Li Wanê li hemberî bişaftinê dibistana Kurdî

Gelê Wanê li dijî pergala kapîtalîst, hewl dide xwe li gor pergala civakî birêxistin bike. Bi taybetî di qada çand, perwerde, aborî û meclîsa gelan de xwe bi rêxistin dike û tevna jiyanê dirêse. Di avakirina vê modela jiyanê de, bêtir vîn û hêza gel esas tê girtin. Li bajêr, li dijî polîtîkayên bişaftin, înkar û tunekirina çand û ziman, Dibistana Seretayî ya Fatma Tokat ava kirin. Li Navenda Çandê ya Nuda, Navenda Çanda Berivan û Navenda Çanda Mezopotamya jî xebatên çand û hunerê ji nû ve li ser koka wê dirêsin û dixemilînin. Di qada aborî de jî wekî Marketa Koperatifa Medya modelek nû ya aboriyê pêş dikeve. Dîsa li gelek tax û gundan, meclîs tên avakirin.

Li hemberî bişaftinê dibistana kurdî

Yek ji xalên bingehîn ên pergala xweseriya demokratîk, qada perwerdehiyê ye. Li bajêr, ji bo pêşxistina perwerdehiya bi zimanê zikmakî Dibistana Seretayî ya Fatma Tokat hate avakirin. Têkildarî dibistanê rêveberê Dibistanê Osman Koşut, diyar kir ku zarokên kurdan 90 sal in bi polîtîka û hişmendiya bişaftinê tê perwerdekirin û wan li dijî vê polîtîkayê dibistanên kurdî vekirin. 

Rolên pergalê red dikin

Navenda Jinê ya Jiyanê, jinan li dora jiyana civakî û demokratîk bi rêxistin dike. Xebatkara Pêşxistina Aboriya Jinê ya Navenda Jinê ya Jiyanê Emel Zîrekbilek, anî ziman ku ew hewl didin di her qadê jiyanê de jine tev li jiyana civakî aborî, çandî û siyasi bikin û êdî jin karibin bibin vîn û bi serê xwe têbikoşin. Zirekbilek, da zanîn ku bi vê xebatê hewl didin xwe bigîhinin hemû jinan û bi perwerdehiyan rol û rista jinan bi wan re parve dikin. 

Bi riya meclîsan biryarên xwe bi xwe didin

Li Wanê her wiha di xebatên avakirina meclîsên gund, tax û bajaran de jî xebat têne meşandin. Bi riya van meclîsan gel êdî biryarên xwe bi xwe dide û pêdiviyên xwe bi xwe çareser dike. Endama Meclîsa Taxa Şerefiyê Edibe Babur, anî ziman ku di pêvajoyên demokratîk de vîna gel esas e. Bapur, destnîşan kir ku demokrasî ne ji 4-5 salan carekê biçin ser sindoqan deng bavêjin û wiha got: “Di demokrasiyên temsîlî de hilbijêr di tu biryaran de nerînên gel nastînin. Di biryaran de vîna gel esas nayê girtin. Lê di meclîsên tax, gund, bajarok û bajaran de vîna gel esas e. Enqere û bajarên mezin li ser navê gel biryar nade. Gel bi xwe pirsgirêkên xwe çareser dike û bi xwe biryarên xwe dide. Bi xwe pêdiviyên xwe tespît dike. 

‘Dewlet li ser çandê jî polîtîka bişaftinê dimeşîne’

Yek ji qadên bişaftin lê pêş dikeve jî qada çandê ye. Gelê Wanê ji bo çanda xwe biparêzin gelek navendên çandê avakirin. Xebatkarê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Halil Karakoyun jî anî ziman ku ew xebatên çand û hunerê ji bo perwerde, parastina çand û nirxên gel dimeşînin û wiha got: “Lê pergala kapîtalîst xebatên çand û hunerê jî xistiye xizmeta aborîyê. Em li dijî çand û hunera pûç û rizî li ser esasê çand û hunera resen a gelê herêmê têkoşînê didin.”

Çavkanî:hawarnet.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply