Ziman

Axaftin bi zimanê dayê;
xwendin, bi elîfbayê destpê dike.
*
Axaftin zimanê ger û xwarinê ye;
nivîs, yê jiyan û xwenaskirinê ye.
*
Bêzimanî, tinebûnî ye.
*
Binirxtir ji canê min,
şîrîn zimanê dêya min.
*
Dibe ku em rastiya xwe nizanibin,
lê pêwîste ku em zilma li ser zimanê xwe bizanibin.
*
Em Kurd çand û zimanê xwe dikujin,
nava xwe jî bi zarekî biyanî dirêjin.
*
Erebî zengîn e, Farsî ziman e,
Tirkî xizan e, Kurdî ji xwezayê hildane.
*
Gel, biçand û ziman;
war, bi nav û nîşan tên naskirin.
*
Gewde bêcan,
hebûn bêziman nabe,
*
Ku tu zimanê xwe bihêlî û baxivî bi zimanê biyanî;
wek tu bi ava zemzemê qayîl nebî, vexwîy ji gola genî.
*
Ku tu zimanê xwe nizanibî,
ji zimanekî din re hîç nabî.
*
Ku tu zmanê xwe nizanbî û xweş baxivî bi zimanê biyanê;
wek tu kinca xwe bihêlî, xwe qure bikî bi cilûbergên yekî dinê.
*
Kurdino, hejar û rebenno!
Bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin, da ku hûn nebin şano.
*
Mifteya dil ziman e,
ya aqil got û kirin e.
*
Nasnameya neteweyê ziman e,
jiyana neteweyê desthrevgirtin e.
*
Tiştên ku nirx didin mirovan;
mêjî û dil, dest û ziman.
*
Pêşiyê zimanê xwe hîn bibe û pê xeber bide;
piştre tu dixwazî canê xwe jî ji ber ve bide.
*
Qaşo canê xwe ji ber zimanê xwe ve dide,
lê belê nizane bi zimanê xwe jî xeber bide.
*
Şerma herî mezin;
tu zimanê xwe nizanibî, bixwînî û binivîsî bi zimanekî din.
*
Têkoşîna bi ziman,
girîngtir e ji ya çekan.
*
Wek nan û av e,
ronî û çav e,
dayik û bav e;
zimanê dêya min.
*
Welatekî bide talan û wêrankirin,
lê zimanê zarekî pê nede ji bîrkirin.
*
Wergêrê ramanan ziman e,
yê zordariyê berxwedan e.
*
Xanî, xîmê wêjeya zimanê Kurdî ye;
Cizîrî, qehremanê bêje û helbestê ye.
*
Xelk û ziman, wek riwek û avê ne;
yek ku şîn bû, ya din jî dikemilîne.
*
Xewn û xeyalên min,
bes bi zimanê diya min.
*
Zardidevê gotinpêş û kermêş,
kesên li dora xwe nahêlin bê êş.
*
Ziman çiqas dirêj be,
ser ew qas pê gêj dibe.
*
Ziman ku kamil be dike key,
lê ku kavil be dike bereday.
*
Ziman li diranan nekeve,
ji lêvan tenê bêje dernakeve.
*
Ziman yan hingiv e,
yan jî şûrê dudev e.
*
Ziman,
mêzîna hiş û keleşiyê ye.
*
Ziman mifteya dil e;
ya herî muhîm, mêzîna aqil e.
*
Zimanê ku tu nizanî pê xeber bidî,
ma êdî tu têkoşîna çi ji ber ve didî?
*
Zimanê xweşik û bi laqirdî,
rast dike lêvên daliqandî.
*
Zimanparêzî xweparêzî,
xweparîzî Xwedaparêzî ye.

Zeynelabidînê Arîkale-ŞÎRETNAME

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply