbatan

  • Mamoste, nûnertiya perwerdeya dibistanê ya ji bo xwendevanan  dihê pêşkêşkirin dike. Pewerdekarê xwendevanan e.  Ji ber vê hawê bi taybet hevkariya malbat û mamosteyan dihê hêvîkirin. Di vê hevkariyê de divê li çend rêzikan guh lê were kirin.
  • Divê mamoste xwedî şarezayên têkilî, parvekirina daneyan, xweşpeyv, rêzgirteyar, di her asta hevariyê de erênî û di çarçoveya rêzdariyê de be.
  • Divê him mamoste û him jî malbat li berjewendiyên zarokxwedî derkevin. Û bi dilsozî hevkariya xwe bajon.
  • Divê malbat û mamoste di berpirsiyariya encaman û girtina biryaran de wekhev bin. Û mamoste divê vaya bi malbatê bide hesandin.
  • Di tîma hevkariyê de her kes berpisiyareke çalak, bi hev ewle û di çarçoveya rêzdariyê bitevgire.

NÊRÎN Û BOÇÛNÊN MAMOSTEYAN

Helwesta mamosteyan li ser bicîkirina zarokên nekanyar li polên asan diguhere. Hin mamoste nekêrhatina xwe davêjin stûyê zarokên nekanyar û naxwazin zarokên nekanyar tevlî polên asan bikin. Li gor lêkolîneke rojavayê başûrê Birîtanyayê cudahî di nav nêrînên mamosteyên li zanîngehê yan bi dersên perwerdeyên destekê wergirtine de  û di nav mamosteyên ji perwerdeya taybet nehaydar de hene. Her wuha tevlîbûna zarokên nekanyar li perwerdeya asan di hinek beşan de pirsgirêkan derdixe. Wekî zarokên bi giranî xwedî reftarên pirsgirêk bin an perwerdeya asan bikêrî wan neye û guhertina perwerdeya asan ne li gor wan be û hwd.polîtîkayên Netewweyên Yekbûyî (NY), bi heman nirxê dîtina hemû zarokan û wekheviya firsendê ye. Digel vaya daxuyaniyên UNESCO’yê jî heman tiştê pesend û pêşniyar dike.

Pirtûka kesk(1997) a li Birîtanyayê ku bi sernavê “Ji Bo Hemû Zarokan Nûwazebûn” hate weşandin, digel perwerdeya zarokên asan û normal, perwerdeya zarokên nekanyar jî bi rijdî dipejirand. Her wuha Pirtûka Kesk daxwaza guhertineke pêl bi pêlî li dibistanên ji rêzê kir. Tevlîbûna zarokên taybet, bi rawêj û hîpoteza ku bandoriyê li perwerdeya zarokên asan neke dihate piştgirîkirin. Lê mixabin ev yek tenê ji bo zarokên nekanyarên ortopedî pêkan bû. Lê belê di fikra tevlîbûna zarokên nekanyarên hestiyarî û reftarxirab, dê bobelateke mezin derxe holê de bûn. Wekî C. Orwellî ku di pirtûka xwe ya “Mêrga Ajalan” de behs kiriye; hinek mirov ji yên din nekanyartir in. Bi vê şêweyê guhertina nirxandinê, pêvajoyê digewimîne; beşdarbûn li gor kategoriyê naye cudakirin (Bayliss û   Lingman, 1998). Lê belê mamoste dikarin zarokan li kesayetî cuda bikin. Ango li gor asta nekanyariya wan. Bingeha vê cudakirinê ji bo perwerdeyeke serkeftî gelek girîng e.

Bowman (1986) di xebateke UNESCO’yê ya çarde welatan nêrîneke cuda ya derbarê lihevanînê daye xuyakirin. Dewletên tevlî rapirsiyê bûne; Misir, Jordan, Bostwana, Senegal, Zambiya, Awustraliya, Teyland, Çekya, îtaliya, Norwêc û Portekêz in. Ji bo lihevanîna zarokan li polên ji rêzê, gelek nêrînên cuda hatine tesbîtkirin. Zarokên nekanyarên hişmendî yên giran û zarokên pirnekanyar, herî kêm hatine nirxandin. Gelemperî ji çaran yekê mamosteyan tenê di fikra perwerdekirina li polên ji rêzê ya zarokên nekanyarên bihîstinê de bûn. Tenê ji sedî dehê mamosteyan, ji bo zarokên nekanyarên hişmendî yên giran û zarokên pirnekanyar pejirandine. Bi awayeke balkêş, mamoste li welatên xwedî zagona lihevanînê, xwedî nêrînên erênî ne. Xebatên boçûnê yên din destnîşan kirine ku gelemperî mamoste derbarê rewşên nekanyaran de ne xwedan empatî û nêrînên erênî ne. Û ji bo pejirandina zarokên nekanyar ne amade û di cîbicîkirina biryarên rêveber û polîtîkayan de dilnexwaz in. Digel vana di lêkolîneke Hellierî (1988) ya derbarê namzedên mamostetiyê yên pêşdibistanê de nêrînên erênî yên lihevanînê daye nîşandan. Li herêma Taysideya Sikotlandê li şeş dibistanên seretayî yên zarokên xwedan pirsgirêkên ciddî yên fêrbûniyê tevlî rêzê kirine, lêkolîn kiriye. Di encamê de mamosteyên xwedan tecrûbe, bi awayeke gelek xurt boçûnên erênî nîşan dane. Di deh salên dawî de lêkolînan jî nîşan daye ku bi tecrûbeyan, boçûnên mamosteyan a lihevanîna zarokên nekanyar li polên ji rêzê, bi aliyê erênî ve xurtir bûye.

Bi heman mijarê lêkolîneke bi pêvajoya sê salan a LeRoy û Simpsonî (1996) ya li herêma Michiganê   daye xuyakirin ku sal bi sal û bi tecrûbeyan, boçûnên mamosteyan a lihevanîna(bergehî) zarokên nekanyar li polên ji rêzê, bi erênî guheriye û şarezaya mamosteyan a fêrkirinê jî zêde bûye.

Lêkolînan daye xuyakirin digel ku boçûnênmamosteyan ji gelek sedemên bi hev re dikevin têkiliyê dihê guhertin jî, ji wan a girîngtirîn tewr û asta girtina perwerdeya destekê ye. Bi perwerdeya destekê yan perwerdeya zanîngehê boçûnên mamosteyan bi awayeke berbiçav û erênî diguherîne. Û ev yek sal bi sal û bi tecrûbeyan xurtir dibe û pêşve dihere.

Lihevanîna zarokên nekanyar li polên ji rêzê ji bilî dewletên pêşverû DYA, Kenada, Birîtaniya û hwd. li dewletên paşverû jî wekî dewletên rojhilata navîn, rojhilata dûr a Asya û Afrîka bûye mijara niqaşê.  Bi vê mijarê pêla lihevanîna zarokên nekanyar li polên ji rêzê di Polîtîkaya Perwerdya  Netew a Nîjeriyayê (2008) de jî cîh girtiye. Li gor biryara 1994an a UNESCO’yê, ji bo gîhaştina armancan divê sepanên perwerdeyê li gor zaroknavendî bin. Ev, ji bo ku mamosteyek perwerdeyê baştirîn birêve bibe, divê bizanibe ku her xwendevan ji aliyê çand, civak û akademiyê li kuderê ne (Gildner, 2001).  Ji ber ku her xwendevan xwedan taybetmendiyeke fêrbûniyê û xwedan pirhişmendî  ne. Him mamosteyên gelemper û him mamosteyên taybet divê li gor hewcedarî, qadên balkişîn û kanyariya her xwendevanan tevbigerin û plan û bernameyan bisazin. Polîtîkaya Perwerdeya Netew a Nîjeriyayê, bangawaziyekê ji bo perwerdeya zarokên nekanyar li qada herî kêm hatiye sînordarkirin û digel kanyariyên wan ên guherîner divê perwerdeyeke ku di jiyanê de bi tê ra xwe bên, were dayîn dike. Her wuha perwerdeya  bergehî a lihevanînê li Nîjeriyayê zarok, bêyî ku werin cudakirin li gor beşa nekanyarî, netew, ol, ziman û zayendî; xwedan perwedeyê ne. Û Dewleta Nîjeriyayê li vê rastiyê hişyar bûye.

Dewletên wekî Nîjeriyayê ji aliyê aboriyê lawaz, niha ferq kirine ku nav behra perwerdeya gelemper de xwedan derfetên lawaz in.  Carde jî Nîjeriya, Dewletên Efrîka yên din, Amerîka Latîn û Dewletên Asyayê bi prensîb di Peymana Mafê Zarokan de (1989) hatiye destnîşankirin ku bi qalîteyeke guncaw gîhaştina perwerdeyeke wekhev, di protokolên cûreyî yên navnetew de pejirandine. Deklerasyona Cîhanê ya ji bo her kesê  perwerdehî(1990),  rêzikên standart ên derbarê wekhevkirina firsendên kesên nekanyar(1993), Daxûyaniya Bizava Salamanca ya UNESCO’yê(1994) û Forûma Perwerdeya Cîhanê ya Dakarê(2000). Nîjeriya di 1999an de Bernameya Perwerdeya Bingeh pejirand. Ev yek wekî nûjenkirina Projeya neserketî ya Seretayî ya Navnetew û ji bo pêşverûkirina ximetguzariyên xelkê Nîjeriyayê didîtin. Li gor nêrînên Adepoju û Fabiyî (2007), di çil salên dawî de ji bo nûjenkirina sektora perwerdeyê gelek guhertin hatine kirin. Li gor Bernameya Perwerdeya Bingeh, daxistina rêjeyê ya terkkirina dibistanê, ji bo her zarokên Nîjeriyayê perwerdeyeke bêpere, bi nêrînên guncaw li dervê dibistanan temamkirina perwerdeya gencan û bicîkirina fikra li seranserê jiyanê perwerdehî ji bo hemû xelkên Nîjeriyayê destûr girtine. Xuyaye ku bi lihevanîna zarokên nekanyar li polên ji rêzê, Nîjeriya di reformeke mezin de ye.  Ji bo serkeftineke mezin û domdar, divê nêrînên çewt û xelet werin guhertin û civak were guhertin. Ji ber vê hawê divê mamosteyên perwerdeya taybet li dibistanan bi awayeke guncaw werin belavkirin û hemû rêveber û karmendên dibistanê di warê perwerde û nêrînên erênî de werin agahdarkirin. Ev yek tenê ji bo civaka Dewleta Nîjeriyayê, lê belê ji bo hemû civakên din ên cîhanê ku peymana Netweyên Yekbûyî ya derbarê wekheviya firsenda xwendinê pejirandine, divê bi heman rêziknameyê bi plan û bernameyên guncaw lihevanîna zarokên nekanyar li polên ji rêzê cîbicî bikin.

REWŞA MAMOSTEYÊN TAYBET

Mamosteyên perwerdeya taybet di koma xeternak a niqrîzê de ne. Karê wan î sext û bi stres, wan digindirîne ber bi sendroma jixweketinê. Rêjeya rûxandinê ya mamosteyên perwerdeya taybet, li gor mamostetiyên din gelek zêde ye. Ev jî di gelemperê dewletan de rêjeya nirxa mamosteyan dadixe. Û mamoste di karên xwe de bi dilekî têrbûyî naxebitin an nikarin bixebitin. Li DYA’yê di sala 2006an de nêzî 5.5 mîlyon zarok perwedeya taybet wergirtin. Helbet ji bo perwerdeya vana ji 400 hezarî zêdetir  mamosteyên perwerdeya taybet hewce bûn. Tenê ne li DYA’yê li dewletên din jî rewş bi vî rengî  yan xerabtir bû. Beşa mamostetiya taybet ku bi çar salên zanîngehê dihê encamdan, bi kursên sê-çar mehan û sertîfîkayan hatin encamdan. Her wuha vaya nirxa  mamostetiya taybet daxistiye. Hinek kes bi armanca alîkarî û aboriyê bûn mamosteyên perwerdeya taybet. Hinek jî ji ber di malbatê de rûbirûyê vê rewşê bûn, bûne mamosteyên taybet. Ev sedemên cuda di negîhaştina van armancan ber bi stres û rûxandina hestiyarî ve dibe.

Mamosteyên perwerdeya taybet ji ber popûlasyona cuda ya xwendevanan, rûbirûyê sextiya erkên xwe ne. Ev yek bi  taybet ji bo mamosteyên zarokên nekanyar ên reftarî û hestiyarî gelek di cî de ye. Heya hinek mamoste, tirsa xwe ya ji zarokan anîne zimên. Û di vê rewşê de mafdar in jî ji ber ku ti zagon û kanûn di rewşeke wusa de mamosteyan naparêze. Ji aliyê din komkirina belge, ewraq û kaxizên derbarê zarokên nekanyar, xewnereşka mamosteyên perwerdeya taybet e.

Bêjeya rûxandinê gelekî dihê bikaranîn. Di wêjeyê de bi teşeya herî belavger, ji ber astengên di rêya serkeftinê de rûxandina hestiyarî ye.  Rûxandina hestiyarî dibe ku wundabûna hest, fikar, ewlehiyê rapêçe. Ev yek ne li dû xebatên ji rêzê dihên holê. Mamosteyên bi rûxandina hestiyarî dibe ku kêmaniya enerjiya hûndirîn, bixwernedîbûnê, kêmaniya motîvasyonê bikêşin, ji xebatê bitirsin û gelek kêm li ser xwendevanan bisekinin.

Di dawiya rûxandina hestiyarî de derbe him li xwendinê, him li xwendevan û him jî li nirxa mamosteyan dixe.  Ji aliyê derûnî û tendirûstî ve jî bi zêdetir bandoriyê li mamosteyan dike. Niqrîzên tendirûstî bi taybet; betilandin û arsima zêde, enfeksiyonên din, sermaxwarin, serêş û hwd. Bandoriyê li mamosteyan dike. Rûxandina hestiyarî bandoriyê li nirxa alîkariyê ya mamosteyan dike û nahêle mamoste di karê xwe de bi awayeke têrbûnî bixebitin.

Bi awayeke çalak divê li rûxandina hestiyarî were têkoşîn. Bi hobî, perwerdeya medîtasyon û nojdariyên hevtêkel re serî li ber rûxandina hestiyarî derdikeve. Nojdariyên hevtêkel li gor kesan diguhere û di nav de; rêveberî, hîpnoz, terapiya hestiyarî ya hişmendî, arambûn, xwarin, egzersîz, tora elektronîk û pêşverûkirina personelan radipêçe.  Di van çalakiyên rêlibergirtinê de bandoriya wan li ser stresê û rûxandina hestiyarî hatiye bidestxistin. Di bin şertên giran de perwerdehî û jiyîna hinek hest û ramanên neyênî normal e.  Ji ber vê hawê derketina van hest û ramanan bi taybet li qadeke xebatê ya bi stres, dê rakirina wan de jî serişteyan de bide. Potansiyela acisiyê ya mamosteyên perwerdeya taybet ji ber zehmetiya xebat û zarokan, hest û ramanên neyênî û ji ber pêgirtiya kesayetî ya alîkariya zarokên hewcedariya wan bi perwedeya taybet heye, derdikeve holê. Digel vana kesên bi asta bilind xwedî rûxandina hestiyarî bin, wekî derûnî xwe dûr dixin, ji nerehetiya demkî direvin. Ji dêleva reva ji hest û ramanên neyênî, bi pejirandin û jiyana nirxdar dê biserkevin.

Pejirandin; ji ber zehmetiya xebat û zarokan, hest û ramanên neyênî û ji ber pêgirtiya kesayetî ya alîkariya zarokên hewcedariya wan bi perwedeya taybet heye, bêyî rewş û teşeya van sedeman werin guhertin, daxwza jiyîna van rewşên han e. Pejirandin, ne êş kişandin û di vê êşê de pasîfmayîn e. Beravajê vê  êş û keder, encama mirovbûnê dihê ditîn. Heger jiholêrakirina hin tiştan ne pêkan be, pejirandina wan dê êşa wan daxe. Nearamiya paqij, ji hest û ramanên rewşên sext derdikeve holê. Nearamiya qelêr, ji ber çalakiyên kontrolkirina hest û ramanên neyênî derdikeve holê.  Heger mijar perwerdeya taybet be, ji bo mamosteyên taybet nearamiya paqij baştir e. Ji ber ku perwerdeya taybet jixwe gelek pirsgirêkan(hişmendî, hestiyarî, dîtbarî, zorçalak û hwd.) radipêçe û heger  mamoste, dema xwe ji bo kontrolkirina nearamiya qelêr derbas bike, dê pirsgirêkên din derkevin holê.

Jiyana nirxdar; bi saya pejirandinê ji aliyê derûnî ve mirov piçekî nerm dibe. Nirx, nêrîna kesayetî ya qadên jiyana girîng in. Di nav van qadên jiyanê de kar, hevaltî, malbatî, hemwelatî, xwenêrîn, ol û hwd. Nirx, pirî dajon û ber bi mayîne ve ne. Nirx, di nava stresa kar de ji bo kêfxweşiyê hevtêkeleke bingeh e. Li gor  lêkolînan di navbera rûxandin û kêfxweşiya kar de têkiliyeke berevajî heye. Heger nirxa mamoste; “ez xwe li ser van zarokan dikim û dixwazim bibînim ku dê karibin biserkevin. Ev dibe ku heta niha karê min î sexttirîn be, lê belê di heman demê de karê min î pîroztirîn e.” dê ji bandoriya rûxandina hestiyarî rizgar bibe.

 

BIKARANÎNA TEKNOLOJIYÊ

Ji bo piştgirîkirina çalakiyên polê, divê serkeftiyane teknolojiyên zanîn û têkiliyê were bikaranîn. Teknolojiyên zanîn û têkiliyê  û teknolojiyên fêrbûnê, têgînên gelek girîng in ji bo perwerdeyê. Heger mijar çalakiyên perwerdeyê be, bikaranîna teknolojiyê gelekî dihê axaftin. Lê belê vaya çiqasî dihê bikaranîn hêjayî lêkolîn û niqaşeke birêkûpêk e.  Ji bo teknolojiyên zanîn û têkiliyê têgîna teknolojiya fêrbûna dihê bikar înan. Li cînan teknolojiyê fêrbûnê, ji dêleva  teknolojiya zanîn û têkiliyê dihê bikar înan. Teknolojiya fêrbûnê di her warî asankarî derxistiye û karên mamosteyan ji nivîsa plan û bernameyan a bi saetan qetandiye. Her wuha bikaranîna teknolojiya zanîn û têkiliyê li ser fêrbûna xwendevan gelek bandoryar e. Bi taybet zarokên nekanyar, li gor kanîn û nekanyariya wan sûdgirtina ji teknolojiya fêrbûnê derfeteke gelek girîng e. Mînak; hin zarokên ji aliyê nivîsê de nekanyar in, dibe ku di aliyeke din de wekî hişmendî ya dîtbarî zîrek bin. Yan çalakiyên ku mamoste bi saetan nikare peyda bike, dê bi teknolojiya fêrbûnê zûtirîn demê peyda bike. Ev jî derfeteke gelek mezin e ji bo mamoste û xwendevanan. Lê divê teknolojiya fêrbûnê li gor hin rêbazan were bikaranîn.

Bi vê armancê;

  1. Bi bikaranîna toknolojiya zanîn û têkiliyê, nîşankirina hewcedariyên perwerdeyê ya xwendevanan
  2. Ji bo têrkirina şêwe û hewcedariyên perwerdeyê ya xwendevanan, bijartina çavkan û stratejiyên li gor teknolojiyên zanîn û têkiliyê
  3. Ji bo ku xwendevan; zanînê birêve bibin, lêkolîn bikin, şîrove bikin û ragihînin; çêkirina tecrûbeyên wan î fêrbûnê di teknolojiya zanîn û têkiliyê de çalak bin.
  4. Nirxandin a bandoriya nêrîn, fêrbûn û fêrkirin ên bikaranîna teknolojiya zanîn û têkiliyê
  5. Bikaranîn a ji bo xwendevan bigihêjin zanîn û zanînê birêve bibin pertalên teknolojiya zanîn û têkiliyê
  6. Li gor nekanyarî û reftarên pirsgirêk divê xwendevan ji kel û pelên teknolojiya zanîn û têkiliyê sûde werbigire.
  7. Di bikaranîna kel û pelên teknolojiya zanîn û têkiliyê de mamoste her demê xwe pêş de bixe.

Mustafa RÊZAN-Çandname

Şemrex- MÊRDÎN

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply