Pirsname – Lokman Polat

Kurtejiyana Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî kurd e.

Polat di sala 1956’an de li navçeya Licê ya Amedê hatiye dinê. Ew çend caran hatiye girtin û berdan. Di encamê de bêyî ku li dadgehê amade be, deh sal û nîv ceza xwariye. Di sala 1984’an de li Swêdê bi cih bû. Li Swêdê dest bi nivîsandina çîrokan kir. Gelek çîrokên wî di rojname û kovarên cihê de hatin weşandin. Piştî nivîsîna kurteçîrokan, dest bi nivîsîna romanên kurdî kir.

Heta niha 30 pirtûkên wî derketine. Ji wan çar heb bi tirkî, ên din kurdî ne. Pirtûkên wî yên kurdî roman, lêkolîn û  kurteçîrok in. Çar romanên wî jî li tirkî hatine wergerandin. Lokman Polat ji bo zarokan jî 4 pirtûk wergerandine kurdî û kovareke çandî, edebî bi navê Helwest  li Swêdê weşandiye û bi navê Ronî jî kovareke edebî li Stenbolê weşandiye.

Lokman Polat di destpêka damezrandina Komela Nivîskarên Kurd de cih girtiye û endametiya wî ya komelê hîn jî didome. Ew endamê PENa Navneteweyî û endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye.

  • Navên hinek berhemên wî
  • Evîn û Jiyan – Weşanên Çanda Nûjen, Stockholm, 1992
  • Newiya Şêx Seîd  –  Weşanên Hêvîva Gel, Stockholm – 1994
  • Evîndar (bi pêşgotina Mehmed Uzun), Weşanên Çanda Nûjen, Stockholm,  1996.
  • Bayê Azadiyê – Weşanên Perî / istanbul – 1997
  • Kewa Marî (Roman, Weşanên Helwest, 1999)
  • Fîlozof (Roman, Weşanên Helwest, 2002  )
  • Rojnamevan (Roman, Weşanên Pêrî, 2002 )
  • Robîn (weşanên veng / 2004, Stembol)
  • Trajediya Evîndaran / Weşanên Nas / Stenbol
  • Pêncî Romanên Kurdî / Weşanên Ar / Stenbol

 

PIRS Û BERSIV – Bi alîkarîya M.Samî Çınar

   1.Peyva ku herî jê hez dikî?

      – Lokman Polat: Aşîtî, Azadî, demokrasî, serxwebûn, Kurd, Kurdistan.

    2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

      – Lokman Polat: herroj stranên kurdî yên curbecur guhdarî dikim.

   3. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?

      – Lokman Polat : Ji bo min nirxa herî pîroz kurd û Kurdistan e, azadiya gel û rizgariya welate û têkoşîna ji bo serxwebûna Kurdistanê ye.

    4.Tu ji bo çi dijî? 

       – Lokman Polat: Ez însanim û wek her însanî dijîm û ji jiyanê hez dikim. Ez ji bo xwe, malbata xwe, gelê xwe û welatê xwe dijîm.

    5. Ji kurdan re ya ewil çi lazim e?

      – Lokman Polat: Ji kurdan re yekîtî û azadî lazim e, dewlet pêwîste.

    6.Tu dikarî bi sê peyvan  xwe  vebêjî?

     – Lokman Polat: Kurdekî azadîxwaz û demokrat im, edebiyathez û kedkarê edebiyata kurdî me, nivîskarekî kurd ê berhemdarim.

    7. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

     – Lokman Polat: Jiyana min a felsefî û siyasî bi vê sloganê xulase dibe; bijî azadiya gel û rizgarîya welat, bijî kurd û Kurdistan.

    8.Egîdê te kî ye?

     – Lokman Polat: Mella Mistefa Barzanî û Yadîn Paşa.

    9. Tu dixwazî li ku derê bijî?

     – Lokman Polat: Ez dixwazim li bajarê Wanê bijîm.

  10.Tu kîjan pirtûkê dixwînî?

      – Lokman Polat:  Serbilindî û Serkeftina Romana Kurdî ya Maruf Yilmaz dixwînim ku ew pirtűk’ di derbarê Mehmet Uzun û Romana’ Kurdî de ye. 

   11.Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?

      – Lokman Polat: Ez naxwazim tu karekî ku zirar bide civakê û tu karekî ku şexsiyeta mirov rendice bike, bikim. Hesudî, paşgotinî, gendelî, ne karê min e. Karê ku min kiriye û ez dikim kedkariya çand, ziman û edebiyata kurdî ye.

    12-Çi te kelecan dike?

       – Lokman Polat: Dema ez nûçeyên derbarê gavavêtina serxwebûna Kurdistanê dibînim û dixwînim kelecan dibim.

    13. Çi kelecana te dişikestîne?

      – Lokman Polat: Dema dagirker kurdên welatperwer û herweha kurdên sivîl, jin û zarokên kurd dikujin moralê min xirab dibe.

     14.Kêmasiya kurdan a herî mezin çî ye?

      – Lokman Polat: Kêmasiya kurdan kêmbûna şiûra netewî, kultura demokrasiyê û nefêmkirina pêwîstiya dewletbûnê ye. Û herweha tunebûna yekîtiya kurdan kêmaniyekî mezin e.

     15. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

      – Lokman Polat: Axaftina kurdî herdem min keyfxweş dike, şad dike.

     16. Riste/beyt an çarîna herî bi wate ya ku tu jê hez dikî?

       – Lokman Polat: Çarîna westayê edebiyata kurdî Ahmedê Xanî ya ku pêwîstiya yekîtîya kurdan û herweha pêwîstiya dewleta kurd tîne zimên.

     17.Xewna bextewariya te çi ye?

       – Lokman Polat: Xewna bextewariya min serxwebûna Kurdistanê ye û herweha yekbûna herçar parçeyên Kurdistanê û yekîtiya gelê kurd e.

     18.Kîjan stran halê te yî rûhî te dîne ziman?

       – Lokman Polat:  Stranên azadiyê, stranên gelêrî, stranên evînê û strana Diyarbekir mala min.

      19. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

       – Lokman Polat: Paşeroja min pêvajoya ked û xebata min a siyasî, çandî û edebî ye û ez pê serbilind im.

     20.Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

       – Lokman Polat: Ez xwedî qabiliyeta nivîsînê me û ez nivîskarekî kurd ê berhemdar im, ev ji bo min bese û herweha qabilîyetekî bi rûmet e.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply