Nivîskarê Kurd ê ji Bakûrê Kurdistanê Bûbê Eser romanek bi navê ‘’Barzan Digirî’’ ya derbarê enfala Barzaniyan de nivîsand û li Swêd çap û weşan kir.
Li gor gotinên wî nivîskarê kurd ê roman li ser dîroka tejî li karesatan a Barzaniyan vedibêje û nivîskarê romanê jî di semînereke derbarê romanê de sedemên nivîsandina romanê ji xwandekaran re vedibêje.
Bûbê Eser ji K24ê re ragehand: ‘’Gelek karesatên pir mezin li serê kurdan hatine, 182 hezar mirovên kurd li başûrê Kurdistanê hatin enfal kirin. Li navçeya Barzan jî ku landik ango dergûşa serhildanên kurd e, min karî ji nêzîk ve kesûkarên enfalkiriyên Barzanî bibînim û romanê binivsînim.’’
Herwaha got, bo ku enfal wek jonosoid di asta navnetewî de bê nasîn pêwîste kar li ser bê kirin. Û ragehand, armanca min jî bi nivîsandina vê romanê ve, ew karesat di heşê mirovên kurd de, di çarçoveya hunerî de karesatê zindî hiştine.
Bûbê Eser sala 1955ê li gundê Xozberya ya Dêrîk a Mêrdînê ji dayîk bûye. Di sala 1980ê de piştî darbeya 12ê Îlonê ya Tirkiyê 72 rojan ew jî di îşkencê de maye û piştre jî 3 salan hatiye zîndanî kirin. Piştre jî derket dervey welat û ji sala 1983 heta naha li Swêd jiyan dike û heta naha gelek pirtûk nivîsandine.
Bas News