Duşem , 28 Îlon. 2020

Ma qezakirina nimêjê heye?

Pirs: Ma hûn di derbarê gotina seydayên ku -bi taybetî jî di şevên pîroz de- dibêjin nimêjên nehatine kirin divê werin qezakirin de nabêjin çi? Ma qezakrina nimêjan heye? Min di hedîsekê de xwend ku qezakirina nimêjê di halê ku mirov ji bîr bike û di xew de bimîne heye.

Bersiv: Di tetbîq û kirinên Pêxemberê me de ji bilî van herdu rewşan (di halê jibîrkirin û mayîna di xew de) di Cenga Xendeqê de jî bi sedema ku neyaran derfet nedane, nimêja xwe qeza kirine. Mezhebê Henbelî ji xeyrî van her sê rewşan qezakirina nimêjê qebûl nake. Li aliyê din mezhebê Şafiî, Malikî û Henefî bi qiyasa li ser van her sê rewşan gihaştina nêrîn û encama ku her nimêja di wexta xwe de nehatibe kirin, piştre tê qezakirin. Lê belê delîl piştgiriyê didin mezhebê Henbelî.

Fetwayenkurdi.com

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

MEHA REMAZANÊ Û GIRTINA ROJÎYÊ

Qîmeta meha Remezanê çima wûsa zêde ye?  Qur’ana pîroz di vê mehê da înzal bûye. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.