LI TIRKIYEYÊ JI SALA 1898AN HETA SALA 1980YÎ ROJNAME Û KOVARÊN KURDÎ- 1
Lenîn di derbarê rojnameyê de wisa dibêje: “ Çeka şoreşê ya bi heztirîn e.” Pierre Denoyer jî hêza çapemeniyê wisa salix dide: “ Bê çapemenî, rêvebirin, dijberî kirin, hînbûn û hîn kirin, dan bawer kirin, xebat an jî guhdarî kirin, kirîn an jî firotin êdî bêderfet e. Çapemenî têrî tiştekî nake. Lê belê çapemenî ji her tiştî re û ji her kesî re hewce ye.”
Wer tê xweyakirin ku Kurdan girîngî û hêza çapemeniyê li gorî gelên din pirr dereng fêm kirine. Li gerdûnê rojnemeya ewil di navbera salên 1600-1630 yî de derketiye. Kêmzêde 250 salî şûnda kurdan dest bi weşana rojnameyê kirine. Lê em nikarin bi tenê kurdan di vî warî de tewanbar bikin. Ev dereng mayîn hinekî jî sûcê dewlata Osmaniyan e, ji ber ku kurd di bin serdestiya wan de bûn. Osmanî jî pirr dereng bi çapemeniyê re hevnas bûn.
Dema ku Osmaniyan Çapxaneyên Parêzgehên Osmanî ( Osmanlı Vilayet Maatbaları ) ava kirin, kurd jî bi saya serê van çapxaneyan bi rojnameyan re hevnas bûn. Ber bi dawiya sedsala 19an, kurdan edî bi serê xwe rojname derxistin û dev ji çapxaneyên parêzgehan berdan. Hem ji berî avakirina komarê hem jî piştî avakirina komarê çapemeniya kurd rastî astengan hatine. Car caran rojname û kovar li derveyî welêt hatine çapkirin. ( Qahîre, Şam hwd.)
Ev nivîsa, ji sala 1898an bi çapkirina rojnameya Kurdistanê dest pê dike hetanî sala 1980 yi tê. Di 82 salan de rojname û kovarên hatine çapkirin li gorî kronolojiyê hatine dayîn.(Ger ku kêmasî hebe jî me efû bikin) 82 sal bi zor û zehmet derbas bûye. Di van salan de qedexê kirin, mişext bûn, lêdan qewimîne. Lê piştî salên 2000î edî astengiyên li ber zimanê kurdî rabûn û bi sedan kovar, rojname, pirtûk bi zimanê kurdî têne çap kirin.
Di sedsala bîstemîn de Medreseyan di warê perdeyêde roleke girîng lîstiye. Di medreseyên Kurdistanê de pirr rewşenbîr û zanyar têgihîştine. Piştî xwendina medreseyan, ji bo perverdeya bilind ( saziyên perwerdeya bilind û dibistanên ‘eskerî ) rewşenbîr/entelektuelên kurd berê xwe dane Stenbolê û Stenbol ji xwe re kirine navend. Li Stenbolê wekî her miletên din rewşenbîrên kurdan jî bi netewperweriyê re havnas bûne, ji bona pêşveçûna kurdan xebitîne. Rewşenbîrên kurd li stenbolê di warê siyasî, polîtik, hunerî û çandî de xebitîne û bi serketine.
Rewşenbîrên kurd li stenbolê pirr komel avakirine, di bin banê van komeleyan de jî dezgehên çap û waşanê avakirine. Çend komele ev in: Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti ( Komeleya Geşebûn û Piştgirî ya Kurd), Hevî Kürt Talebe Cemiyeti ( Komeleya Xwendekarên Kurd- Hêvî), Kürt Millet Fırkası ( Partiya Gel ya Kurd), Kürdistan Azm-i Kavi Cemiyeti ( Komeleya Vina Bihêz ya Kurdistan), Kürdistan Muhibin Cemiyeti ( Komeleya Hezkiriyên Kurdistan), Kürdistan Teşri’i Mesai Cemiyeti ( Komeleya Xebatên Zagonî ya Kurdistan), Kürt Neşr-i Maarif Cemiyeti ( Komeleya Belavbûyîkirina Perwerdeyê ya Kurd), Kürdistan Teali Cemiyeti ( Komeleya Pêşveçûn a Kurdistan), Kürt Kadınları Teali Cemiyeti ( Komeleya Peşveçûnê ya Jinên Kurd) û hwd.
Rewşenbîrên kurd, têgihiştibûn girîngiya çapemeniyê, yek ji wan rewşenbîran jî netewperwerê kurd yê duyem Hecî Qadirê Koyî bû. Koyî di malikeke xwe de bi vî rengî bang dike:
Sed qa’îme w qesîde kes naykrê be pulê
Rozname wû cerîde kewtote qîmet û şan
Bi bandora netewperweriyê rewşenbîrên kurd jî dev ji ‘eşîretiyê berdan û di rojnameyan de behsa yekitiya kurdan kirin. Herwiha di rojnameyan de baga alikariyê li gel dikirin. ( Mînak: Dr. Abdullah Cevdet û Dr. Mehmet Şükrü Sekban di rojnameyên kurdî de bang li gelê kurd dikirin û digotin ên derfetê wan tunene û nexweşin dikarin weren cem me em ê wana bê pere derman bikin). Wê ev nivîs bidome…