Li Tirkiyeyê Çapemeniya Kurd-V

Ji ber ku nivîsa me, rojname û kovarên hetanî sala 1980 yî hatine çapkirin dihundurîne em ê rojname û kovarên ji vê salê şûnda derketine bi tene navên wan bidin. Çend rojnameyên ku ji sala 1980 yî  şûnda  derketine ev in:

  • ROJNAME
  • WELAT
  • AZADÎ
  • DENGÊ AZADÎ
  • WELATÊ ME
  • RONAHÎ
  • ROJ
  • HEVÎ
  • ROJA TEZE
  • DEMA NÛ
  • AZADIYA WELAT
  • DENGÊ WELAT
  • DENG
  • ŞORIŞ
  • ŞIRWAN
  • DAHÊNAN

 

 KOVARÊN KURDÎ

  • ROJÎ KURD

               Bi hewldana endamên Komeleya Xwendekarên Kurd Hêvî yê, li Stendolê 6 Pûşper 1913an de dest bi weşanê kir. Mehê carê derdiket. Her hijmarek ji 32 pelan pêk dihat. Bi tevahî çar hejmar derketin. Zimanê vê kovarê Kurdî û Tirkî bû. Xwediyê kovarê Evdilkerîm (Evdilkerîmê Silêmanî) bû.[1]

                 Naveroka kovarê têr û tijî bû. Di naverokê de ziman û dîroka kurdan cihekî girîng digirt. Li ser berga hejmara ewil wêneya Selaheddîn Eyûbî cih girtibû. Nivîskarên vê kovarê û çend mînak ji nîsan ev bûn:

Evdila Cewdet: “Bîr Hîtap”

Bi navnîşana H…..: “Derde Dewa”

Harputlu H.B.: “Garpla Şark Milliyet Cerayanları”

Necmeddînê Kerkûkî: “Ahval-i İçtimaiyemiz”

Mithat: “Hükümetin genel Kuvvetleri”

İsmail Hakkı Babanzade: “Kürtlük ve Müslümanlık”[2]

              Û bi vî rengî pirr nivîs hatine weşandin.Piştî çar hejmaran ji ber pêkutiyan navê vê kovarê hate guhrandin û navê vê kovarê kirin “ Hetawî Kurd”

 

  • YEKBÛN (1913)

               Ji aliyê Hêvi yê ve li Stenbolê bi Kurdî-Tirkî çend hejmar tenê derketin. Yekbûn di hejmara xwe ya sisêyan de gazind ji nezanî û nexwendîbûna kurdan dikir. Ji ber van sedemana digotin em ê bi can û dil bixebitin û  em ê hejmara xwendekaran -tew nebe- derxin ji sedî 40-50 yî.[3] 

               Li ser hejmara 3em a yekbûnê ev tişt hatibûn nivîsandin:

-Di heftekî de du cara der tê

-Tevlî siyasetê nabe

-Rêvebir: Îbrahîm Kurdî[4]

Hejmarên yekbûnê yên hatine dîtin ev in û weşana dîroka vana li jêr hatiye nivîsandin:

Hejmar: 1:   9 Îlon 1913

Hejmar 2 :  19 Îlon 1913

Hejmar 3:   30 Îlon 1913[5]

 

  • HETAWÎ KURD (1913)

               Di serokatiya Hemzeyê Muksî de, 5 kewçêr 1913an de li Stenbolê dest bi weşanê kir. “Hetaw” tê wateya rojê. Kovar hetanî rêwî bûna 1914an weşana xwe berdewan kir. Dema ku şerê cîhanê hate danzanîn hemû endam, zana û ciwanên Hêviyê çûne leşkeriyê, ji ber van sedemana kovarê demekê navber da weşana xwe. Kêm-zêde em zanin ku ev kovara deh hejmar derketine. Sê hejmarên pêşîn ji 32 pelan pêk dihat. Li ser kovarê “mehê carê der tê” hatibû nivîsandin. Hejmarên din ji 16 pelan pêk dihat. Li ser van hejmaran jî “ Niha 15 rojan carê der tê” hatibû nivîsandin.[6]

               Kesên ku di vê kovarê de nivîsandibûn ev in : Diktor (Bijîjk) Evdila Cewdet, Ehmed Rifatê Babanzade, Ehmed Muhsînê Benî Erdelanî, Şehab Malverê Bilîsî, Mihemmed Mîhrî, Fikrî Necdetê Diyarbekirî, Îsmaîl Heqqiyê Silêmanî, Necmeddînê Kerkûkî, Rasihê Kerkûkî, Mela Xelîl Efendî, Bavê Naco M. X., Şêx Hemze û hwd.[7]

  • JÎN (1918)

               Payîza sala 1918an li Stenbolê dest bi weşanê kir. Di hejmara yekemin de Hîlmiyê Siwêregî bi sernavê “Kürt Gençliğine Hitap- Ji Ciwanên Kurd re Bang” armanca vê kovarê wisa tîne zimên: “ Bi sedan salaye gelê kurd tê xemsarîkirin, em dixwazin jiyana kurdan a dîrokî, mafên wan ên netewî, Wêje û civaknasiya kurdan biweşînin.”[8]

               Bi tevahî 25 hejmar derketin. Weşana xwe bi Kurdî-Osmanî dikir. Nivîskarên vê kovarê: Pîremerd (helbest û helbestvanî), Xelîl Xeyalî ( Dîrok, mîtolojî, civaknasî, zimanasî, felsefe), Ebdurrehman Rehmî, Kemal Fewzî, Ezîz Yamûlkî, Lawê Reşîd, Îhsan Nûrî, Kamûran Elî Bedirxan, Hîlmiyê Swêregî…[9] hwd.

               2 Kewçêr 1919an de ji ber pêkutiyên dewletê vê kovarê jî weşana xwe rawestand.

[1] Malmisanij, Kürt Talebe Hevî Cemiyeti, İlk Legal Kürt Öğrenci Derneği, Avesta Yayınları, İstanbul, 2002, r.138.

[2]  A. Meretowar, C. Amedî, S. Azad Aslan, Rojîkürd (Kovara Cemiyeta hêvî “Hevî Cemiyeti Dergisi”), War Yayınları, İstanbul, 2002, s.14-15-16-17.. (Veguhestiner: Fettullah Kaya)

[3] Malmisanij, Kürt Talebe Hevî Cemiyeti, İlk Legal Kürt Öğrenci Derneği, r.146-147.

[4] Anter, b.n.b., r. 30. (Veguhestiner: Fetullah Kaya)

[5] Malmisanij, Kürt Talebe Hevî Cemiyeti, İlk Legal Kürt Öğrenci Derneği, r.149.

[6] Malmisanij, Kürt Talebe Hevî Cemiyeti, İlk Legal Kürt Öğrenci Derneği, r.150.

[7] Malmisanij, Kürt Talebe Hevî Cemiyeti, İlk Legal Kürt Öğrenci Derneği, r.156-157.

[8] http://kürdistantime.com/?p=232e.t:08.02.2007 (Veguhestiner: Fetullah Kaya)

[9] http://kürdistantime.com/?p=232e.t:08.02.2007 (Veguhestiner: Fetullah Kaya)

Derbar Çand Name

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply