Lorî Kurê Min Lorî!…

Ezbenî! Ji nezana werê ku ez berê xwe didî wan û ji wan re dibêjim; Ezbenî..?! Na ezbenî ez ji xwe û zanayên wek we re dibêjim ezbenî û (Yê zan e zan e û yê nizane baqê nîska ye).

Ezbenî! Di van rojan de hay be, şiyar be loo.. Ji kesî re qala şîn û şadiya xwe neke.. Qala Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî neke.. Qala Botan, Soran, Baban, Ardelan û Barzan, neke.. Qala şehîd û penaberên xelkên Rojava neke.. Qala xewnên xwe yên hevbeş bi welatiyên xwe re neke.. Qala şer û dijîtiya di nav rexistinên kurdên Binxetê de neke..

Ezbenî! te berê xwe daye kû loo?! Sikak û kolan bêdeng in û hin bi hin ji hêviyan vala dibin..! Di vê şeva tarî de, tu bi tena xwe li ber ronahiy çirayeke melûl rûniştiye, tu hêviyên xweş û bilind ji xwe re ava dike û ji çar hawêr ve bahoz bi hewildane ronahiya çiraya te bitemirîne.. Û di encam de çendî te divê ku tu li biçûkaniya xwe vegere.. Dayika te, te di landikê de bihejîne û ji te re bibêje: De lorî kurê min lorî.. ez ni gorî.. De razê kurê min razê.. Û rondikan bi ser te de bibarîne..

Erê ezbenî normal e Siyabendê Silîvî xwe ji ber Xeca Zerî bide alî..! Normal e Memo di zindana Mîrê Botan de dîl be..

Belê ezbenî! Berî ku hestê netewî ligel min hev bigire, min zaroktiya xwe di nav kêf û şahiya nezanî û cehaletê de derbas dikir.. Piştî ku mezin û serwextî derdora xwe bûm û min naskir ku ez kurd im û welatê min Kurdistan e, hin bi hin xemgîniyê destpê kir..

Bav û kalên me ji mêj ve gotine: (Hoste Necar! Razê wek her car, heya sibe Xwedê yek e dergeh hezar).

Konê Reş

Qamişlo 30/12/2018

Derbar Konê Reş

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply