loo hevalo!
ka bêje tu niha li ku yî
ma nayê bîra te
ew rojên di nav nivînekê de
ez zanim tu niha ji min dûrî
dîsa jî bîne ber çavên xwe
xewnên me yek bûn ma ne wilo
di wan rojên di hucreyekê de
rûyê te yî bi ken
rûdêna te ya gulover
ew çavên reş
û lebata te ya şêrîn
ma tê ji bîr kirin
min nexapîne loo hevalo
ez zanim tu ne li dûrî
germahiya hilma te tê min
dibînim ku çavên min bûne dîmenkêşên te
05 Kewçêr 2000
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014