Lîstikên Herêma Kerboranê An Lîstikên Herêma Torê

1 –  LÎSTİKA XARAN

Lîstikan xaran lîstikeke di nav çanda kurdan de pir kevnar e. Di hiş û mejiyê her kurdekî de her dem jîndar e. Li hemû bajarên Kurdistanê lîstika sereke ye. Her zarê kurd miheqeq di emre de, di jiyana xwe de, wextekî xwe bi vê lîstikê borandiye û pê mijû bûye û pê lêyistiye. Tu ji kîjan mirovî bipirsî, ewê qala bîranîneke xwe ya vê lîstika meşhur û navdar, ji te re bike. Lîstikan ku belkî di nav civakê de herî hatî hezkirin lîstika xaran e. Xar, amûrine gilover in. Exleb ji şuşê hatine çêkirin. Yên ku ji kevir û hêsin jî çêbûne hene. Rengo rengo ne. Yên ku bi rengekî  dagirtî jî hene û hene ku spî ne û navan wan bir rengê curbecur boyaxkirî ne.

Lîstika xaran bi cend awayan tê lêyistin.

ŞAPIK:  Di serê  pêşî de mirov,  li ser erdê çember/hawêrekî xêz dike. Li ser xêza  vê hawêrê xarên xwe datîne. Li miqabilî wê nêzî du metre dûr,  rastexêzek tê xêz kirin. Her kes xaran xwe diavêje ser wê. Ya kê nêziktir be, ew pêşî despêdike. Li ser rastexêzê xaran xwe diavêje xarên li ser çembere. Çend heb xar jê derîne hemû dibin yên wî. Her kes li gorî merc û rêbazên lîstikê heya tu xar li ser xêza hawêrê nemînin, lîstik wuha dewam dike.

HOLIK: Di vir de jî, pêşî holikek tê kolandin. Li hemberî wê rastexêzek tê nivîsandin. Dîsa kî xara xwe nêzikî rastexêzê rawestîne, ew ewil xaran xwe diavêje holkê. Yên xara xwe êxisk xolkê de, xaran yên ku neketin holkê de û derveyî holkê mayin, yeko yeko wan bi xaran xwe tîne dixe holkê de. Lîstik bi vî şeklî dewam dike.

BERDÎWARK: Li gorî jimara ku xwediyê lîstikê levhatin, wulqas xaran deynin ber dîwarekî.  Nêzî du metran jê dûr dikevin û bi xara di destê xwe de, ji xarên li ber dîwêr nîşan digirin. Ji xarên li ber dîwêr te kîjan nîşan girt û xara xwe lê da, ew xar dibe ya te. Heya xarên li ber dîwêr xilas dibin, lîstik bi awaya nîşangirtiye û lêxistine didome.

SER:  Li ser rastexêzekî, li gorî levhatina kesan xar tên rêzkirin. Ji bo dora kesê pêşî diyar bibe, lîstikvan xara xwe diavêjin xêza ku nêzî du metran ji ‘Serê’ dûr e. Kî xara xwe nêziktirin sekinand ew dora ewil bi dest dixe. Gava ku xara xwe biavêje Serê, ger bibêje;  ‘ min ji ser û berê’, ger wuha nebêje, gava kul i kîjan xarê da, ew tene dibe ya wî. Ger wusa bibêje, ku li Serê bixe, xar hemû dibin yên wî. Li xara li ber Serê bide, ji sere pê ve yên din hemû dibin yên wî. Çiqa ji xara nêzî Serê bide, ewqasî xaran zêhftir qezenc dike.

ŞEL Û ŞEL Û BOST: di qadeke berfireh de, tu xalekî ji xwe re kifş dike tu dibêje ; ‘ ez liv ir ‘ yên hemberî te jî wusa dibêje. Û li pey xarên hev dikevin. Heya yek, li xara yên din bixe. Gava ku li xara wî xist, ev xar dibe ya wî. Ev Şel e. Bi wî awayê jorîn eger tu ji xeynî lêxistin û nîşangirtina xarê, tu qay bostekî nêzî xara yê dijberî xwe bibe, dîsa xara wî dibe ya te. Ji wî awayê we re jî dibêjin; Şel û Bost. Lê di serê lîstikê de divê hûn biryara Şel an Şel û Bost bidin ku lîstik li gorî wan mercan bê lîstin.

BERDAN: ev cure di kaşikî ne zêhf bilind de, xaran di berdîn bi xwar de. Xara ku te berda, ji xarên jêrîn, li kîjanê bikeve ev xar dibe ya te. Heta xarên yekî biqedî an yê bibêje bes e, lîstik bi vî şeklî didome.

Çend cureyên lîstaka xaran din jî hene. Lê niha em bi pênasina vanan biqedînin danasina lîstika xaran. Eger Xweda destûrê bide me, emê di nivîsekê din de, bi danasina lîstikeke herêma Kerboran an Torê bi we re bin. Bimînin di xêr û xweşiyê de.

Ji bo alîkariya hevalên min, midûr Siraç Akbulut, gelek spas. Mala wan ava.

Derbar candame

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Şiroveyek

  1. Mamosteyê hêja! Ji bo te lehîstikên piçûkatîya me, anîn bîra me mala te ava….

Leave a Reply to ŞerîfCancel reply