Ma Qey Bawerî (Îman) Tenê Bes e ?

Ji bo xelasî û necata însanan îman tenê bes nake.  Axîret; bi îmanê tenê, xelas nabe.

Rebbê Alemê di sureya Hucurat, ayeta 14an de dibêje;” Bedewiyan go me îman anî. Bibêje; we (hêjî) bawerî ne aniye. Lê belê bibêjin, em teslîm bune. Hê jî îman ne ketye dile we. Heke hun bi gotina Xwedê û qasıdê Wî bikin, Xwedê dê, ji karên we tiştekî kêm nake. Bi rastî Xwedê guneh jê bir e,û dilovîn e.”

Di vê ayetê de xuya dike ku îman cihêye  teslîm bûn û îslam jî cihê ye.

Di ayeta 15an de dibêje; “Bi rastî bawermend; ewên ku wan bi Xwedê û Resûlê Wî îman anîne piştra jî (di îmana xwede) qet nakevin gumanê. Û di rêya Xwedê de bi mal û canê xwe cîhadên dikin (xebat û cehdê dikin). Ha ewin ê rast û durist.”

Dîsa di Qur’ana Hekîm, sureya Ehzap Ayeta 35an de ;”Bê guman zilamên misilman û jinên misilman, zilamên bawermend û jinên bawermend, zilamên îbadetkar û jinên îbadetkar, zilamên rast got û jinên rastbêj, zilamên xwe ragir û jinên sebirkêş,zilamên Xwedê tirs û jinên Xwedê tirs, zilamên xêrker û jinên

xêrker,zilamên rojîgir û jinên rojîgir, zilamên namusparêz û jinên namus parêz, zilamên ji Xwedêre zikirkar û jinên ji Xwedêre; teqez Xwedê ji bo wan lêborînek û xeleteke mezin amede kiriye.”

Di vê ayetê de jî xuya dike ku îman û îslam li hev cudane /bi ferqin.

Xwedê jê razî be, Bedîûzzeman jî divê mijarê de, di kitêba xweya Mektubat , mektuba 9an de dibêje ;”Îslamiyet îltizame, îman îzan e. Bi gotine ke din, îslamîyet; terefgirtin û teslîm û serî tewandina li ber Heqî yê ye; Lê belê  îman qebulkirina heqî yê ye û tesdîqe.”

“Lê tê pirsin;” Gelo îmaneka bêyî îslamîyet dibe sedema xelasî yê? “

“Bersîv; Wek çawa îslamîyeta bê îman nabe sedema xilasiyê, îmana bê îslamîyet jî nabe sedema xilasiyê.”

Di vê derê da jî  xuya dike ku îman tesdîqkirina bi qelbêye, îslamîyet jî terefdariya  heqqê ye. Yek bi dil dibe, yek jî bi kar û xebatê dibe. Lê belê yek bê yekî nabe, Bê hev nabin sebeba necatê.

Dîsa di kitêba xweya Emirdax Lahîqasiyê de dibêje; “ Îman kirin di kaînatê de, di kar û xebata Rebbê Alemê de, tu şerik û ortax qebul nekirin e. Û bêjeya “LAÎLAHEÎLLELLAH”  bawerî kirin û bi qelbê xwe tesdîq kirin ê dibe. Lê belê bêjî Xwedayek heye û milk û kare Wî bi şerîkanre parve bikî , haşa sebebên tebîetê û xwezayê ortaxên Wî bibînî, emrê Wî yê eyan –beyan nas nekî, qasid û pêxemberê şandî nasnekî û nizanibî, emrê wanra îtiatê nekî; elbette wûsa xûya dike ku,îmana ku ew dibêje, ne îmaneka duriste û ne sebeba necatê ye.”

Belkî çaxa dibêje min îman aniye, ew gotina ji bo ku cezayê cehennema Xweda tête bîra wî û wî tazîb dike, ew jî ji bo ku xwe dixapîne wusa tîne ziman.

Lewra bawerî û îman kirin; wek gotina  Qur’ana Azîm û Şane, naskirina sifat û navê Wî hemîyan e. Bi qelbê xwe tesdîq kirine. Emr û nehye ku bi Pêxemberê xwera şandine naskirin û îtiat kirine. Çaxa van emran ra îtiatê neke, serbest gûnehan bike, çaxa gûneh kir jî bi dil û can tewbeyê neke, bê qeyt û bê qesawet gûnehê mezin bike û tewbêyê neyne bîra xwe, wê çaxê hise û para wî kesî di bawerî û îmanê de tûneyî tête hesibandin.”

Belê îmana bê îslamîyet û, îslamîyeta bê îman nabin sebebe xelasîyê.

Pêwîste ku însan hem îmanê bîne, û hem jî bi îslamê; heq , edalet û ibadete xwe bîne şunê ku xilasya axretê çêbe.

Adem OGAN

 

Derbar Adem Murteza

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply