Peyamên Cejna Remezanê Bi Kurdî

1) Cejn hat, bi xêr û bi xweşîyê hat.
2) Hêvîdar im ku cejna te mîna şekirî şîrîn be.
3) Cejna te û ya malbata te pîroz be. Bi hev re jîyaneke şad û xweş bijîn.
4) Cejna we mîna şekirî be.
5) Cejna we ya Remezanê pîroz be.
6) Cejna te pîroz be.
7) Cejna we pîroz be.
8) Hemd û sena ji afirînerê erd û ezmanî re bin. Spas bo Xwedê ku em gihandin vê roja pîroz û dîtina vê roja pîroz nîşanî me kir. Bila cejn bi bereketa xwe ve bê û bila bibe wesîleya yekitîya me û ya azadîya welatê me.
9) Di vê cejna Remezana pîroz de Xwedayê dilovan û mîhrîban xêr û xêrat û diayên we qebûl bike.
10) Bi hêvîya jîyaneke şad û bextewar û xweş û bi hev re, cejna we pîroz be.
11) Cejna Remezana pîroz li me û gelê me pîroz be. Xwedê cejnên bixêr û biaramî bike nesîbê me.
12) Bila dilopek hêvî bikeve dilê te, bila kêfxweşî bikeve jîyana te, bila diayên te qebûl bibin. Cejna te pîroz be.
13) Bi hêvîya diayên bixêr… Cejna te û ya malbata te pîroz be.
14) Hêvîdar im ku dilovanî bibare li ser jîyana we. Hêvîdar im ku ronayî bikeve mala we. Hêvîdarim di rûyê we de tim gul vebin… Xwedê cejnên xweş bike nesîbê me. Bi hêvîya dîtina cejnên xweş… Cejna we pîroz be.
15) Cejna Remezanê bibe wesîle ku derd û kulên we çareser bibin û dilê we germ bibe û jîyana we aram bibe.
16) Evîn bikeve gotinan, wê bibe dia; bigihîje Xwedê, wê bibe ronayî. Hêvîdar im ku diayên me yên bixêr, bigihîjin Xwedê û bibin ronayî.
17) Xwedê me ji me û ji hezkirîyên me neke. Xwedê bi hev re cejnên xweş û aram bike nesîbê me û hezkiriyên me. Bi hêvîya cejnên bibereket…
18) Xwedê wan kesan venagerîne ku jê re dia dikin. Xwedê diayên wan kesan qebûl dike ku di rêya rast de dimeşin. Xwedê diayên me qebûl bike. Cejna me pîroz be.

Zimanê kurdan têra her tiştî dike. Bila kurd bi kurdî cejnên hev pîroz bikin ku bêhtir ji hev fêm bikin.
Bi hêvîya cejnên kurd û kurdewar.

 

Silav û rêz.
Şêx Zelala ji Fînê

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Şiroveyek

  1. Ömer Çeken

    Spas xweş hevale heja cejna we hemiya piroz be…

Leave a Reply