Li Tirkiyeyê Hin Astengên Li Pêş Perwerdehiya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê

Li Tirkiyeyê Hin Astengên Li Pêş Perwerdehiya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê[1]

Zahir ERTEKİN[2]

Kurte

Li bakurê Kurdistanê weke fermî beşên edebiyata kurdî nû vedibin. Li çend zanîngehan ligel hin beşên kurdî enstituyên zimanên zindî jî vebûne. Li van enstituyan xwendevanên lîsansa bilind a bitez û bêtez têtin perwerdekirin. Ji ber ku ev beş û hem enstîtu gelekî nû ne, gelek pirsgirêkên wan hene. Di serî de nebûna akademîsyenên gihatî û materyalan meriv dikare bijmêre ji bo van arîşeyan. Di vê xebatê de proplemên vê perwerdehiyê, bernameyên wan û çend pêşniyaz hatine amadekirin.

Peyvên Sereke: Ziman û Wêjeya Kurdî, Enstituya Zimanên zindî, Akademî, Perwerdehî, Edebiyata Kurdî ya Modern.

Destpêk

Ziman perçeyek ji xwebûna mirovî ye û jê nayê veqetandin. Bi saya zimanî, mirov dikare zanîn, tecrûbe, fikr û ramanên xwe pêşkêşî mirovên din bike. Ziman û hizir pêkve girêdayî ne; mirov bi ziman dihizire û dijî. Peresîna zimanî girêdayî peresîna hizrê ye. Ramanên bingeha şaristaniyê bi saya zimên peşveçûnên mayînde peyda kirine.

Perwerdehiya zimanê kurdî û bi zimanê kurdî perwerdehî mijarên girîng û sereke ne di nav akademiyayê de û ev mijar digel pêşçûnên dawî zêdetir di rojevê de cî digire. Ji aliyekî pirsên zimanê kurdî yên giştî û taybetî ji aliyekî jî pirsa perwerdeya kurdî kêşeyên acîl in û çareseriyê dixwazin.

Em ê di vê nivîsa xwe de li dor rewşa zimanê kurdî, pirsa perwerdeya kurdî digel pêşniyaz û çareseriyên wê bisekinin û fikrên xwe parve bikin.

Gava ku mijar ziman be û perwerdehiya bi wî be, zimanê kurdî bi dîrok, serpêhatî û kêşeyên xwe ve têra xwe tijî malzeme ye û em kirine xwedî gelek tecrubeyan. Van salên paşiyê di derbarê zimanê kurdî de hinek gavên girîng têne avêtin. Hêviya me ew e ku tu asteng li ber zimanê kurdî nemîne. Lêbelê heta zimanê kurdî nebe zimanê perwerdeyê ev gavên dî ji sembolîkbûnê zêdetir kêrî tiştekê nayên[3].

Di vê gotarê de meriv dikare gelek perwerdeya pirsgirêkên kurdî nîqaş bike û li ser çareseriyê bisekine. Weke mînak;

  • Pirsgirêkên wergera kurdî an çareseriyên xelasiya ji tirkmanciyê
  • Pirsgirêkên çapemeniya kurdî
  • Nebûn an hindikbûna redaktorên şareza di weşanên kurdî de.
  • Nebûna pîvanên çapê û nirxandinê
  • Pirsgirêkên gramera kurdî

Lê emê nikaribin li ser van hemû pirsgirêkan bi kitekit bisekinin. Tenê em ê berê xwe bidin pirsgirêkên giştî û yên akademiyaya Kurdî.

Perwerdehî û Perwerdehiya Kurdî

Perwerdehî ji hîndekariyê cudatir bi gelek aliyê însan ve têkildar e. Ne tenê hînkirina ziman û hin zanistan e; herwiha hînkirina exlaq, kiryar û nirxan e. Ji bo ku perwerdehî bê dayîn divê pêşî meriv xwedî sîstem û mufredatekê be. Di perwerdehiya zimên de ev pêdivî girîngtir û acîltir e. Lewre perwerdehiya zimên, perwerdehiya çandî, dînî, kevneşopî, bîr û baweriyan e jî. Dîsa madem ziman mifteya hemû zanistan e, şêwe û kalîteya perwerdehiya zimên bandor li zanîna zanistên din jî dike. Beşên edebiyatakurdî çiqas bibingeh û piralî bin, wê ji bo beşên din jî bibin mînakeke sereke. Ji bo rê li ber kurdîkirina beşên zanistên civakî bê vekirin, divê beşên kurdî xurt bin.

Perwerdehiya kurdî hem ji aliyê serpêhatiyên xwe ve hem ji aliyê rewşa heyî û hem jî ji aliyê şayîş û firsendên xwe yên pêşerojê ve mijareke girîng e û her di rojevê de ye. Ji serdema medreseyan şûnde digel qedexe û zextên li ser zimanê kurdî, çi ji takekesîçi ji komî be, gelek xebat hatine kirin û tên kirin. Lê bi piranî ev xebat -xweser jî xebatên li Kurdistana Bakur- di asta hîndekariyê de mane û karên bidilî/sivîlî bûne heta van rojan jî. Wekî me di serî de got perwerdehî ne mîna hîndekariyê ye, lewre hîndekarî dermankirin e lê perwerdehî tedawî û lênerîn e.

Ji destpêka sedsala 20an heta niha ji xebatên folklorîk û çandî heta xebatên rêzimanî wekî pêlikên biçûk bin jî, heta van demên dawî ji kurdan re bûne dewsên ku dikarin bên şopandin û pê rê bê dîtin. Herwiha bûne arşîv ku em bi van xebatên çend dehsalên dawîn lê zêde dikin. Van salên dawîn ku bi taybetî jî li Tirkiyê, bi pêşveçûnên siyasî û aborî ve girêdayî rewşa kurdan û ya zimanê kurdî hat merheleyek nû. Ji înkara nav û nasnameya kurdan rewş hat gihîşt naskirina kurdan û zimanê wan. Heta niha kurdên ku enerjiya xwe di hewla îsbatkirina nasname xwe de xerc dikirin, êdî ji naskirina wan şûnde dikarin vê enerjiya xwe di xebatên çandî û zimanî de xerc bikin. Herçiqas ev naskirina ziman û nasnavê kurdî ne fermî be jî, îlana rewşa meşrû ye ku dûre dê bi fermî naskirinê bi xwe re bîne.

Tevî tecrubeya hîndekariyê em îro dixwazin bi rê û rêbazên xwe perwerdehiya xwe bikin. Lê berî ku em vî karî bikin divê em li kêşe û amadekariyên xwe binêrin, gelo em bi her awayî amade ne ku perwerdehiyeke tam û têkûz bidin. Niha jî em pirsên perwerdehiya kurdî bibînin û li çareyên wan bigerin.

1.  Pirsgirêkên Gelemperî

1.1.   Kurdîkujî: Neaxaftina Kurdî

Bi gelemperî neaxaftina kurdî kurdîkuştin bi xwe ye. Nemaze neaxaftina zarokan ji bo zimanekî bandoreke gelekî neyînî ye. “Sereketirîn û mezintirîn pirsgirêka zimanê kurdî ev e, ku gelek kurd ji zimanê xwe dûr ketin. Kurd, li mala xwe; li gund û navçe û bajar û kuçe û kolanên xwe bûn biyanî, bûn koçber, xerîb û mihacirên zimanê xwe! Zimanê kurdî di hafizaya kurdan de felişî!… Belê, niha jî xirabtirîn tişt ev e, ku pirraniya kurdan ji vî halê xwe yê asîmilebûyî razî ne; êdî bi vî halê xwe qayil in!..[4]” Nivîskar û kedkarekî zimanê kurdî di vî warî de wiha hestên xwe tîne zimên: “Ez hesret im ku bibînim xort û keçikek di ber min re bibihurin û dengê wan ê kurdî bê guhê min. Dîsa ez wekî nivîskarekî hesret im ku bibînim du zarok li kuçeyê pevdiçin û ji hev re bi zimanê kurdî dijûnan dikin/didin xebaran.[5]” Îja ev neaxaftin bandoreke çawa li perwerdehiya kurdî dike? Dema ku xwendevan tê zanîngehê ji ber ku seranser bi tirkî mezin bûye û kurdî tenê weke çandekê dîtiyedi têgihîştin û axaftina kurdî de gelek zehmetiyan dikşîne.

1.2.   Bêstatûbûna Kurdî û Nenasîna Wê ya Zagonî

Îro hêj zimanê kurdî di Tirkiyê de wekî zimanekî zindî tê dîtin û ne di zagonan de ne di qanûna bingehîn de wekî zimanê netewekê tê naskirin.

Divê di serî de hemî partî, sazî û kesayetên kurdan, kurdî wekî zimanekî fermî bixwazin û ji bo ku di qanûna bingehîn de ev bê pejirandin têbikoşin. Lewre perwedehiya bi zimanê zikmakî mafekî sirûştî ye û nabe ku meriv wî bike mijara danûstanan.

1.3.   Nebûna Saziyeke Hevpar û Yekser

Wekî ku tê zanîn her dewletek xwedî saziyeke ziman e ku kar û biryarê xwe bi yekdengî dike û ji bo gelê xwe biryarên hevpar distîne. Nebûna statuyeke kurdan bûye sedema nebûna zimanekî hevpar û nebûna saziyeke ziman a hevpar jî. Nebûna saziyeke ziman jî kêşeyeke sereke ye ku gelek birînan bêderman dihêle. Wekî mînak di weşanên kurmancî de standardeke navê mehan tune. Di tv, rojname û kovarên kurmancî de bikaranîna navê mehan vê kêşeyê baş nîşan dike.

Divê saziyeke fermî û hevpar hebe. Heke ji bo damezrandina vê dewlet xwe nede ber, divê Kurd bixwe damezrînin û baş bi rê ve bibin. Wekî pêşniyar; beşên kurdî yên zanîngehan dikarin saziyeke wisa ava bikin ku ev sazî ji kitêban heta ferhengan ji materyalên dersê heta çêkirina azmûnan û pêşbaziyan her karî bike da ku standardên zimanê kurdî pêşkêşî gel bike.

1.4.   Nebûna Bername û Mufredateke Perwerdehiya Neteweyî

Gelo em ê li gorî kîjan regezan vê perwerdehiyê bidin? Wekî ku tê zanîn di bername û mufredatên perwerdeyê yên netewî de kiryarên tên armanckirin hene yên wekî; mirovperwerî, mîlliyetperwerî, hezkirina welat û gel, hevwelatîbûn, berpirsiyarî, nirxên manewî û millî û wd. dîsa pêkariyên/qabiliyetên bedenî û zihnî yên di zarokan de tên armanckirin û ji bo serketina wan a akademîk naveroka dersan û agahiyên wan. Li vir divê em li ser naveroka mufredatê bisekinin, li gorî şert û mercên me û rewşa gelê me, me mufredateke çawa divê?

1.5.   Bikarneanîna Kurdî di Siyasetê de

Bikarneanîna kurdî ya siyasetmedar, kargêr û rêvebirên kurdan e ku ev jî dibe nimûneyeke xirab ji gel re. Li ser çapemeniya gelêrî gelek heval hene ku welatparêziyeke wisa dijwar dikin ku meriv şaş dimîne. Li gor daxuyaniyên wan, meriv dibêje hema sibê dê Kurdîstan ava bibe. Lê mixabin qet bi kurdî nanivîsin. Dema ku meriv rexneyan dike jî tu carî di binê rexneyan de namînin û xwe mafdar dibînin. “Îcar, ewên ku asîmîle bûne, gelek ji wan, niha vedigerin neheqiyê li zimanê xwe dikin; hin teorî û fetwayên çewt derdixin pêş;qismekî mezin ê siyasiyên me, di şûna ku xelkê teşwîq bikin ku bi zimanê xwe biaxifin de, dibêjin:‘Meriv karibe bi çi zimanî xwe îfade bike, ew bes e. Ziman ne muhîm e! Azadî muhîm e.’ Meriv meraq dike ka gelo ev “azadî” ya ku ew dibêjin, bona çi ye û tiştekî çawa ye!…[6]” li gorî me tu bahane nikarin encamên asîmîlasyonêmeşrû bike û wê neke jî. Îja ji ber ku siyasetmedar her dem dinava gel de ne û di çapemeniyê de her dem li ber çavanin, bandoreke neyînî li ser gel dikin. Gotinên wan, tevgerên wan, axaftinên wan ji layê gel ve tê pejirandin. Bêguman ev jî bandoreke neyînî li ser xwînerên kurdî jî dike.

2.  Pirsgirêkên Taybet

2.1.   Nebûn an Kêmbûna Materyalan û Kitêbên Perwerdehiyê

Ji bilî kitêbên hînkirina kurdî, kitêbên zanistên komalî kêm in û kêmasiyeke mezin in. Vê dawiyê çend berhem ji zanîngeha Artûklûyê derketin lêbelê têrê nakin. Di vî warî de jî divê teqez komek bê avakirin û li gorî mufredatê kitêb bêne amadekirin.

2.2.   Meseleya Yekgirtiya Zimên (Pirzaraveyî û Piralfabeyî)

Ev mijar him gelemperî ye, him jî taybetiyeke navxweyî ye ji bo kurdî. Pirzaraveyî û piralfabeyî ji bo yekbûna netewekê pirsgirêkek e, lê gava em li rewşa kurdan a îro dinihêrin em dikarin vê rewşê berevajîbikin û biguherin avantajekê. Li vê derê pirsa “gelo yekîtiya ziman an yekîtiya alfabeyekê?” derdikeve pêş.Yekîtiya zimên xetereke mezin e. Ji bedêla vê hemû zarava divê bên xwendin. Ev dewlemendiyeke mezin û fersendeke bêhempa ye. Dema ku em li ciyekî di kurmancî de arqilîn em ê derbasî zaravayeke din bibin. Hemû zarave weke odeyên xanîyekê ne. Meriv bi rehetî dikare derbasî wan bibe. Sereke diyalektên kurdî, kurmancî û soranî ne. Divê kurdologên me van herdû zaravayan baş bizanibin û divê bernameyên lisansa bilind û doktarayê li gor vê yekê bê sazkirin. Zazakî jî bêtir ji bo Kurdên Bakur diyalekteke pêwist e. Yanî ji bo em karibin bêjin ku em pisporê zimanê kurdî ne pîvaneke girîng,zanebûn û bikaranîna hersê zaravayan e.

Sûdmendiya ji diyalektan divê bi aweyekî sirûştî be, ne bi darê zorê. Bo nimûne bêjeya “mamoste” di hersê diyalektan de jî tê bikaranîn. Dîsa bêjeya “çapemenî” bêjeyeke soranî ye lê hevpar tê bikaranîn. Ji bilî van bêjeyan bi dehan bêje hene ku bi awayekî sirûştî di herdu zaravayan de jî cî girtine. Bo nimûne; “girîng, mêj, berjewendî, gewre, sirûşt, balinde, zanko, ragihandin, mebest, zor, pêwist, peyam, mêjû, bala, balafir” û hwd. di soranî û kurmancî de jî têne bikaranîn. Bi vî awayî, ziman dikare dewsa xwe ya ‘eslî bigire û ji bedêla bi zimanekî biyanî, kurdî dikare tenê bi diyalektên xwe, xwe xwedî bike û geş bibe.

2.3.   Nekomkariya/Nehevkariya Beşên Kurdî

Beşên kurdî dikarin bi hevkariyê gelek tiştan amade bikin. Ji bo vê yekê, divê rê li ber çikûsiyên akademiyayê bê girtin û divê hesûdî nekeve nava vê mijarê. Vêca heke beşên kurdî bikaribin hevkariyê bikin, dê di nêz de ferhengên berfireh, rastnivîseke giştî[7], ansîklopediya edebiyata kurdî, dîroka edebiyata kurdî bê amade kirin. Û herwiha berhevkirina gotinên pêşiyan, biwêj, bêje, klam, meselok, pêkenok, mamik, çîrok û hîn gelek xebatên giranbiha bêne kirin.

Divê beşên kurdî ji bo perwerdehiya di dibistanan de jî amade bin. Piştî dayîna destûrê dibe ku hin mektebên taybet bixwazin ku perwerdehiya kurdî bixin nava mufredata xwe. Ji vî alî amadekirina mufredat û materyalan ve beşên kurdî divê karibin xwe bidin binê vî barî. Weke mînak niha tenê li Diyarbekirê 13 mektebên taybet hene. Qet nebe çend heb ji wan di asta dibistana dayikêde dikarin dest bi perwerdehiya kurdî bikin. Ew dikarin bi beşên kurdî re têkiliyê daynin an beşên kurdî dikarin weke projeyekê derkevin hemberî wan. Bi vî awayî Diyarbekir dikare bibe mînak ji bo hemû bajar û bajarokên Kurdistanê û herwiha ji bo gaveke sereke ya perwerdehiya fermî.

Herwiha divê beşên kurdî ji bo pêşerojê jî amade bin. Di vî warî de meriv dikare ji projeyên Ewropayê, Sodes ûTubîtakêsûdê bigre û herwiha hin projeyan bi rêxistinên sivîl û herêmî re jî pêk bîne. Bi vî awayî ji aliyê maddî ve jî meriv dikare barê xwe siviktir bike. Lê herkes ku bêje bila di binê van berheman de tenê keda min û tenê îmzeya min hebe wê çaxê em ê jî tenê serkeftinên şexsî bidestxin.

2.4.   Ji bo Tezên Doktora û Lisansa Bilind Banka Navên Tezan/ Bîbliyografiya Tezan

Divê ‘ewil ji her zanîngehekê nûnerek bê hilbijartin. Pêşî her zanîngeh di nava xwe de bicive û listeya navên tezan binivîse û paşê jî divê nûner li ciyekî bicivin û lîsteya tezan lihev biedilînin. Ji bo vê yekê divê pêşî tezên ku hatine amadekirin û yên ku hêj têne kirin (Başûr û Diyaspora jî di nav de) bên tespîtkirin.

Divê du lîste bên amadekirin. Yek ji bo lîsansa bilind yek jî ji bo doktorayê. Helbet divê ku xwendevan jî karibe mijareke orijînal pêşniyarî şêwirmendê xwe bike û li ser wê bixebite. Divê mijarên tezan bi gelemperî bên amadekirin. Mînak Metn û Lêkolîna Dîwana Melayê Baqustanî. Ev mijar dikare ji bo temamê dîwanan bibe mijareke sereke. Dîsa wek mînak, Di Kovara Hawarê de Bandora Edebiyata Klasîk. Ev mijar dikare ji bo gelek kovaran bê pejirandin. Mijarên awarte, gelekî berfireh û ji bo tezeke mezin û giran divê neyê dayîn. Mijareke ku dê bibe tez, divê xwendevan karibe ji binî derkeve û li gorî îstîdatên wî/wê be. Mînak Berawerdkirina Çîroka Tirkî û Kurdî. Yan Berawerdkirina Çîroka Farisî û Kurdî. Ev mijar ji bo tezekê ne pêkan in û ne maqûl in. Yan, Di Romana Kurdî de Xwekuştin, Di Dîwanên Kurdî de Tesewif, Wehdeta Wicûd, Qelem, û her wekî din. Ev mijarên dûrî aqilan in. Lewra tevdê dîwanên kurdî niha li ber destan jî tunene. Divê mijar teng be û zûma lêkolînê gelekî kûr be… yanî ji bedêla Melayê Cizîrî û Dîwana Wî, Di Dîwana Melayê Cizîrî de Hunera Teşbîhê… mijar teng e lê ji bo lîsansa bilind baş e. Ji bedêla Mewlûdên Kurdî, Di Mewlûdên Kurdî de Bandora Mewlûda Melayê Bateyî. Yan jî Berawerdkirina Mewlûdên ‘ewil ên Kurmancî û Zazakî. Mînake din; Xwendevan dibêje ez ê li ser kovara Nûbiharê bisekinim. Wek çi? Kovara Nûbiharê û Rola Wê di Edebiyata Kurdî de… Dema ku mijar teng be xwendevan wê bêtir karibe lê hûr bibe û wê karibe şîroveyên orijînal bike. Ji bedêla vê Di Kovara Nûbiharê de Edebiyata Zarokan, an Di Kovara Nûbiharê de Çîroka Nûjen û wd. çêtir e.

Ji bilî vê gelo emê bikaribin malpereke mîna ya Îsam’a Stenbolê vekin? Lewra di wê sîstemê de îlahiyatnas navê xwe, navê teza ku lê dixebitin dinivîsin. Dema kesek bixwaze li ser mijarekê bixebite dikeve wê sîstemê eger ku kesekî din li ser wê mijarê xebitîbe êdî berê xwe dide mijareke din. Bi vî awayî tevlihevî ji holê radibe.

Herwiha tezên ku bi tirkî têne nivîsandin tu fêdê nade kurdî û herwiha nivîskar ne di kurdî de, beravajî di tirkî de xwe pêş de dixe.

2.5.  Ji bo Bikaranîna Rê û Rêbazên Tezan

Ji xwe hin rêbazên nivîsên akademîk ên navnetewî hene û em jî ji tirkî werdigerînin kurdî û bi kar tînin. Lê divê bi rêk û pêk nîzamnameyek akademîk a ji bo nivîsê bê amadekirin. Mînak; dema ku çavkaniyek cara pêşî di nava metn de derbas dibe bi berfirehî kunyeya çavkaniyê tê nivîsîn. Lê ji bo carên din divê jêrenot çawa bê nivîsîn baş ne diyar e. Herkes bi awayekî dinivîse. Ji bo vê û tiştên wekî vê standart divê.

2.6.   Hin Pîvanên Girtina Asîstan, Xwendevanên Lîsansa Bilind û Doktorayê

Ji bo girtina asîstanan, xwendevanên lîsansa bilind û doktorayê (ji bilî pîvanên fermî) beriya erebî û farisî zanebûna zaravayên kurdî weke pîvanên

 

nefermî bê qebûlkirin. Nivîskarî, edîtorî, rojnamegerî û weşanên nivîsên akademîk jî ji bo girtina wan gelekî girîng e. Ji bedêlapîvanên çewt ên muxalifê dadî û edaletê divê li rewşa bingehîn a perwerdehiya xwendevanan bê nihêrîn.

2.7.   Nebûna Mamosteyan

Mamosteyên kurdî yên herî hindik di asta doçentiya alîkar de gelekî kêm in. Bo nimûne; zanîngeha Çewlîgê ji 2011an vir de dest bi perwerdehiya lîsansa bilind kiriye. Lê pisporên zimanê kurdî yê bi rêk û pêk hê jî kêm in. Ev perwerdehî di asta lîsansa bilind bi saya mamosteyên beşên din dimeşe.

2.8. Gihandina Xwendevanên Beşên Kurdî

Gelo gava ku beşên kurdîmezûn dan, wê di heman demê de weke rewşenbîr, helbestvan, romannivîs, rojnamevan, çîroknûs û rexnegir bêne gihandin? Yan weke beşênedebiyata tirkî wê tenê memûr û karmendên kurdî bêne gihandin? Îro em dizanin ku gelek xwendevan tenê ji bo bawernameya xwe bidest xin dixwînîn. Ev rasteqîn li ber çavan e. Di heqîqetê de ev dîplome belgeya şarezatiyê û ya qebiliyetê ye. Lê îro ev belge bûye nîşana îmtîyazê. Mamosteyên me divê di rêberiya xwendevanan de piralî alîkariyê bidin wan.

Divê xwendevan di nava rêzimanê de neyên fetisandin. Xwendevanek rêz û qeydeyên garamerê, hevoksaziyê, dîroka edebiyatê û nav û xebatên helbestvanên navdar weke navê xwe bizanibe di heqîqetê de çiqas girîng e? Ramana rexneyî tunebe, bikaranîna pratîkê tunebe, gelo tenê agahiyên jiberkirî dê bi kêrî çi bên? Jixwe xwendevanên me di axaftina kurdî de jî ne jîr in. Kurdî tenê di polê de tê bikaranîn. Tevî têkoşîna me jî em hêj biserneketine ku xwendevanan di navbera xwe de kurdîaxev bikin. Divê derfeta bikaranîna zanînê bê dayîn.

Rexne di edebiyatekê de tunebe ew edebiyat çiqas berheman bide jî serkeftî nayê hesibandin. Îro di kurdî de kî romenek binivîse hema çap dike. Min bixwe nebihîstiye yekî ku romanek nivîsîbe û çap nekiribe. Herwiha çîrok jî wisa ye. Lêbelê heta niha rexnegirên giregir negihane. Divê li xwendevanên beşên kurdî re bi çavên neqane bê nihêrtin ku di pêşerojê de pêşiya him îhtiyaciya nivîskariya kurdî û him jî ya rexnekariya kurdî bê vekirin.

Programên beşên kurdî ji hev cuda bin jî divê hedef, armac û rêbaz yek bin. Helbet hedef gihandina kesên pisporên zanista edebiyatê nîn e. Hedef, di beşeke edebiyatê de gihandina lêkolîneran, derxistina zanînên orjînal, başbikaranîna zanistê ye.

Di beşên kurdî de dersa kompozisyonê gelekî girîng e. Lewra sibêroj di lîse û hemî dibistanan de dema ku kurdî bê xwendin, bêguman dersa kompozisyonê ji bo xwe him bi nivîskî û him bi devkî îfadekirin wê derkeve pêş mamosteyan. Jixwe xwendevan ji gelek aliyên ziman ve qels û şkestî ne. Îja eger formasyoneke mamoste ya kompozisyonê baş tunebe, dê mamoste nikaribe dersa xwe bi rêkûpêk bide. Loma divê beşên kurdî herî hindik du salan vê dersê ji mufredatê qut nekin.

Ji bo mezûnên edebiyata tirkî pisporek wiha dibêje: “Bi gelemperî mezûnekî edebiyata tirkî;

  • Metnekî edebî ku cara ‘ewil dibîne nikare tehlîl bike
  • Nikare metnekî edebî binivîse
  • Nikare gotareke ‘ilmî amade bike
  • Zimanekî biyanî nizane
  • Zanîna ku ji wan re hatiye pêşkêşkirin, bi awayekî ‘ilmî nikare rexne bike
  • Encamên lêkolînan, tezan û ramanên ilmî bi awayekî serkeftî nikare binivîse
  • Tenê zanîna ku jê re hatiye vegotin, dizane.”

Lewra ev tev pirsgirêkên sîstema perwerdehiyê ne. Em jî di nava vê sîstemê de dijîn. Divê çareserî ji vê pirsgirêkê re were dîtin[8]. Ji bo ku di pêşerojê de ev qeder ji me re jî ne muqedder be, hêj di serî de em çareseriyan peyda bikin û sîstemeke xurt ava bikin.

Pirs û kêşe jixwe diyar in û malûmê herkesî ne, pêşniyar û çareserî jî bi gotinê hêsan in. Lê ya ku divê em bikin ev çareyên ku reçeteya nexweşiya zimanê me ne, em bi kar bînin û bikin faaliyetê.

Hin Pêşniyarên Taybet

Xwendevan divê bi nivîskar, romannivîs, çîroknûs û rojnamegerên kurdî re bicivin. Di salekê de herî hindik 10 çalakên bi vî rengî ji bo bixwebaweriya xwendevanên beşên kurdîpêwist e.

Pirtûkxaneyên dewlemend ji bo tercîhên xwendevanan gelekî girîng e. Di zanîngehan de divê hemû berhemên kurdî û berhemên ku li ser kurdan û kurdî hatine nivîsandin bên civandin.

Ji bo rê, rêbaz û mufredatan divê hin zanîngehên pêşketî yên Ewropa û Emerîka bêne zîyaretkirin. Wekî mînak; New York, George Mason, Bowling State, Texsas, Arizona State, Harvard, Cambridge, Sorbonne û hwd.

Bi navê “Di Perwerdehiya Tirkiyê de WekîZimanê Fermî yê Duyem: Kurdî” divê sempozyomeke navneteweyî bê lidarxistin. Divê di vê sempozyomê de bi tirkî û kurdî gelek rewşenbîr karibin vê mijarê nîqaş bikin da ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî di rojevê de ciyê xwe yê girîng xurttir bike û encamnameya sempozyûmê ji saziyên dewletê yên têkildar re bê rêkirin.

Ji bo sûdmendiyeke pir a van komxebatên beşên kurdî, divê ji başûr û derveyî welat jî hin mamoste bêne da’wetkirin.

Divê mamosteyên ku li ser ziman xebitîne û şareza ne bikevin dersên lîsansa bilind.

Divê ji bo her saleke lîsansê, ji bo her dersekê, lîsteke pirtûkan a sereke weke pêşniyaz bê amadekirin. Divê pirtûkên ku bên pêşniyar kirin ji aliyê perwerdehiya wê dersê ve gelek dagirtî û kêrhatî bin.

Dersên hin mamosteyên şareza divê bê qeydkirin. Da ku ji bo nifşên paşerojê re bibin materyal.

Divê dersên pispor û dûayenên/dîplomatên sereke yên vî zimanî, bêtin qeydkirin[9]. Lewra niha di polekê de an di amfîyekê de herî zêde 50-60 xwendevan dikarin ji van mamosteyan sûdê werbigirin. Lê heger ku dersên van mamosteyan bête qeydkirin û li ser medyaya civakî di malpereke taybet de bête weşandin, dê ev serwet û saman û tecrube bibe wesîleya sûdwergirtinê, ji bo hemû zanîngeh û xwendevanan.

Encam

Perwerdehî bi serê xwe mijareke jiyanî ye û ji bo kurdan û zimanê wan pêşvatir e û divê sibê na, îro bê çareserkirin. Lewra îro em nikarin îdîa bikin ku li Bakurê Kurdîstanê zarok bi kurdî mezin dibin. Jixwe dema ku zimanek ji devê zarokên xwe ket, ‘eynî mîna ku masiyekî ji avê derket, mirina wî miqedder e.

Zimanê kurdî li hemberî her karesatê li ber xwe da, heta îro hat lê îro li ber bayê asîmilasyon û xemsariyê êdî nikare xwe ragire. Lewma divê zûka em bixebitin û zimanê xwe bê kêşe radestî nifşên dû xwe bikin.

Her çi dibe bila bibe, divê xebat û lêkolînên li ser zimanê kurdî kêm nebin û pêwiste bi her awayî xebat û lêkolînên akademîk bidomin. Lêbelê ya girîngtir ew e ku ev xebat rê li ber zimên veke da ku di her aliyê jiyanê de bê bikaranîn. Heke ziman nebe zimanê jiyanê mixabin wê çaxê ferqa kurdolojîyê û arkelojiyê namîne. Divê kurdolojî nebe arkeolojî û divê akademiya kurdan tenê ji xwe re û ji bo bilindahiyênkariyeraxwe nexebite. Divê deriyek bê vekirin da ku hilberînên kurdolojiyê biherike nava çemê gel.

“Ji bêçarekî kes bi me nahesin” a Axtepî û “ger dê hebûya me jî xwidanek” a Ehmedê Xanî divê ji bo me êdî nebe projektor. Lewra bi vê psîkolojiya hewarî a Axtepî pirsgirêk çareser nabin û ger em li hêviya xwediyekî ku Xanî behs dike bisekinin emê hêj gelekî bisekinin. Ya baş, em li hêviya kesekî û tiştekî nesekinin û bixebitin.

Serkeftina beşên kurdî, him ji bo perwerdehiya fermî vîzyoneke giring e.Him jî ji bo beş û fakulteyên din ên bi kurdî gaveke sereke ye.

Ez dixwazim gotara xwe bi gotina zanyarê Çînî Konfîçyus ku 2500 sal berî niha jiyaye, biqedînim.

“Heke ku min rêveberiya dewletekê bi dest xista, bêguman berî her tiştî minê zimanê gel di ber çavan re derbas bikira. Lewra eger ku di ziman de qusûr hebe, wê bêje baş nikaribin ramanê îfade bikin. Eger ku raman rind neyê îfadekirin, kar, xebat û xizmet baş nayê kirin. Herwiha adet, rêbaz û çand jî xera dibe. Adet û çand xera bibe, edalet ji rê derdikeve. ‘Edalet ku ji rê derket, gel dikeve nava şaşî û tevliheviyê.Êdî kes nizane bê ka ev geremol dê li ku bisekine. Eve ji bo vê yekê tiştek bi qasî zimên girîng nîn e.” De ka îja em kirasê van ramanên Konfiçyûs li bedena kurdîkin û xwe bidin kêleka kurdî û paşê jî bila wênekêş wêneyê me bikêşe gelo wê di encamê de çi dîmen derkeve holê, divê em tev bifikirin.

Çavkanî

  • Samed, “Astengên Li Ber Zûpêşketina Nivîsandina Kurdî”, Kovara Nûpelda, Hejmar 16, Wan 2014, r. 39.
  • Coşkun, Menderes, “Türk Dili ve Edebiyatı Öğretimindeki Sorunlara Batı Üniversiteleri Temelinde Çözüm Önerileri”, Milli Eğitim Dergisi, Ankara 2006, 169, 57-74.
  • Aydogan, İbrahim Seydo, Guman -1, Zimanê Kurdî, Weşanên Lîs, Amed 2013. Roşan Lezgîn, http://www.zazaki.net/yazdir/yazi/ji-perspektfa-edeb-pirsgirkn-ziman-kurd-14.htm, 26.05.2014.

Nîşe

[1] Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi Yıl:1, Cilt:1, Sayı:1, Ocak 2015, ss. 28-38

[2] Yrd. Doç. Dr. M. Zahir Ertekin, Bingöl Üniversitesi Kürt Dili ve Edebiyatı Öğretim Üyesi. zahirertekin@hotmail.com

[3] A. Samed, “Astengên Li Ber Zûpêşketina Nivîsandina Kurdî”, Kovara Nûpelda, Hejmar 16, Wan 2014, r. 39.

[4] Roşan Lezgîn, http://www.zazaki.net/yazdir/yazi/ji-perspektfa-edeb-pirsgirkn-ziman-kurd-14. htm, 26.05.2014.

[5] Roşan Lezgîn, http://www.zazaki.net/yazdir/yazi/ji-perspektfa-edeb-pirsgirkn-ziman-kurd-14. htm, 26.05.2014.

[6] Roşan Lezgîn, http://www.zazaki.net/yazdir/yazi/ji-perspektfa-edeb-pirsgirkn-ziman-kurd-14. htm, 26.05.2014.

[7] Wekî xebateke mînak;“Rêbera Rastnivîsînê” ji aliyê Mustafa Aydoğanî ve hatiye amadekirin. Di sala 2013an de di weşanxwaneya Rûpelê de weşiyaye. Di vê xebatê de komek zimanzan xebitîne: Newzad Hirorî, Malmisanij, Reşo Zîlan, Zana Farqînî.

[8] Menderes Coşkun, (2006), “Türk Dili ve Edebiyatı Öğretimindeki Sorunlara Batı Üniversiteleri Temelinde Çözüm Önerileri”, Milli Eğitim Dergisi, H. 169, Ankara 2007, , r. 57-74.

[9] Bo nimûne, mamsote Malmisanij, mamoste Qedrî Yildirim, mamsote Perwîz Cîhanî û hwd.

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo zarokên xwe diyariyekê hilbijêrin

Ez fikirîm ku ji zarokan re diyariyek dibistanê bikirim. Paşê min biryar da ku ez …

Leave a Reply