MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 6 kesan
* Penêrê teze û bê xwê: Kîloyek
*Hêk: 5 heb
*Rûnê nivîşk: 4 Kevçiyên xwarinê
*Şekirê hûr: Nîv kîlo
*Dermanê hilpişandinê: Pakêtek
*Ardê birinc: 250 gr
*Ava leymûnê: Nîv leymûn
ÇÊKIRINA LOQMEYÊN BIPENÊR
Penêrê xwe yê teze bixin derdaneke kûr, bi kevçiyekî darînî bieciqînin. Hêkên xwe di ser de bişkînin û tev bidin, dermanê hilpişandinê bixin serê, ardê birinc tev lê kin û li hev bixin, heta ku were sincûrê.
Pêşî şerbeta xwe yê şekir çêkin, paşê jî rûnê xwe bixin taweyekê û deynin ser argûnê bila biqijile. Bi kevçî navoşka xwe ya ku we ji penêr, ard û ji hêkan çêkiriye rakin û berdin nav rûnê nivişkê qijilî. Bila loqmeyên we yê ji penêr di nav rûn de sor bibin. Paşê rûnê wan dawerivînin û berdin nav şerbeta şekir a ku we amade kiriye û loqmeyên xwe deynin ser sifreyê
Noşî can be