Li Tirkiyê 9 pirtûkên Weşanên Avesta bi biryara dadgehê hatin qedexekirin.
Li navçeya Hezex a Şirnexê di encama serdegirtina malan de dest bi ser gelek pirtûkan de hat girtin û ew pirtûk hatin qedexekirin.
Rêveberê Giştî yê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn li ser hesabê xwe yê medya civakî agahiya qedexekirina wan pirtûkan belav kir û ragihand ku ew pirtûk bi hinceta ‘têkoşîna li dijî terorê’ hatine qedexekirin.
Keskîn diyar jî kir ku ew ê ji bo betalkirina vê biryarê serî li dadgehê bidin û tê çaverêkirin ku ji aliyê Weşanên Avesta ve di derbarê vê mijarê de daxuyaniyek were belavkirin.
Pirtûkên hatine qedexekirin ku bi zimanê tirkî ne û li ser dîrok, çand, bawerî û hûnera Kurdî ne ev in;
Kan, İnançlar ve Oy Pusulaları
Cesur Adamların Ülkesine Yolculuk
Tasavvur Mu Gerçek Mi?
Mahabad Kürt Cumhuriyeti Büyük Güçlerin Politikasında Kürtler 1941-1947
Mağdur Diasporadan Sınır-Ötesi Vatandaşlığa Mı?
Ülkemde Bir Yabancı
Çaldıran Savaşı’nda Osmanlılar Safeviler ve Kürtler,
Tanrı ve Şeyh Adi Kusursuzdur: Yezidi Tarihinden Kutsal Şiirler ve Dinsel Anlatılar
Kürdistan Bayrağının Altında ve Irak’ta Soykırım’
Basnews