Ma gelo Têgihiştina Mafeyê Netewan di Nîşankirina Çarenûsa xwe de ka çi ye?

Serûştiye, ku ev pirsa hanê di pêşiya pêşî de bête bikirin, gava ku bête bihewildan, ji bona pirsa jê re Çarenûs dibêjin, ku bi şêweyekî Markisî ve lê bête bitemaşekirin. Çi di bin vê de tête biliberketin?

Ma gelo dê emê bersevê ji nasînên hemû rengên “têgihiştiyên giştiyî” mafeyî bidin biderxistin? Yan jî divê ew ji lêgerandina xwendekariya tevgerên milî di rêya xwendekariyeke mêjûyî û aburî de bête biderxistin?

Ecêb niye, ku Mîrzayên Sêmkoviskî, Libman û Yorkêvîtç carekê ji caran jî bi ser bala wan de ne hatiye bikevtin, ku ew vê pirsa hanê bidin bikirin. Bes û bi tenha ew bi payebûn ve li ser “tevlihevbûna” bernameya Makisistî de têtin bidakevtin û ew dixwazin xwe jê vedizîn. Ew di tevaya xavbûna nezaniya xwe de bi carekê ve nizanin, ku ne tenha li bernameya Rusyî sala 1903 de, lêbelêjî biryariya kongirê Navnetewî li London de di sala 1896 de jî li ser Mafeyê Netewan di Nîşankirina Çarenûsa xwe de têtin biaxivtin (bi dûr û dirêjî li ser vî barî de di pişt re).

Hê jî ecêbtir tête bidîtin, ku Roza Luksumburg, ya ku ew pir di derbarê benda bernameya me de dide pitepitkirin, bemameya me rût û mîtafîzîkî dide bidîtin. Wê bi xwe jî ve xwe di bin gunehbariya rûtbûn û mîtafîzîkiyê dabû bidanîn.

Bi xwe ve Roza Luksumburg her û her di lênerînên giştî de derbarê nîşankirina çarenûsa xwe de xwe dide biwindakirin, (bi xwe jî ve ew tanî felsefa pêkenînê jî xwe dide bigihandin, li ser ma çilo merov dê bikaribe vîna Miletekî bide binaskirin), bêyî ku li hîç cihekî diyar û kûr de ji xwe re pirsê bide bikirin, Ma gelo cewhera pirsê di têgihiştinên mafeyî de tête bidîtin, yanjî ew di serpêhatiyên tevgerên milî de li seranserî cîhanê de tête bidîtin ?

Pirsbikirina hûrî vê pirsê, ya ku her Markisitek nikare çavên xwe jê bidin bigirtin, xweser bi berekî neh ji dehan ve ji delîlên Roza Luksumburg dide bitarûmarkirin. Tevgerên milî bara pêşî niye, ku ew li Rusya de têtin biderkevin û ew jî bi tenha ve pê ve nayêtin bigirêdan.

Li seranserî cîhanê de dewrana pîrozbaya dawiyî sermeyedariyê li ser derebegiyê de bi tevgerên milî ve hatibû bigirêdan. Bingehê aburiyî van tevgeran tête bipêkhatin, ku ji bona pîrozbaya bi carekêyî berkirina mal ve zalbûna borcuwaziyê li ser bazara hundurû de dide bipêwistîkirin, bi yekkirina heremên dewletê bi Xelkên yekziman ve ligel hilanîna hemû keleman de dide bipêwistîkirin, yên ku ew di pêşiya pêşveketina ziman û pêşvexistina wêjeya wî de têtin bikelemkirin.

Ziman giringtirîn destikê dan û sitandina Mirovan ligel hev de dide bipêkanîn; yekitiya ziman û azadiya pêşvexistina wî mercên bingehî ji bona bazirganiyeke bi rastî azad û giştî ve li gora sermeyedariya nuh de, ji bona gurûhkirina Xelkê bi azadî û giştî ve di navbera her çîniyekê ji çîniyan de, dawî jî mercekî ji bona pêwendiyeke xurtiyî bazarê ligel her kesekî de, wehajî ligel biçûktirîn Xwediyê kar de, ligel her Firoşdarekî û kirîndarekî de dide bipêkanîn.

Ji ber vê jî berê her tevgereke milî beramberî pêkanîna dewleteke milî bi baştirîn nimûne ve xwestiyên sermeyedariya nuh dide birûbirûkirin. Hîmên pêkêrkirinên aburî ber bi van de didin biajotin û jiber vê yekê jî ji bona tevaya Ewropa Rojava- hêjî jê bêtir: li tevaya cîhana bajarkirî de dewleta milî di dewrana sermeyedaryê de mîna nimûne û tiştekî serûştî tête biderketin. heger weha em têgihiştina mafeyê netewan di nîşankirina çarenûsa xwe de bixwazin bêtin biliberkevin, bêyî ku em yarî bi têgihiştinên mafeyî bidin bikirin, bêyî ku em têgihiştinên rût “bidin bivejandini”, lêbelê li ser me de divê, ku bêtir em li mercên mêjûyî û yên aburiyî tevgerên milî be bidin bilêvenerandin.

Weha wê çaxê bi neçarî ve dê emê bi vê encama hanê ve bêtin bigihaştin: ku di bin mafeyê netewan de di nîşankirina çarenûsa xwe de cihêbûna wê nala dewletekê ji komên Biyaniyên milîbûnên din tête biliberketin û pêkanîna dewleteke miliyî serbixwe tête biliberketin.

Hê jî li xwarê de dê emê bêtir hoyên din jî bidin binaskirin, bê çima wê bi şaş ve bête biderkevtin, heger ku em di bin mafeyê nîşankirina çarenûsa xwe de tiştekî din ji bil mafeyê hebûna dewleteke bi serê xwe ve bêtin biliberketin. Niha li ser me de divê, ku em li nik vê pirsê de bêtin birawestandin:

Bê çawan Roza Luksumburg xwe ji encama neçarî dide “bivegirtin”, ya ku ew xebatkirinê ji bona dewleta milî di hoyên kûrî aburî de dida bidîtin. Roza Luksumburg belê pir bi başî ve namilka Kawtiskî “Milîbûna Navnetewayetî” dide binaskirin, (Pêvekirina bi jimara yekemî kovara “Neue Zeit”[1] sala 1907-1908; wergerandina rusî di kovara de “Nawtşinajna Musil” (remaneke zanistî), Riga sala 1908 de. Ew dizane, ku Kawtiskî, piştî ku wî di beşê çaremî vê namilkê de pirsiyariya dewleta milî ji binî de lê date bivenerandin, bi wî encamê ve hate bigihaştin, ku Oto Bawer-Oto Bauer- “hinera kişandinê ji bona pêkanîna dewleteke miliyî biçûk date bidîtin” (R. 23 ji namilka navbir). Roza Luksumburg bi xwe ve gotinên Kawtiskî dide bivegerandin:

“Dewleta milî bi perwaza wê dewletê ve tête biderkevtin, ya ku ew ligel mercên nuh de” (ango mercên sermeyedarî, bajarî û aburiyî pêşvexistî de) “bi başî ve tête bilihevkirin” (û ew ligel mercên sedsalên navînî û pêla berî sermeyedariyê de hd.) ” nayête bilihevkirin”. “Ew bi perwaza wê dewletê ve tête biderkevtin, ya ku ew têde bi hisantir ve erkên xwe bi cih ve dide bianîn”, (ango ew bi erkên xwe ve bi azadtirîn ve, bi tevayîtirîn ve û bi leztirîn ve pêşvexistina sermeyedariyê pê tête birabûn).

Divê em bi yê çûyî ve rûnkirina Kawtiskiyî hûr û kûr bi ser ve bidin bivekirin, ku dewletên ji rengên milîbûnên cuda têtin bipêkhatin, (yên ku ji wan re dewletên pirmilî têtin bigotin), ew her û her bi siya pêkhatina hundûrê xwe ve tête biderkevtin û ew jiber sebebekê ji sebeban li paşvemayî yanjî jirêderketî de tête bihiştin. bi eşkere ve tête biderkevtin, ku Kawtiskî li vir de peyva jirêderketî bes û bi tenha ji bona wê nîşanê dide bikaranîn, ya ku ew ligel niyazmendiyên sermeyedariyê de di pêla pêşvexistina wê de bi başî ve nayête bilihevkirin.

Dibe, ku Merov ji xwe re bide bipirskirin, magelo rawestandina Roza Luksumburg beramberî van encamkirinên mêjûyî û aburiyî Kawtiskî çi dide biderxistin? Magelo ew rastin yanjî ew şaşin? Magelo Kautsky-Kawtiskî bi dîtina xweyî mêjûyiyî aburî ve bi rast ve tête biderkevtin, yanjî Bawer bi rast ve tête biderkevtin, yê ku dîtina wî di cewhera xwe de bi rewanşinasî ve tête biderkevtin?

Çi pêwendî di navbera “kêsperestiya miliya” Bawer de, ya ku bi eşkere ve tête bidiyarkirin û liberxwedana wî ji bona xwedmoxtariya ferhenga mîlî, mêldariyên wiyî milî, (“ya ku tanî demekê ber bi kêra milî ve dide biajotin”, mîna Kawtiskî dide bigotin) û “gewrekirina wiyî mezin ji bona kêra milî” û “bi carekê ve di ser guhê xwe re avêtina kêra navnetewiyê tête bidîtin” (Kawtiskî), em dibêjîn, magelo çî pêwendî di navbera van tevan de û di navbera biçûkkirina Bawer de ji bona hinera kişandinê ji bona pêkanîna dewleteke milî dide bicivandin?

Roza Luksumburg carekê ji caran jî wê ji xwe ev pirsa hanê nedaye bipirskirin. Wê ev pêwendiya hanê nedaye bidîtin. Wêna bi qolî ve li /tevaya/ dîtinên Bawer de nedaye biremankirin. Wêna carekê ji caran jî dîtina mêjûyiyî aburî û ya rewanşinasî der barê pirsiyarî Milî de bi yek diger beramberî hev nedaye bikirin. Wêna xwe dijî Kawtiskî bi rûnkirên tên date bisînorkirin.

“Ev dewleta miliyî “nimûne” bes û bi tenha ve ew rûtbûneke bi serê xwe ve dide biderxistin, ya ku ew bi hêsanî ve bi dînê ve dikare bête biraxistin û li ber wê de bête bidan, lêbelê ew ligel rastiyê de nayête bilihevkirin” (“Przeglad Socjaldemokratyczny”[2], 1908, Nr. 6. R. 499).

U ji bona xurtkirin û piştgirtina vê daxuyaniya hanê temaşeyên tên li ser de têtin bikirin, ku pêşvexistina dewletên sermeyedariyên mezin û Impiryalizim “mafeyê nîşankirina çarenûsa xwe” ji bona Miletên biçûk bi rewrewkê ve didin bikirin. Roza Luksumburg dide biqijînkirin: “Magelo Merov bi rastî ve dikare li ser “Serxwebûna” Montinegriner, Bulgaristan, Romanya, Sorbistan, Yunanistan û tanî endazekî jî Sîwêsra jî bide biaxivtin; jiber ku ew tevde bi xuyanî ve bi serbixwebûn têtin biderkevtin, ku serxwebûna wan jî bi xwe jî ve ji encamê xebata siyasî û yariya “Koma Ewropî” bi xwe ve tête biderkevtin?”! (R. 500).

Bi baştirin ve ligel mercan de “ne dewleta milî, weke ku Kawtiskî wê dide binêtkirin, lêbelê dewleta talanker tête bilihevkirin. Bi dehan jimar li ser gewrbûna koloniyên Ingilîzî, Firensî, hd. de têtin bianîn.

Gava Merov temaşeyên weha dide bixwendin, Weha sersûrayî Merov xwe bê hemdî xwe li ser karîna Nivîsvanê de di netêgihiştina cewhera pirsê de dide bidîtin! Ew bi gewdeyê Mamostayekî ve dixwaze Kawtiskî bide bifêrkirin, ku dewletên biçûk bi aburiya xwe ve bi Dewletên mezin ve tête bigirêdan, ku di navbera dewletên borcuwazî de ji bona vegirtina talankirina Miletên din pevçûn hatiye bivêketin, ku Impiryalizim û kolonî têtin bipeydakirin – evaya bi xwe pê kenîne û şeytaniya zarotiyê bi xwe ye; jiber evanan tev bi xwe jî ve ligel mebestê hîç pêwendiyekê nadin biderxistin. Ne bes tenê dewletên biçûk, lêbelê jî ji bona nimûne jî Rusya bi xwe jî ve bi aburî ve bi carekê ve bi hêza Impiryalistiyî Darayiyî sermiyan ve yên welatên borcuwaziyî “xurû ve” tête bigirêdan. Ne bes tenê dewletên kuçûkî Balkan, lêbelê jî Emerîka jî di sedsalên nozdehan de di warê aburî de, mîna ku Markis-Marx- der ” sermiyan” de daye bixuyanîkirin, bi koloniya Ewropa ve dihate biderkevtin.

Evaya tevde Kawtiskî-Kautiski- û herwehajî her Markisistek bi serûştî ve pir bi başî ve dide bizanin, lêbelê evaya tevde jî bi hîç gûnekî ve pêwendiyê ligel pirsiyariya tevgerên milî û dewletên mîlî de nadin bipeydakirin. Rosa Luksumburg li şûna pirsa çarenûsa siyasiyî netewan de di civaka borcuwazî de, di serxwebûna wanî dewletê de pirsa azadî û serxwebûna wanî aburî date bidanîn.

Evaya bi xwe jî ve bi jîrbûneke ve tête biderkevtin, gava ku Mirovek bide bidestpêkirin, yê ku li ser daxwazekê de ji bernameyekê ji bernameyan derbarê desthilatiya parleman de, ango Civata Wênerên Gel di dewleta borcuwazî de bide biaxivtin, tevaya rastiya bîr û baweriya xwe bide biderxistin, ku li ba her rêstikeke dewletê de di her welatekî borcuwazî de sermeyanê gewre têde tête bizalkirin.

Gûman têde niye, ku beşê gewreyî ji Asya, gewretirîn beşê erdê bi Xelkên xwe ve, ew xwe yan di zîneta kolonyaliyên “dewletên mezin” de yanjî ew xwe mîna dewletan didin bidîtin, yên ku ew xwe bi carekê ve bestekirî û bi milî ve zordarlêkirî didin bidîtin. Magelo wê dê ev nîrê han ji her kesekî nas re neyête bihejandin, ev rastiya ku têde gûman niye, ku di Asya bi xwe jî ve mercên pêwist ji bona bi carekê ve pêşvexistina malên berkirinê, ji bona bi azadîtirîn, bi firehtirîn û bi leztirîn katbûna sermeyedariyê ve bes û bi tenha ve li Çapan, ango bes û bi tenha di dewleteke miliyî serbixwe de hatin biafirandin? Ev dewletaya bi dewleteke borcuwazî ve tête biderkevtin; jiber vê yekêjî wê bi xwe jî de dayite bidestpêkirin, ku ew li Netewên din zordariyê bide bikirin û kolonyaliyan ji xwe re bide bibendekirin.

Em nizanin, magelo dê Asya berî herifandina sermeyedariyê bête biserkevtin, ku ew dê rêstikekê ji dewletên miliyî serbixwe bide bipêkanîn, mîna ku Ewropa wan dide bidiyarkirin. Belê rastiyeke ku gûman lê nayê bikirin, Ku sermeyedariyê, ya ku wê Asya dayite bişiyarkirin, wehajî wê li wê derê de li her derê de tevgerên Milî datin bijîndarîkirin, ku wehajî mêldariya van tevgerên milî bi xwe ve tête biderkevtin, ku ew dewletên milî li Asya de bide biafirandin, da ku baştirîn merc ji bona pêşvexistina sermeyedariyê bi xwe jî ve di rêya dewletên weha de bêtin bigirawkirin.

Nimûneya Asya bi xwe ve ew li qazanca Kawtiskî de tête biderkevtin û ew bi xwe ve li dijî Rosa Luksumburg bi xwe ve tête biderkevtin. Nimûna dewletên Belkan bi xwe jî ve bi dijî wê ve tête biderkevtin; jiber ku her Kesek dikare

îro ji xwe re bide bidîtin, ku baştirîn merc ji bona pêşvexistina sermeyedariyê li Balkan de weha bi wê pîvanê ve têtin bidurustkirin, mîna ku li ser vê Nîvgiravê de dewletên miliyî serbixwe têtin bipeydakirin. Weha nimûna tevaya mirovaniya pêşverû û bajarvanî, herwehajî nimûna Balkan û nimûna Asya jî bi xwe jî ve rastiya gotina -têza- Kawtiskî-Kautiski- tevî li Roza Luksumburg jî de xwe bi carekê ve dide biderxistin: ku dewleta milî di sermeyedariyê de bi xwe ve bi rêzan û “pîvan” ve tête biderkevtin; dewleta pirrengînî Milî di sûwarkirina xwe de tiştekî li paşveketî de yanjî ew Jirêderketî dide biderkevtin. Ji deqa dîtina pêwendiyên Navnetewî bê gûman dewleta milî baştirîn mercan ji     bona pêşvexistina sermeyedariyê dide

bipêşkeşkirin.

Bê gûman evaya nade biderxistin, ku dewleteke weha li ser zemîna pêwendiyên borcuwaziyê de dê bikaribe çewisandin û zordarîlêkirina Netewan bide bihilanîn. Evaya vê dide biderxistin, ku Markisist pêkêrkirinên xurtî aburî nikarin di ser guhên xwe re wan bidin biavêtin, yên ku ew rakişandinê ji bona pêkanîna dewleta milî didin bidurustkirin.

Eva ya dide biderxistin, ku “Mafeyê Netewan di Nîşankirina Çarenûsa xwe de” di bernameya Markisistan de di deqa dîtina mêjûyî û aburî de nikare hîç liberxistineke din bêtir ji mafeyê nîşankirina çarenûsa xweyî siyasî, serxwebûna dewletê, pêkanîna dewleteke milî bide biderxistin. Derbarê deqa dîtina Markisistiyê de ango ji deqa dîtina çîniya Pirolitarî di bin çi mercan de dikarin xwestina borcuwaziyî demokrasî ji bona “Dewleteke milî” pişt û banî lê bidin bigirtin. Li ser vê de bêtir li xwarê de dê bi dûr û dirêjî ve bête biaxivtin. Em xwe li vir de li ser nasîna têgihiştina “Mafeyê Nîşankirina Çarenûsa xwe” de didin bitêrkirin û bi tenha ve hêjî li ser me de divê, ku em bidin birûnkirin, ku Roza Luksumburg navka vê têgihiştina (“Dewleta milî”) dide binaskirin, di wê çaxa ku Hevalbendên wêyî Kêsperest ji Libman, Sêmkoviskî, Yorkêvitç bi xwe jî ve ew vê jî carekê ji caran jî nadin bizanîn

 

Dr. M. S. Cuma 

‘”Dic Neue Zeit” (Serdama Nuh)- kovara Sosiyaldemokratê Elemnî bû, ya ku ew ji sala 1883 de tanî sala 1923 de li Şitutgart de dihate bibelavkirin.
[2]Przeglad Socjaldemokratyczy” (kovara Sosiyaldemokratî) ew ji bal Sosiyaldemokratê Lehistanê (Polonya) de bi yarmetiya xweser ve ji bal Roza Luksumburg de li Kerakovê de ji sala 1902 de ta sala 1904 de û ji sala 1908 de ta sala 1910 dihate bibelavkirin.

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply