Li Tirkiyeyê Çapemeniya Kurd VI

Beriya vê nivîsê me, di derbarê çapemeniya Kurd de pênc nivîs amade kiribûn. Ev nivîsa ya dawiyê ye. Bi gotineke din rêzenivîsên me yên di derbarê çapemeniya Kurd de (li Tirkiyeyê) bi dawî bû.

KURDÎSTAN (1919)

Li Stenbolê dest bi weşanê kir. Di rûpela yekem de li bin navê kurdîstanê “Kovara ramanên azad ya hefteyî, Ilmî, Wêjeyî û Siyasî ye” hatibû nivîsandın. Xwedî û rêvebirê ve kovarê Mehmed Mîhrî bû. Li rastê logoya bi Tirkî, li çepê logoya bi Kurdî, ji salekê re 200, ji şeş mehan re 120, ji sê mehan re 70 quriş e, bihayê kovarê 5 Quruş e hatibû nivîsandin.[1]

Dema girtina vê kovarê nayê zanîn.

DENG (1963)

 

Sala 1963an li Stenbolê dest bi weşanê kir. Pirahiya nivîsên wê bi Tirkî bû digel vî tiştî nivîsên kurdî jî dihate weşandin.

  • Kovara mehane siyasî û çandî bû
  • Xwedî: Ergun Koyuncu
  • Rêvebirê karê nivîsan: Yaşar Kaya
  • Rêvebirê weşana gelemperî: Medet Serhat bû.

Li ser berga hejmara yekemîn “Hêviya Rojhilat” hatibû nivîsandin. Bihayê wê 100 quruş bû.[2]

RÊYA RAST (1963)

 

Ji aliyê parêzer Ziya Şerefhanoglu û hevalên wî ve ji bo vekira vê kovarê xebatek hate kirin. Bi vê mebestê nameyek ji meclîsa mezin a Tirkiyeyê re şandin. Li ser vê nameyê pirr alozî derketin, ji bona vê sedemê ev kovara venebû. dest bi weşanê nekir û hate girtin.[3]

 

 

YENİ AKIŞ (1966)

 

Ji aliyê Mehmet Ali Aslan ve di tebaxa 1966an bi kurdî û Tirkî dest bi weşanê kir. Bi tevahî çar hejmar tenê derketin. Di hejmara yekemînde ev nivîsana derketin.

  • Em gengeşiyê dikin— Yenî Akış
  • Ji derdê rojhilat re çare—İsmet Tümtürk
  • Kurd û Kominîzm—Nihal Atsız
  • Doza me ya rojhilat— (Ji kovara Barış Dünyası hatiye girtin)
  • Mirineke bixeml—Li ser kuştina Faik Bucak
  • Pirsgirêka Kurd—İlhan Selçuk
  • Rojhilata bêdeng—Ali Dicleli[4]

DOĞU (ROJHILAT) (1969)

 

Berfanbara 1969an li Stenbolê dest bi weşanê kir. Li ser berga wê “ kovara ilmî ya mehane” hatibû nivîsandin. Ji bilî vê nivîsê li ser berga kovarê “Bijî biratiya Tirk û Kurdan” jî hatibû nivîsandin. Bihayê wê 2 lîre bû. Nivîskarên Wê: Mihri Belli, M. Nurî İleri, Musa Anter, Hasan Arfa, Cegerxwîn. Demekê şûnde hate girtin. Bi tevahî du hejmar derketin.[5]

ÖZGÜRLÜK YOLU (1975)

 

Sala 1975an de li Enqereyê bi zimanê Kurdî û Tirkî dest bi weşanê kir. Mehê carekê derdiket. Kovareke siyasî bû. bi tevahî 44 hejmar derketin.

Xwedî: Faruk Aras

Bi rêz ev kesana derhêneriya weşana gelemperî kirine:

-Orhan Tolun ( Hejmar 1-17)

-A. Kadir Akel (Hejmar 18-22)

-Mustafa Kaya ( Hejmar 23-30)

– Sırrı Feroğlu ( Hejmar 31-44)

Hejmara vê kovarê ya dawîn di berfanbara 1979an de derket. Paşê hate girtin.[6]

RIZGARÎ ( 1976)

 

               Hejmara yekemîn di 21 Adar 1976an de li Enqereyê derket. Du hejmarên ewil li Enqereyê derket hejmarên din jî li Stenbolê derketin. Daviya dawî ji ber pêkutiyan weşana xwe li Elmanyayê berdevam kir. Weşana xwe bi Kurdî û Tirkî dikir.

Xwedî: Ruşen Aslan

Bi rêz ev kesana derhêneriya weşana gelemperî kirine:

-Mehmet Uzun ( Hejmar 1-2)

-Hatice Yaşar ( Hejmar 3-7)

-Şefik Dündar ( Hejmar 8-9)

Hetanî hejmara 9emîn li Tirkiyeyê derket paşê ji ber pêkutiyan weşana xwe li Elmanyayê berdewam kir.[7]

 

 

[1] Kürdistan Dergisi, j, 13. (Vgz.: Fetullah Kaya)

[2] Malmisanij û Levendi, b.n., r.152.

[3] Malmisanij û Levendi, b.n.,., r. 163.

[4] Malmisanij û Levendi, b.n., r. 169-173.

[5] Malmisanij û Levendi, b.n.,  r. 196.

[6]  Malmisanij û Levendi, b.n., r. 216-219.

[7] Malmisanij û Levendi, b.n., r. 225-227.

Derbar Çand Name

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply