Zarokên Bi Madeva Girêdayî

Aferînerê kaînatê, mewcûdat û hebûn ji bo jiyanê çê kir; jiyan wek keşafê mewcûdatê û di navenda çembera hebûnê de cih girtîye. Jiyan ji wekî çemberekê îcad û înşa kiriye; însan ji kiriye navenda xêza heyatê. Bi kurtayî her tişt ji bo mirov û însên çê bûye. Çawa ku ‘İsmê E’zem’ heye, herweha ‘Naqşê E’zem’jî heye; ew jî ÎNSAN E.

Helbet di navenda heyeta însên de jî zarok cih digre. Zarok, ronahiya bav û dê ye, fêkiyê malbatê ye, encama  eşq û evînê ye, mohra jiyanê ye, toximê heyatê ye. Di vê dinya pîr de mizgîna vejandinê ye.
Zarok, ne avêtineke endustriyel e. Ew rêwiyekî ezîz e, mivanekî ecîz û feqîr e. Mûxatebê îlahî û di nav ezmûn û îmtihaneke mezin de ye. Di pêşerojê de şert û mercên giran, kar û barên bi zehmet wê jiyana wî zarokî dorpêç bikin. Hewceye ku ‘qozeye zarokatî’ bi hezkirin, hejayî û qebûlkirinê were hunandin. Derheqê hindekarî û perwerdê zarokan de paradîgmeke nû pêwiste .Di dema nûjen de hem hindekariya zarokan hem jî ji bo biçûkan perwerdehiya bav û dê zêde û nû be.

Lê mixabin, vê dema îro de ‘ji bo zarokan, perwerdehiya bav û dê’ di asta tûnebunê de ye. Hal ew e ku, derheqê biçûkan de hestyarî û hişmendî ya bav û dê pir giring û pedagojîk e. Nêrîn û nêzikatiya bav û dê ya zaroka, di pêşeroje de ci û asta wan ji berbiçav û razber dike. 
Bi kurtayî zarokên ku werin hezkirin, bi xweşî û hejayî tên qebûlkirin, ji rê dernakevin; cixarê venaxwin, xwe naspêrin komê hevalên neyînî û madê.

Derbar Çand Name

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply