Yekşem , 27 Îlon. 2020

Mafê Dê û Bavan

 

وَقَضَى رَبُّكَ أَلَّا تَعْبُدُوا إِلَّا إِيَّاهُ وَبِالْوَالِدَيْنِ إِحْسَانًا إِمَّا يَبْلُغَنَّ عِنْدَكَ الْكِبَرَ أَحَدُهُمَا أَوْ كِلَاهُمَا فَلَا تَقُلْ لَهُمَا أُفٍّ وَلَا تَنْهَرْهُمَا وَقُلْ لَهُمَا قَوْلًا كَرِيمًا (23) وَاخْفِضْ لَهُمَا جَنَاحَ الذُّلِّ مِنَ الرَّحْمَةِ وَقُلْ رَبِّ ارْحَمْهُمَا كَمَا رَبَّيَانِي صَغِيرًا (24) الاسراء          

Bawermendên birûmet!

Kesê herî layiqê rêzgirtin, hezjêkirin û qenciyê, bêguman dê û bavê mirov in. Dayik, zarokên xwe di dema ducanîtiyê de, di bin gelek zor û zehmetiyan de tînin dinyayê. Piştî anîna dinyayê jî  xewa xwe ya şevan li xwe dibin û bi dilovanî wan mezin dikin. Em tev di pêşveçûnên xwe yên madî û menewî de, deyndarên şefqet, merhemet û dilovaniya dayikên xwe ne. Lewre ji hêla hêmanî û bedenî ve ka şîrê dayikan çiqas girîng e, her wiha şefqet, merhemet û dilovaniya wan jî ew qas girîng e. Her yekî ji me gava ku em tên dinyayê, bê hêz û lewaz in, bi teşeyeke wisa ku pêdiviya me bi bal xwedîkirin û parastina ji her xetereyî ve heye. Bi litfa Xudayê mezin, em di bin hembêz, şefqet, merhemet û dilovaniya dê û bavan de, dest bi jiyanê dikin û ew per û baskên dilovaniyê li me dipêçin. Bi teşeyeke wisa ku pariyê devê xwe jî derdixin û didin me. Rastî, dirustî, çewtî, şefqet, merhemet, dilovanî û gelek exlaqên mirovahiyê di pêşîn de, ji wan hîn dibin. Ji bo vê yekê dê û bav perwerdekarên yekemîn in.

Misilmanên birûmet!

Xuda Teala, piştî benîtiya jê re, emrê me dike ku em qedrê dê û bavên xwe bigirin û vê peywira me ya bingehîn jî wiha bi bîra me tîne: “Xudayê te ferman kiriye ku hûn benîtiyê ji wî tenê re bikin û bi dê û bavên xwe qenciyê bikin. Vêca heke yek ji wan, yan jî her du li cem te kal bibin; ji bo wan “Of!” nebêje, wan neêşîne û ji bo wan xebereke xweş û birêz bibêje. Ji bo wan ji dilovanî xwe nerm bike û per-baskên xwe ji wan re nizim bike û bêje: Xudayê min! Dema ku ez piçûk bûm çawa ku wan ez xwedî kirim û dilovanî li min kirin her wisa tu jî dilovaniya xwe li wan bike.[1] Evdillahê kurê Ebas (r.x.l) dibêje: “Sê ayetên Quranê daketine û bi sê tiştan ve hatine girêdan ku Xuda Teala yek bê yekê qebûl nake; yek jê ev e:  أَطِيعُوا اللَّهَ وَأَطِيعُوا الرَّسُولَ Yanî : “Guhdariya Xuda û pêxemberê wî bikin” kesê guhdariya Xuda bike û ya Pêxember neke, Xuda jî qebûl nake. Ya duyemîn:  أَقِيمُوا الصَّلَاةَ وَآتُوا الزَّكَاةَ  Yanî: “Nimêja xwe bikin û zekata xwe bidin.” Kesê nimêja xwe bike û zekata xwe nede, Xuda jê qebûl nake. Ya sêyemîn: أَنِ اشْكُرْ لِي وَلِوَالِدَيْكَ  Yanî: şikrê min bikin û şikrê dê û bavên xwe bikin.” Kesê şikrê Xuda bike û yê dê û bavên xwe neke, Xuda jê qebûl nake. Pêxemberê me di hedîseke xwe ya şerîf de wiha dibêje: “Gunehên herî mezin ew in ku mirov ji Xuda re şerîkan çêke, li ber dê û bavên xwe serî hilde, kuştina nefsa (ku Xuda qedexekirî) û sonda biderew.

Misilmanên birûmet!

Bila em ji bîr nekin ku razîbûna Xuda, di razîbûna dê û bavan de ye. Em ji aqilê xwe dernexin ku daxwazên dê û bavan ji me bes devlikeniyeke û xeber daneke xweş e û ev jî mafê wan ê herî rewa ye. Ez xutbeya xwe bi wateya hedîseke pêxember diqedînim: “Rojekê ji qebîla benî Selîmiyan yek hat û got: Ya Resûlê Xuda, ma piştî mirina dê û bavê min jî êdî qenciyeke ku ez li wan bikim maye? Resûlê Xuda wiha bersiv da: “Belê tu ji wan re dia bikî, ji Xuda Teala daxwaziya efûkirina wan bikî, wesiyetê wan bînî cî, hay ji xizmên wan hebî û qedrê dostê wan bigrî.”[2]

Mele Cewadê Girdarî- ÇANDNAME

Çavkanî:

[1]  El-Isra 23-24
[2]  Ebu Dawud 5142

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

MEHA REMAZANÊ Û GIRTINA ROJÎYÊ

Qîmeta meha Remezanê çima wûsa zêde ye?  Qur’ana pîroz di vê mehê da înzal bûye. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.