Wêje

Weje bingeha zimanê netewî ye. Ziman bi weje dibê ziman. Netew bi saya wejeyê hebûna xwe didomênin. Ger zimanê netewekî nebê zimanê wejeyê, ew netew di demeke kin de hebûn û serxwebûna xwe windadikê. Ji bo vena ziman û weje mîna hestî û goşt bihev re giredayîne. Weje, ziman perwerde dikê. Zimanekî ku nebûbê bingeha wejeye di demeke kinde li ser rûye zemînê winda dibê.

Weje serhildane…

Wêje tekoşîna azadî û ya serxwebunêye…

Wêje siyaseta herî dijware…

Wêje li hember zilm û zordarîye berxwedane…

Wêje perwerdeya raman û hêstaye…

Wêje bingeha hebûna gela ye…

Netewekî bê weje an netewekî ku wejeya xwe avanekiribê ber bi tinebûnê ve diçê. Girîngîya wejeyê di hemû alîye jiyanê de xwe nîşanî me dikê. Di jiyana civakî û kesatî û olî de weje peşengtîyeke qewîn dikê. Encama jiyana civakî û kesatî û olî mirovekî zana û jîr û bawermend dixwazê. Weje ji her alî ve mirovan dikemilênê. Hêst û raman û tevgera mirovan dixê pergalekê de.

Wêje çek û mertale di destê zanan de…

Wêje aştî û dadî ye di destê mafperweran de…

Wêje hemû rengên jiyanê ye…

Wêje mejî û hişê netewa ye…

Wêje dîrok û çanda mirova ye…

Wêje parastina maneviyata civatê ye…

Wêje qîr û hawara mirova ye…

Wêje êş û derd û şahîya mirova ye…

Wêje ken û girîyê civakê ye…

Heta ku wêjeya netewekî an civakekê newê windakirin ew netew an ew civak nayê windakirin. Ji bo vena ye ku tev dagirker û mêtînger dema dixwazin welatekî bindest bikin, peşî wejeya wî xeradikin û bi wa didin jibîrkirin. Duvre dest bi pişavtinê dikin. Mirov û netewê ku wejeya xwe avakiribê û parastibê tu car dinav pelen dîrokê de winda nabê. Wejeye dewlemend nîşana hiş û raman û hêst û tevgerên dewlemende.

Wêje hêz e…

Wêje zanîn e…

Wêje dewlemendîya civakî ye…

Wêje arteşeke tekuz û sazkar e…

Wêje desthilatdarî ye…

28.10.2008

Ev nivîs di kovara Çirûskê de di hejmera 23. de hatiye weşandin.

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply