Li Xwe Gerîn: Tenêtî

Gelo jiyaneke sedî sed azad û serbixwe heye an na?

Mirov çiqas li gor xwezaya xwe û xwestekê xwe tevdigerin û bê ku di bin bandora tiştekî din de bimînin, jiyana xwe didomînin?

Gava ku em li fikra hebûnparêza (egzîstansiyalîst) dinêrin em vî tiştê dibînin: “xwezaya mirov tuneye û mirov bi dest û keda xwe, xwe diafirîne û xwe destnîşan dike.”  Nûnerê sereke ê vê felsefeyê, feylesofê fransî Jean-Paul Sartre di pirtûka xwe ya bi navê Hebûnparêzî (Egzîstansiyalîzm) Vê yekê hin zêdetir berfireh dike û wiha dibêje: “Mirov ji pêşmûna (gelale) ya xwe pêştir ne ti tiştek e. Mirov di pîvana xwe çêkirin û xwe pêkanîna xwe de heye; yanî ji yekûna jiyan û kirin û tevgerê xwe pêkhatiye.” Û wiha didomîne: “Mirov mehkûmê azadiyê ye. Di bin kîjan şert û mercê da bin bila bin, em azad in û em jiyana xwe bi destê xwe diafirînin.”

Li avê ku tê zanîn jiyanek sedî sed azad ne pêkane. Mirov dikare bibêje ku; mirov cêrekî vala ye, yê ku civak tijî dike. Mirov tablo û yan jî rûpelekî ye ku li gorî dilê civakê tê nexş kirinê. Bi awayekî azad û serbixwe mirov nikare di nav civakê da bijî. Bi çi awayî dibe bila bibe, baş an nebaş tesîr û bandora civakê li ser ferda heye.

Civaknasê faris Alî şerîatî di pirtûka xwe ya ku bi navê “Çar Zindanê Mirov” da qala çar zindana dike ku divê mirov xwe ji wan rizgar bike. Yek ji wan zindana sosyolojîzm (Hêz û bandora civakê a li ser kesa) e. Li gor vê angaştê hemû bizav, kirin û têkiliyê mirov ji aliyê civakê va tê kifş kirin. Civak şekl û şemalê mirova diyar dike. Û Alî Şerîatî dibêje ku divê mirov xwe ji vî tiştê rizgar bike. Lewra di bin bandor û hêza civakê da mirov çikasî xwe nas dike û çikasî xwe berî kûrahiya nava xwe dide? Û gelo mirov dikare di nav girse û garanê da xwe nas bike û li gorî xweza û xwestekê xwe bitevgere?

Ramanwerê mezin û feylesof, der û dora xwe ew bixwe dibijêrin, ew bixwe difikirin, bi mêjiyê xwe ditevgerin ne bi yê kesekî dinê û naxwazin ji aliyê girse û garanê va bên astengkirin. Ji ber vî jî piranî ji wan tenêtiyê dibijêrin. Lewra xwe naskirin û bi ser hişê xwe va hatin; mirov ancax bi tenê bimîne (ne tenêtiyeka di nav teralî û xewê da; tenêtiyeka bihişmendî û têgihiştî da) pêkan e. Ku mirov xwe ji girse û garanê dûr nexe, mirov xwe bibîr nayîne û xwe nasnake. Feylesofê alman Friedrich W. Nietzsche di derbarê vî da wiha dibêje: “Afirandin û vedîtin; di nav êş û elem û tenêtiyê da veşartiye.” Û wiha didomîne: “We pirtûkê min dît. Ev serkeftina di nivîsê min da divê we fehm kiribe ku ne ji ber ez pir jîr im û yan jî ji ber perwerde ya ku min dîtiye ye. Ev serkeftin bi zanabûn û bi xwesteka min a ku xwejidûrxistina hêsaniyên ku gava mirov di nav garanê da dijî bidestdixe ne: ji wêrekiya mine, wêrekiya ku rû bi rû mana li hember meylê neçê û bihêz.”

Tenêtî; li gorî hin kesa rev a mirovê nexweş e, û li gor hinekê din jî rev a ji mirovê nexweşe. (F.W.N.)

Gava ku em dinêrin, fikra tenêtiyê di nav civakê da pir ecêb tê dîtin. Civak bi paranî bê ewleye li hember kesê tenê. Lewra li gor civakê, mirovê tenê û ê ku difikire û digere dibe bi hêsanî xwe winda bike. Hemû celebê tenêtiyê sûc e li gor civakê. Ji mirovên mezin, aqilmend, ramanwer, pêxenber û feylesofa pêştir kes bi zanabûn û bi xwesteka xwe tenêtiyê nebijartiye. Hemû reşemirov ji tenêtiyê ditirsin û diqutifin û xof dikeve dilê wan. Lewra tenêtî destpêka raman û ramîn a li ser xwe, li ser gerdûnê, li ser teraza xweza û sirûştê, li ser xwedê; bi kurtî em dikarin bibêjin , fikr û ramana li ser hemû tiştî ye.

Gava ku em li dîrokê dinêrin, mirovê ku zanabûn û bi xwesteka xwe, xwe ji girse û garana dûr xistiye û xwe avêtiye hemêza tenêtiyê, xwe gihandiye roja me û wiha xuya dike ku heta dinya ava be wê ew kes werin bibîranîn. Ev, ew kesin ku di nav girse û geremolê da diêşên. Lewra girse û garan zorganiya mêjî yê wan kesa kiriye û di roja me da jî ev zorganî hêjî didome. 

Divê mirov li cîhê xalî ji bo xwe bibe gerdûn û di tenêtiya xwe da gerdûna xwe ava bike. (Tîbûllûs)

Emre MÛHARGÎNΠ

Jêderk: felsefevan.org

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply